6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Pirtûka ‘Poncas Pêxembero Mu‘Ellîm’ derçû

    Pirtûka Mela Muhemmed Elî Hûnî ya bi navê “Poncas Pêxembero Mu‘Ellîm” ji aliyê Weşanên Nûbihar ve hat weşandin.

    Weşanxaneya Nûbiharê, pirtûka Mela Muhemmed Elî Hûnî ya bi navê “Poncas Pêxembero Mu‘Ellîm” weşand. Pirtûka “Poncas Pêxembero Mu‘ellîm” pirtûka dawîn a Mela Muhemmed ‘Elî Hûnî ye. Mijarên pirtûkê çîrokên jiyana pêxemberan e. Li gel çîrokan cih daye helbestên folklorîk jî.

    Nivîskar jiyana pêxemberan bi rêbaza nezmê nivîsandiye. Terzekî klasîk bi kar aniye. Di salên dawîn de çend kes li ser van xebatên kirmanckî xebitîn. Pirtûk bi alfabeya aramî hatiye nivîsandin. Pirtûk hatiye latînîzekirin û li gorî şêweyê nivîsê yê bedirxaniyan ji weşanê re hatiye amadekirin. Ji bo ku nivîsara latînîzekirî û nivîsara resen bên berawirdkirin nivîsara resen a bi destxet hatiye nivîsandin jî di pirtûkê de cih digire.

    Di Quranê de navê 25 pêxembaran derbas dibe lê bi vê pirtûkê navê pêxemberên ku di Quranê de derbas dibin dertê 50’yî. Pirtûk bi kirmanckî ye lê bi devoka Paloyê hatiye nivîsandin. Naveroka pirtûkê bi rêbaza çîrokên pêxemberan hatine nivîsandin. Lê belê hin helbestên folklorîk ên kirmanckî jî hatine bikaranîn. Ev pirtûk wê ruhekî teze bide wêjeya kirmackî ya roja me. Helbestkar hê dijî û li Hûnê niştecih e.

    Nivîskar beriya niha çend pirtûkên helbestê jî nivîsandine. Der barê pirtûkên ku nivîskar nivîsandine de çend xebatên akademîk jî hatine kirin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram