6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Kurdo Baksî hêjayî xelata ‘David Isak’ hat dîtin  

    Ji rojnameger û nivîskarê kurd Kurdo Baksî ji aliyê Qulûba Weşangeran a Swêdê ve hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hate dîtin.

    Xelata Azadiya Îfadeyê ya David Isak a Swêdê her sal ji bo kesên ji bo azadiya çapemeniyê, îfadeyê, demokrasî û azadiyê têdikoşin tê dayîn. Îsal jî rojnamevan û nivîskarê kurd Kurdo Baksî hêjayî xelatê hate dîtin. Jûriyê bi minasebeta xelatê wiha got: “Kurdo Baksî bi dehan salan ji bo azadiya gotinê û nirxên mirovî mîna meşaleyekê bêtirs û bi xurtî têkoşiya. Lewma hêjayî xelatê hatiye dîtin.”

    Têkildarî xelatê Kurdo Baksî jî ji medyaya Swêdê re axivî û ev tişt anî ziman: “Ez ê xelata xwe ya pere ji bo çalakî û xwepêşandanên azadiya îfadeyê yên li dijî rejîma Erdogan bi kar bînim. Ji aliyekî ve Swêd ji ber têkoşîna min xelata azadiya îfadeyê dide min, li aliyê din jî rejîm û alîgirên Erdogan min bi dilxwazê terorê sûcdar dikin. Ya rast cîhan tev dizane ku dilxwazê rasteqîn ê terorê, rejîma Erdogan e.”

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram