6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Taybet Înan dayika hemû Kurdistanê ye

    Halît Înan bi minesebata salvegera qedexeya derketina derve ya Silopiyayê behsa qetilkirina zarokên xwe û jiyana xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re kir.

    Bi dehan sal in li Kurdistanê valakirina gundan, komkujî, wêrankirin, binçavkirin û girtinên ji aliyê dewletê ve pêk tên, berdewam dikin. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kes bi îşkenceyê û mauemeleya xerab re rûbirû man. Yek ji wan kesên ku bi van polîtîkayên dewletê re rûbirû maye û di encamê de 8 ferdên malbata wî ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, hevjînê Taybet Înan, Halît Înan e (66). Malbata Înan ku malbateke koçer e di sala 1988’an de li gundê Xwezayê yê girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê derbasî navenda bajêr dibin. Malbat hê ku li bajêr saleke xwe tije nake kurê wan Omer û birayê wî Evdî bêsedem tên girtin. Omer dişînin girtîgeha Xarpêtê û Evdî jî dişînin girtîgeha Mêrdînê. Malbata ku hînî girtina zarokên xwe nebûye di sala 1992’yan de li Silopiyayê şerek derdikeve û zarokên malbata Înan ên bi navê Esmer (10), Botan (4), Ayaz (9), Şevzêt (5), Mehmet (10) û 2 jî cîranên wan dema ku li ber deriyên xwe dileyîzîn mayin bi wan ve diteqe û jiyana xwe ji dest didin. Zarokên malbata Înan, Esmer û Botan jî û 2 zarokên din di teqînê de jiyana xwe ji dest didin. Hê ku şîna zarokên qûrbanî xelas nebûye leşker bi ser mala wan ve digirin û di heman heftê de bavê wan Halît Înan tê girtin. Halît Înan jî dişînin girtîgeha Mêrdînê. Înan 11 mehan girtîgehê de dimîne. Piştre tê berdan. Çend roj li ser derbas nabin dîsa tê girtin û 3 sal û 9 mehan girtîgeha Sîlopiyayê de dimîne.

    Cenaze 7 rojan li kolanê mabû  

    Di 15’ê Kanûna 2015’an de li Silopiya navçeya Şirnexê  qedexeya derketina derve tê ragihandin. Di qedexeya 38 rojan de 68 kes jiyana xwe ji dest didin û gelek jî birîndar dibin. Gelê navçeyê ji her tiştekî bêpar tê hiştin û hin di malên xwe de li ser nimêje, hin dema ku ji zarokên xwe re xwarin amade dikin û hin jî di kolanê de dibin hedef û tên qetilkirin. Di vê qedexeya derketina derve de jî hevjîna Halît Înan, Taybet Înan a 55 salî tê qetilkirin. Cenazeyê hevjîna wî ku wek Dayika Taybet hat nasîn, 7 rojan di kolanê de ma. Halît Înan ku hewl dide cenazeyê hevjîna xwe bîne vê carê jî birayê wî Yusuf Înan birîndar dibe û  tevî hemû hewledanên wî birayê wî Yusuf Înan jî jiyana xwe ji dest dide. Hê ku şîna birayê wî û hevjîna wî li erdê ye vê carê jî agahiya keça wî Heznê Înan digire. Heznî jî di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de li jêrzemînên Cizîrê tê qetilkirin. Dewlet dixwaze qira malbatê bîne û tenê ji vê malbatê 8 ferd hatine kuştin.

    Ji heman malnbatê 5 zarok hatin kuştin 

    Halît Înan diyar kir ku di rojekî de tevî zarokên wî ve 5 zarok di mala wî de hatin qetilkirin û wiha axivî: “Em koçer bûn û em di sala 1988’an de ji gundê Xwezayê hatine vê derê. Em her diçûn zozanan û piştre em hatin deştê. Me bi pez xwedîkirinê debara xwe dikir. Li vir jî em mala xelkê de diman. Mala bê derî û pace de em diman. Em hatine Silopiyayê heta niha me tu xweşî bi çavê xwe nedit. Em hemû ketin girtîgehê de. Min gelek êş kişandin. Roj hatine ku em bêşîv jî razane. Di sala 1992’yan de li Silopiyayê pêvçûnek derket. Bi ser gelek malan ve girtin û lêgerîn kirin. Wê demê ez çûm girtîgehê hevditina kurê xwe Emer. Di hevdîtinê de ez hîn bûm ku zarokên min û biraziyê min hatine qetilkirin. Ez hatim gund min lê mêze kir ku gund di bin dorbêçê de. Taybetê li zarokên me digeriya. Leşker ji me re got, ‘zarokên we sunet kirî bûn?’ Min tenê tiliyeke piyê wî dît. Leşkeriyê zarokên me îmha kirin. Me ji wan 7 zarokan tenê hin werselên wan ditin. Me 7 zarok jî neşûştî veşartin. Ji wan 2 keçik û 3 jî kurik min neditin çûn. Hê ku şîna 7 zarokan li erdê bû, ez hatim binçavkirin û piştre jî hatim girtin. Ez heta sibehê jî ji we re bibêjim xelas nabe…”

    Gorina wê ya dawî Ax Xeznê bû 

    Înan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dema ku difikire ku çawa hevjîna xwe xilas bike, hîn dibe ku birayê wî jî birîndar bûye û wiha berdewam kir: “Di qedexeya derketina derve de em di vê malê de bûn. Me digot, ’em ji vir derkevin biçin’ lê birayê min Yusuf got, ‘Em ne ji kesên mane çêtirin?’ 3 rojên me derbas bûn, li Silopiyayê şer giran bû. Serê sibehekî Taybetê taşteya me amadekir û me bi hev re xwar. Ez razabûm ew keniya û ji min re got, ‘ji xwe şerm bike rabe ser piyan’. Me piştre taştê xwar. Ez jî çûm cem birayê xwe. Ez heta êvarê li wir mam. Piştre dengek hat. Min ji birayê xwe re got, ‘ka lê binêre çi bû’ birayê min serê xwe pacê de derxist û ji min re got, ‘Li Taybet dane li kolanê ye’. Ez ji wir rabûm. Ez hatim li ser tenişta xwe ketibû. Min dengê xwe lê kir, ji min re got, ‘neyê wê te jî bikujin’. Gotina wê dawî digot, ‘ax Heznê’. Min şerît avêt ber wê û min hewl da wê kaş bikim. Lê piştre min dît destê wê ket erdê. Ez qederekî li wir mam. Piştre birayê min Sebrî hawar dikir û digot, ‘ay birayo’. Vê carê ez derketim û çûm. Min vê carê dît ku birayê min Yusuf birîndar bûye. Me kir û nekir kes li hawara me nehat. Her ku me hewl da em cenazeyên xwe rakin, lê leşker û polîsan êrişî me dikirin.”

    Di heman mehê keç, bira û hevjîna wî hatin kuştin

    Înan anî ziman ku hê şîna hevjîna wî û birayê wî li erdê bû vê carê jî agahiya şehadeta keça xwe distîne û wiha dom kir: “Piştre em ji neçariya xwe derbasî mala keça min bûn. Sê şev û sê roj em 30 mirov li wir man. Polîs û leşkeran bi ser mala keça min de jî girtin û nehiştin em derkevin derve. Min li hewşê li cenazeyê Taybetê dinêrî. Guleyên ku bi qasî tiliyên min dirêj bûn bedabûn wê. Dora me leşkerî hebû û me nedakarî biçin cenazeyê wê rakin. Hê em bi kula Taybet û Yûsufê birayê min diêşiyan vê carê jî me bihîst ku Heznê jiyana xwe ji dest daye. Emniyet li min geriya û gazî min kir. Polîsan li emniyetê rojnameyek nîşanî min dan. Di wê rojnameyê de wêneyê Heznê hebû û gotin ku li Cizîrê hatiye kuştin. Me keça min û dayika wê Taybet li kêleka hev veşartin. Keça min di jêrzemînan de şewitandibûn.”

    ‘Taybet dayika hemû Kurdistanê ye’

    Halît Înan diyar kir ku heta ku ew sax be ew ê heqê doza zarokên xwe bike û got: “Malbatek xelas bû û çû. Ez ê birîna van 8 mirovan ji bîr nekim. Taybet dayika hemû Kurdistanê ye, dayika hemû gelê kurd e. Ew her tim di bîra gelê kurd de ye. Xwedê heqê wan li erdê nehêle. Niha hûn li ku kevirekî rakin li bin wî kevirî de hestiyê kesekî heye. Heqê wan li erdê namîne. Heta ku dilopek xwîna di laşê min de hebe, ez dev ji têkoşîna xwe bernedim. Dewletê me kuşt. Heta ku ji destê min were jî ez ê dawa wan bikim.”

    MA / Zeynep Dûrgût