6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Têkoşîna ku evîn li dû xwe hişt

    Nivîskar Nesîp Tarim ê 27 sal in di girtîgehê de ye bi riya romana xwe ya bi navê “Xezal” a ji aliyê Weşanxaneya Belkiyê ve hatiye çapkirin, ji kevçîka dilê xwe hestên evîn, êş, hesret, zordestî û parastina doza Kurdistanê di mejiyê mirov de zindî dike. Hêza doza azadiyê ya bi ser evîna Elîf û Hesen re tê girtin, wekî taveke tîngermî di rih de serî hildide. Nivîskar heta rûpelê 303’yan ê dawiyê gelek hestan bi xwîner dide tamkirin. Taybetmendiya kesayet û hestên derdikevin pêş jî di nava ahangekê de hatine honandin. Her çiqas tasfîra mekan di mejiyê min de pir zêde rûneniştibe jî… Di romana “Xezal” de ji tasfîra mekan wêdetir taybetmendiyên lehengên romanê bêtir li ber çavên min xuya dibin. Herî zêde jî taybetmendiyên Xezalê.

    Xezala ku ji zarokatiya xwe de bi zehmetiyên mezin û li ber destan mezin dibe, bi êşa kezebê bi şiklekî dil diêşîne, koça dawî dike. Di her kêliya jiyana wê de kêf lê diquse. Di navbera zihniyeta feodal û zihniyeta dijminatiya gelê kurd dike de, têkoşîna jiyanê dide. Ew bixwe jî bi gelek tevgerên xwe nîşan dide ku di bin bandora vê zihniyeta feodal de maye. Yek ji derdê wê yê herî mezin jî zewaca kurê wê Hesen e. Bi taybet gelekî dixwaze Hesen bizewice lê belê ew meraq pê re dihere. Çîroka Xezala ku êşa kezebê ne tenê carekê, sê caran dikşîne, dişibe çîrokên gelek dayikên Kurdistanê.

    Rolên zayenda civakî

    Di berhemên tên çapkirin de rol û risteya li jinan tê barkirin girîng e. Di gelekan de tesîra qalibên civakî derdikeve pêşberî me. Jin di nava van qalibana de tên asêkirin. Her wiha rolên zayenda civakî eşkere xuya dike. Yek ji rolên di nava civakê de li jinê hatiye barkirin, kirina karê malê ye. Di berhema “Xezal”ê de jî karê malê tenê jin dikin. Bi van hevokên di romanê de derbas dibin, em dikarin bi awayekî şênber vê yekê bînin ziman; ”Qewet be keça min. Te ji bo fîravînê çi çêkiriye? Kekên te jî wextî bigihêjin malê.” Di cihekî de jî Xezalê bi gotineke xwe tîne wê maneyê ku karê amadekirina taştê û xwarinê tenê yê jinan e.

    Bandora şêx û meleyan

    Baweriya bi şêx û meleyan di nava civakê de xwediyê bandorekê ye. Em vê bandorê jî bi awayekî eşkere di vê romanê de dibînin. Xezal ji bo Hesen bizewice diçe gel şêx, dixwaze niviştekê çêbike. Xezal girêdan û baweriya xwe ya ji şêx re wiha tîne ziman:”Xwedê emrê min jî bi ser wî emrê te yê şêrîn ve bike.” Şêx dema niviştê çêdike û dide Xezalê dibêje;”Wê Hesen êdî bizewice.” Bi ser de jî xelata xwe digire. Lê belê Hesen nazewice, ew dibe pakrewanê doza azadiya xwe.

    Hêviyên ji bo heman mebestê

    Mirov her tim bi hêviyên xwe hilma xwe fireh dike û dixwaze xwe wiha li ser piyan bihêle. Pişta xwe tu carî ji deriyê hêviyê yê tim vekirî nade alî. Mîna Dayika Berfo ya ku bi hêviya wê rojekê Cemîl were, deriyê xwe tu carî nedigirt. Xezal jî tim bi hêviya wê rojekê Hesen vegere, dijî. Çiqas xwarin bihata erdê wê teyfikek xwarin ji Hesen re vediqetand. Nedixwest ew hêviya wê ji derba xwe bikeve. Hêviyên ji bo heman mebestê bi vî rengî di qozîka dil de dîsa dişitile.

    Mijar û zimanê romanê

    Mijar alav û hîmekî bingehîn ê berhemên nivîskar e. Lê belê her tişt dîsa jî bi mijarê naqede. Hevsengiya di navbera mijar, honandin, bikaranîna ziman hîn berbiçav e. Ya berhemê dide xwendin ev hevsengî ye. Mijara romana “Xezal” rastiya bi salan a gelê kurd tîne pêş çavan. Loma girîng e. Her çiqas ne bê qisûr be jî bi zimanekî herikbar mijar hatiye honandin. Romana “Xezal” bi dest, rih, xeyal, hestên Nesîm Tarim hatiye honandin.

    Berg û qalîteya pirtûkê

    Tiştekî din ê bala xwîner dikşîne ser pirtûkekê, berga wê ye. Nivîsa li ser berga paş a pirtûkê jî bandorê dike. Ez dikarim bêjim di vê romanê de bergê zêde bala min nekişand lê ez dam fikirandin. Di bin bandora nivîsa li ser berga paş a pirtûkê jî mam. Divê em qalîteya pirtûkê û wêneyê li ser berga paş a pirtûkê yê Nesîp Tarim jî ji bîr nekin. Dema hatim dawiya pirtûkê min dît ku hinek pelên dawiyê ji ber diçin. Ev jî nîşan dide ku di warê qalîteyê de pir ne baş e. Ya din jî li gorî min nivîskar wêneyê xwe li berga paş a pirtûkê nexistiba dê çêtir ba. Ji ber efsûna pirtûkê piçekî qels dixîne.

    Hunera şibandinê

    Hunera şibandinê estetîkeke cuda li berhema nivîskar zêde dike. Ev jî taybetmendiyeke nivîsandinê ye. Ger di berhemekê de têgeha hunera şibandinê kêm be wê demê mirov vê yekê hês dike û bi dû dikeve. Di romana “Xezal” de ev huner dihat xuyakirin û min ber bi tameke cuda ve kaş dikir.

    Têkoşîna ku evîn li dû xwe hişt

    Gelê kurd ji bo nasnameya xwe biparêze bi salan li ber xwe daye. Sînga xwe daye ber guleyên dijmin û parastina nirxên xwe, hebûna xwe kiriye. Zilm û zordestiya dewletê ya bi salan di vê berhemê de bûye mijara gotinê. Her wiha serîrakirina Hesen a li dijî vê zilmê rastiya têkoşîna gelê kurd eşkere dike. Bi van çend hevokên di romanê de bandora şer heta rehên di bedenê de li mirov eyan dibe;”Dengê sê balafirên şer û hema di piştre jî dengê firokeke kobra, weke ku bi kêrê bibirin, hê di peyva ewilîn de dengê wê birî. Dengê balafirên şer û firokeyê gurmînî bi ser gund xistibû. Dengê xurmîniyê di guhên ku rûniştî de kir çingînî. Ji tirsan çivîkên li ser darê bi carekê firiyan û çûn.” Lawekî Xezalê yê bi navê Simeîl diçe leşkeriyê, lawê wê Hesen jî tev li refên azadiyê dibe. Dema di pevçûnê de tên hemberî hev, her du jî jiyana xwe ji dest didin. Ev jî parçeyekî rastiya vî şerê bi salan e. Hesenê ku dibe pakrewanê doza azadiya xwe berê xwe ji evîna xwe diguhere. Bêyî ku haya wî ji mirina xwîşka wî Mewlêya Gurçiksor çêbibe, di riya berxwedanê de çavên xwe digire û difire asîmanan. Elîf jî li dû wî baskên xwe li ba dixe. Hesen parastina doza xwe bi ser evîna xwe re digire. Têkoşîna wî evînê li dû xwe dihêle. Loma du hûrguliyên girîng ê vê romanê evîn û têkoşîna ji bo doza azadiyê ye. Doza azadiyê ya ku mijareke jêneger a gelê kurd e.