6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Delalê li ber dilê Edûlê – VII

    Agîd Yazar
    Agîd Yazar
    Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

    Tu jî bijankên xwe yên şil, bike tevir û bêr û pê tirba lehengekî û çend hogirên wî di dilên xwe de bikole û tirbeke entîke, yeka bîrdariyê jêre çêke

    Hooo xwîner û guhdarvanê van reşbelekên dilguvêş! Îro Evdalê Zeynikê, Baqî Xido, Mehmûdê Hesê, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan, Bavê Seleh, Eyşe Şan, Şakiro, Cemîlê Horo, Pîr Miço û yên din, dê lehengekî ligel hogirên xwe li ser darbesta gotinên xwe yên sêhrawî bike û berê xwe bidine yarîgeha dilê te. Tu, ey xwîner û guhdarvan! Tu jî bijankên xwe yên şil, bikin tevir û bêr û pê tirba lehengekî û çend hogirên wî di dilên xwe de bikole û jêre tirbeke entîke, yeka bîrdariyê jêre çêke. Daku dahutiyên te, biçin ji xwe re li ser bi zimanê bêdengiyê, zêmarên xwe bilorînin!

    Cenga Giran destpê dike

    Dewrêş û her yazdeh hogir derdikevin li ser girê Uzun Alaçanê. Sê hezar û 700 siwarên tirk û gêsan jî, nola deryayekê li jêra gir in.

    Gelek ji hogiran dergîstî bûn. Yên ne dergîstî jî, dilgirtî bûn. Her yek ji wan destmalên gul-avî di bêrîkên wan de bûn. Hemû ciwanên nûhatî, yên kuryên simbêlên wan nû xwêdandayîbûn.

    Her yazdeh hogir li rêzekê sekinandî bûn. Dewrêş li pêş wan diçû-dihat. Her yek ji wan bi dor, her carê hespê xwe gavekê bi pêş ve dajo, bi sond û qesemên giran ên bêfitu ku hêbet li meriv dixist, sond dixwin û dilsoziya xwe ya nevegerê ji Dewrêş re radigihînin.

    Hingê, Dewrêş derawayê cerd û bêregê tirk û gêsan yek bi yek raber hogiran dike. Pênç sencaq in: 1) Ya Çîl Îbramê Begdilî yê tirk e, 2-3) ya Efer ê gêsî û birayê wî Utman e, 4) ya Kose Weys e, 5) ya Eyûbê Mustefa ye.

    Hooo xwîner û guhdarvanê êdî tu jî hew di eyarê xwe de hiltê! Ka em bi hev re dên û bala xwe bidin vebêjerên xwe, bê ew ê çawa wêneyên diwazdeh siwarên kurd, li hember sê hezar û 700 siwarên tirk û gêsan ji me re bi gotinên xwe yên sêhrawî, li tûwala dil û hişê me bixêzîne!

    Dibê Dewrêş bangî hevalan kir, got: “Brano, dilî miliyan e!/Deng mi tê we gişkan/Em e dakevine cerd û bêregê giran/Em e qerarê seetekê di nêv cerd û bêregê cengê da bimînin/Pê seetekê, em e derkevine ser vî girî/Hela ka kî ji me sax e, kî mirî/Ji piran pirr, ji hindikan hindik/Û înşelle em ê cerd û bêreg bişkênînin û em e sax û silamet vegerine xwediyan e”

    “Dewrêş hîn di ber hevalan re diçû-dihat/Dobekê balê xwe dayê ku şîqînî bi Sêhdûn ket û kumêta reş xwe bin çekir/Berê xwe da cerd û bêregê tirk û gêsan û ket nav wan/Li nêv tirk û gêsan bû lîlîniya zilxitan, kûrîniya hirobçiyan, dinya bû erdê eresatê, mexlûq rabû ser hêlan û piyan/Sehdûn kete nêv wan li tertîba gurê sibatê di çelî da bikevê nêv kerî miyan/Qe li wan namînê çare û mimkûn û derman…/Dibê her du zarên Umer Axayê Şerqî, yellah go, xwe berdane nêv ced û bêregên giran/Li dû wan koma hevalan gîhan xwe berdane nêv cêrd û bêreg”

    Dewrêş û yazdeh hogirên xwe, pozê riman dikutin nava guhên hespan, bê çawa teyrê baz, li nikilê xwe dinerin û xwe tûşî nava refên çîq û reşêleyan dike û wan ji hev tîş dike, aha ew jî wanî li pozê rimên xwe dinerin, xwe tûşî nava sê hezar û 700 siwarên tirkan û gêsan dikin û wan ji hev tîş dikin. Her yek ji wan berê xwe didin egîdekî, Dewrêş jî dide ser pişta Çîl Îbramê Begdilî yê tirk. Her cara Dewrêş kêsê li Çîl Îbramê tirk tîne ku lêbide, ew xwe davêje li pişt jinekê, hingê destê Dewrêş ranabe di pişt jinê de, lê bide. Piştî bi qasî saetekê, Dewrêş derdikeve li ser girê Uzun Alçanê. Heval jî yek bi yek ji nav cerdê derdikevin û li dû dewrêş hildikişin serê gir. Lê dudu ji wan kêm in.

    Kuştina hogirên Dewrêş

    Hooo xwîner! Bê çiawa zarokên berşîr, gava birçî dibin û bi kakûnî devê xwe davêjin pêsîra diyên xwe, werin em jî guhê xwe, bi kakûnî bavêjin zimanê vebêjer, bê ka ew ê wê rewşê çiawa di guhên me de bidoşe:

    “Dewrêş balê xwe dayêkê, dî ku dudu tune ne/Go birano dilî mi liyan e!/Dengê mi tê we gişkane/Gerege hîro li mi nekine loman/Aqil di serê mi da nemayî, ketime şûnê bodele û dînê çolane/Çavê mi kor kirî dûmana barûtê/Qurşûnê heft niçikî di pêsîrê min de seqiyane/Bênayî di çavê mi da nemaye/Ez balê xwe didimê komê we hevalan e/Cotekî ji weyî kêm e/Hele ji min re bibên kî ne û li kuderê mane!/Dibê wê çaxê her du zarî Umer Axayê Şerqî berî xwe danî got: “Dewrêş birawo dilî me liyan e!/Va hevalê m’ê kêm her du zarî Mistoyê Ferhên, Ubêd û Ferhên in/Her duyan dizgirtî xwê di ebrê de ne, bi mal û cîran in/Def û dawetê wan dihatine kutane/Rihelê xwê li serî tirziyan bûn/Dizgirtî î biçûk Beyaza Emo, hîva li çardan bû/Dizgirtî î mezin Fetûma Elo Sîncar, xwedana toka zêran/…Me pozî ruman kuta berî wan/Me ji ber derxist desmala gulavîn yadîgarê dizgirtiyan/Eger tu îna nakî, wî va ne di berî me da ne…/

    Dewrêş dîsa dibêje ji piran pir, ji hindikan hindik!… Dîsa Sahdûn, qere-kumêtê şiv dike û dîsa Ûsib û Bozan û yên din xwe li dû wî xujî nava cerd û bêregê tirk û gêsan dikin. Piştî şerê saetekê, vê carê Çiloyê Îzolî, birayê pênç xwişkan serê xwe dide diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Dîsa her du zarê Umer Axayê Şerqî destmala cangorî, ya gul-avî didin dest Dewrêş.

    Dewrêş dîsa li hevalan diqîre, dibêje; “Hevalano! Îro roja şerefê ye. Heger em hezar salê din jî bijî, em ê îlim rojekê bimirin. Ji vê rojê çêtir tune ye. Dîsa Sahdûn ê nola tîre-marekî xwe xu jî nava cerd û bêrega giran dike. Dîsa yên din jî li dû dibin tayê li dû şûjinê û dîsa qederê saetekê derbas dibe. Dewrêş bala xwe didê siwarek ji hevalan, ji nav cenga giran derket û berê xwe da ser gir, ji hespa xwe peya bû û xwe li erdê dirêj kir. Dewrêş li dû wî derdikeve serê gir. Dinere ew ê xwe li erdê dirêjkirî, Sahdûnê bira ye û bi giranî birîndar bûye; birîn xedar e; qurşîna heft niçikî di pêsîrê de seqiyaye û rim li defa sîngê ketiye, parçeyê dil û kezebê ji pare derketiye. Dewrêş, serê Sahdûnê bira datîne li ser çonga xwe, di ser da digrî û vê zêmarê davêje li ser Sahdûnê bira:

    “Sahdûn, birawo, te berda hundirê min xur û pêt û arê daran/Hele wa bala xwe bidêkê çito tê rome-romê siwarane/Li hêlekê pozê şûran dibrûsîne li tertîbê brûskê ezmanan e/Li hêlekê hiwêzî çavkildayî radibin û datêne, li tertîba hêlan û qirik û qertelê çolan e/Li hêlekê tê lîlînî zilxitan, bi ser egîd û xortan da beradane/Pê hisiyane ku kes ji me nema, em rast hanîne li vê fersenda mêrane/Tu serî xwe rakî, bi min re bikî çend şorane/Bira di hundirî min de nebe kula leglegê…”

    Sahdûn, ji Dewrêş daxwaz dike ku ew zirxê wî, li kurkê wî bipêçe û li ser pişta hespa kumêt a tarî bijdîne, çavê hespê ramûse û wê ber bi Şengalê ve bişîne.

    Dewrêş, bi gotina Sahdûn dike; cotê keziyên Sahdûnê bira jî dibire û wan jî bi tergî hespa kumêta tarî ve girê dide, çavê hespê diramûse û wê ber bi Şengalê ve şiv dike. Hespa bi fêhm, dêlê li xwe badide, carekê-duda li dora siwarê xwe doş dibe. Siwarê wê, cara dawî li bejna wê ya tarî dinere û çavê xwe li xewa bêdawî digire. Kumêtê jî nola zêmarekê biqîre, wanî dişihe û berê xwe dide Şengalê.

    Di wê hênê de hevalên din jî, hildikişin ser girê Uzun Alçanê, li ba Dewrêş û Sahdûnê bira û destmalên Usib û Bozan ê her du hogeçên Umer Axayê Şerqî didin dest Dewrêş.

    Dewrêş, bala xwe dide Îsoyê Mele Elî (pismamê Edûlê) dinere ji birînan tu hal di wî de jî nemaye. Dewrêş, ji Îso re dibêje, êdî tu nikare şer bike. A çê, tu here gaziyê bi Zortemîr Paşê Milan gihîne, bêje yek ji hevalan nema.

    Kumêta tarî ya Sahdûn, berê xwe dide Şengalê, Îsoyê Mele Elî jî berê xwe dide Milan.

    Dewrêş tenê dimîne

    Dewrêş û her çar hevalên mayî, bi  sondên xofdar ku hêbet li meriv dixist, sond dixwin û nola birûska ezmanan xwe berdidin nava cenga giran. Gurrînî dikeve nav dijminan, li tertîba qulingên li ezman, feyd û newal û gelî û qûçan, bi dengê wan re deng vedan. Neçele neçele meyt û cenazê wan çekir derine çolan. Qederê saetê-dudan dîsa Dewrêş xwe davêje li ser girê Uzun Alçanê. Bala xwe didê, kesek ji hevalan dernakeve li serê gir.

    Dewrêş, nola şêrekî birînê xwe bialêse û bikewîne, wanî bêhnekê tîna xwe di xwe de radigire û piştre Hedbên serbejerî nava dijmin dike. Rima di dest de, qîtikqîtikî dibe. Dev di şûrê wî de namîne. Kose Weys, dikeve şepa wî. Bi hiwêzê çavkildayî, ango bi gurzê qelakirî, xarî Kose Weys dike. Kose Weys ji ber direve û rast berê xwe dide devera bajar-mişkan. Dewrêş jî li ser pişta wî ye. Gava Kose Weys diçe nêzî bajar-mişkan, ji nişka ve berê hespa xwe dadigerîne. Hedman, xwe zeft nake û xwe li bajar-mişkan diqewimîne. Lingê wî di qul-mişkekê de diçe xwar û di çongê de qît dibe, dişkê. Hedban û Dewrêş bi hev re li erdê dikevin. Çîl Îbramê Begdilî yê tirk, xarî Dewrêş dike ku li erdê li wî bixîne. Dibê wê çaxê Zuhre Xatûna xwişka Eferê Gêsî, xwe davêje li ser Dewrêş. Çîl Îbramê tirk, di bin Zuhre Xatûnê de li Dewrêşê bi xedarî birîndar e, dide. Hingê, Zuhre Xatûn li Efer diqîre dibêje ev çi bêbextî ye?! Efer, wê bêbextiyê qebûl nake û bangî gêsan dike, dibêje xwe ji tirkan bidin alî. Çîl Îbramê tirk, dinere ku ew ê ereb xwe ji pişt wan bidin alî. Bi dekbazî, bi Eferê gêsî re li hev dike.

    Dewrêş, ji Efer daxwaz dike ku wî derxîne li ser girê Uzun Alçanê. Û her deh hogirên wî bînin li dora wî bikin çeper. Paşê dibêje, zirxê min li min biedilîne, şara keserewanî bide serê min, egala mu’êlî bavêje çatê buriyên min, simbêlên min babidin bike nola perrê ne’ama, çapê zirxê min pevbixîne, qeytana nêrûz û dabanê giran di hustê min de bi hev bixîne, şûrê qebilme di ber min re bike û pala min bide kevirekî. Dibe ku Edûl were, bila min di halekî xerab de nebîne.

    Efer, li hêlekê xwestekên Dewrêş pêk tîne, li hêlekê jî hêstiran di ser destbirakê xwe de dibarîne.

    Kumêta Sahdûn diçe li hemberî konê Evdiyê Milhim, bi hiznîtî dişihe. Îsoyê Mele Elî jî, xwe bi baperka digihîne bin konê Zortemîr Paşayê milan,  Evdiyê Milhim, li gel pêncî hezar malê êzîdiyan, Zortemîr Paşê milan jî ligel sîh û du hezar malê milan radibin dibin yek û berê xwe didin girê Uzun Alaçanê

    Edûlê, li pêşiya gaziya giran e. Evdiyê Milhim, Zortemîr Paşê Milan, Umer Axayê Şerqî û gaziya giran jî li dû wê ne. Gava Edûl xwe digihîne ser girê Uzun Alçanê, hin Dewrêş nemiribû û li ber xwe dida. Edûlê serê Dewrêş datîne li ser çonga xwe, bi ser de delal dibêje û digrî û digrî.

    Gotinên vebêjer yên dawî:

    “Êzdî û milî dibin yek. Çîl Îbram dikujin. Pergala tirkan û gêsan ji hev belav dikin. Îsoyê Mele Elî, ji birînên xwe baş dibe û bi Edûlê re dizewice. Evdiyê Milhim jî dizewice û xwedê du lawên din didime wî. Navê Dewrêş û Sahdûn li wan dike.”

    Gotinên şa-girtiyê vebêjer, yên dawî:

    Ew roj û ev roj, hemû xase xort û qîzên hurr, bûn Dewrêş, bûn Edûlê û xwe kişandin bilind-şaxan. Û çi gava deştî, li hember neyarên xwe dikevin tengasiyan, hingê li ser wan bilind-şaxan, ewrekî tarî tê xwe tirş û tahl dike û bênder digerîne, paşê birûskan vedide û ewrê tîr vedixepirîne. Her wiha reşê kalemêrekî nola qetek ewr ji daristanê vediqete. Dowanzdeh silûet li pişt wî ditefsilin. Bê hejmar dengê erbaneyan tê ji kûrahiya bilind-şaxan. Ba, xwe dijdîne, digobile û dihîbîne. Rîha kalemêr ya nola hevirmêş ji ber lingan hildibe, nola alayekê pêl dide. Paşê deng bi wan dowanzdehan dikevin: xumxum-ba, xumxum-baba, xwumbaba!

    Reşê Zirr-Kalemêr, derdikeve li ser bilind-şaxekî, destê xwe ji çavên xwe re dike sî-perr, li deştên li hawrdorên bilind-şaxan dinere û destê xwe li pişta wan her dowanzdehan dixîne; dowanzdehiyan, nistiyê ji Xumbaba werdigirin û xwe ji bilind-şaxan ber bi deştan ve berdidin jêr.

    Her dowanzdehî, di nava wargehên nûjen ên xwecîhên ji qalû-belayê vir ve li wir dijiyan re, derbas dibin. Hemû alem û mexlûqat radim ser hêlan û piyan, dikin seyr û temaşeya wan. Hinan dipirsî digotin, gelo ev çi mexlûqat in? Hinên din digotin, ev xeybanînin. Hinekan digotin, ev ên ji me çêtir in. Hinekên din digotin, na xêr, ev qasidên Pîre-Mîrê çiyayiyane.

    Ew her dowazdeh, li deştan belav dibûn û pergala neyarên deştiyan, ji hev belav dikirin. Piştre stranekê li dû xwe, li ser zimanên dengbêjên xwedanê gotinên sêhra wî, mîras dihêlin û dîsa xwe vedikşînin bilind-şaxên xwe.

    Têbiniya xwediyê van reşbelekên li jor: hooo xwîner! Xeman nexwe. Em ê îlim biçin li ser tirba Dewrêş û her deh hogirên wî jî.

    (Dawî)

    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê