6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Di dîrokê de mînakeke din wek wê nîn e

    Dewletên dijber û dijmin weke DYA û Rûsya li ser mijara komployê bi hev re tevgeriyane û bi vî awayî nêzî 15 dewletan tev li vê komployê dibin û li ser qedera gelê kurd biryarê didin.

    Komploya 15‘ê Sibatê ku em nêzikî salvegera wê dibin bê gûman yek ji rojên herî rêş ên dîroka kurdan e. Di 24’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15‘ê Sibatê de ji bo têkbirina vê komployê pêwîst e em planên reş ên li paş vê rojê jî baş binasin û fahm bikin. Ji ber vê jî dixwazim îro di vê nivîsa xwe de li ser Komploya 15‘ê Sibatê rawestim û hinek xalên girîng zelal bikim.

    Dema em hewl bidin bi yek hevokê vê komployê pênase bikin, em dikarin bibêjin, di dîrokê de mînakeke din weke vê bûyerê li cîhanê nîn e. Em bi hezaran salên dîroka mirovahiyê di ber çavan re derbas bikin jî wê mirov bibîne ku mînakeke weke vê komployê di dîrokê de qet neqewimiye û nîn e. Tu carî dewletên ew qas dijber bi hejmareke ew qas mezin li hember gelekî aştîxwaz û bêsûc nehatine ba hev. Bê gûman ev komplo li hember vîna gelê kurd pêk hatiye. Lê em ê niha bi berfirehî behsa armancên komployê bikin.

    Gotina “komplo” ji fransî ji gotina “complot” tê û tê wateya li hember kesekî/ê, li hember saziyekê, li hember civakekî biryardayîneke veşartî û kiryarên veşartî. Ango hinek kes, hinek sazî ango dewlet tên gel hev û li dijberiya kesên din planên veşartî dimeşînin.

    Bi xwezayî ev kiryareke xirab û heya roja îro jî her dem ji bo tevgerek xirab tê bikaranîn. Ev kurtewate jî bes e ji bo ku em bizanibin ku di bingeha tevgereke wisa de prensîbên mirovî, exlaqî, siyasî û her wiha zagonî tê de nîn e.

    Weke ku em dizanin dîroka mirovahiyê,  dîroka şer û pevçûnan e. Lê bi hezaran mînakên wê jî hene ku şer jî û dijminahî jî û pevçûn jî hinek pîvanên exlaqî û mirovî hene. Bes tevgera “komplo” tê wateya binpêkirina van hemû pîvan û prensîban.

    Kurtedîroka Komployê

    Ev komplo çawa derket holê û gav bi gav çawa pêk hat, fermo em ji neynikeke cuda lê binerin; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi serkêşiya NATO‘yê re dixwest Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike.

    Di rêza yekemîn de jî Tirkiye hebû. Bi alîkariya heraketa kurd ew ê şerekî navxweyî li Tirkiyeyê derxistana û wisa Tevgera Kurd ji bo kiryarên xwe bi kar bianiya.

    Ji bo vê jî ez bawer dikim ku di navbera salên 1995-1997’an de têkîlî bi Tevgera Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re danîbû. Dema Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibîne ku karaktera Tevgera Gelê Kurd destûr nade ku wan bi kar bîne, plana komployê didin destpêkirin.

    Ev plana veşartî jî wisa bawer im ku li odeyên kozmîk ên Pentagonê derketiye holê.

    Mutabaqata Edeneyê

    Ji aliyekî ve dewleta tirk li dewleta Sûriyeyê tê sorkirin û bi hezaran leşker didin ser sînorê Sûriyeyê û bi şer çavtirsandî dike û ji aliyê din ve jî bi alîkariya Misr û Iraqê dixwaze dewleta Sûriyeyê mecbûrî peymaneke bi dewleta tirk re bike. Em dizanin ku ev tenê hincetek bû, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd nêzî 20 salan jixwe li Sûriyeyê bû. Ango bi gotineke din ev lingekî komployê bû û mecbûr pêşde biketa.

    Bi vî awayî di sala 1998‘an de bi awayekî fermî starta komployê tê dayîn û di navbera dewleta tirk û dewleta Sûriyeyê de Mutabaqata Edeneyê tê mohrkirin. Dewleta tirk vê peymanê bi dewleta Sûriyeyê re di bin navê “Peymana Hevpar a li Dijberî Teror û Rêxistinên Terorî” di 20‘ê cotmeha 1998‘an de mohr dike. Ji ber ku armanc ew bû Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Sûriyeyê derxînin û bikin hedefa komployê.

    Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ev plan ji pêş ve ferq kiribû, di axaftineke xwe de wisa digot, ‘Ev 19 sal in ez li Sûriyeyê me lê niha dibînim ku ji ber min Sûriye di bin zextên giran de ye. Ew ê tevgereke bêrûmet be ku ez bihêlim ji ber min Sûriye di bin zextan de bimîne.” Bi vî awayî Rêberê Gelê Kurd 11 rojan berî Mutabaqata Edeneyê ango di 9‘ê Cotmeha 1998‘an de ji Sûriyeyê derdikeve.

    Wezîrê yewnan û Brîtanya

    Her ku di 9‘ê cotmehê 1998‘an de bi balafirê ji Sûriyeyê vediqete jî heftiyekê agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nayê girtin. Birêz Ocalan di 15‘ê cotmeha 1998‘an de tev li bernameya MED TV‘ê dibe û dibêje, “Di serî de gelê me û her wiha hemû dewletên misliman û her wiha hemû mirovahiya pêşverû, di kesayeta min de li hember gelên Rojhilata Navîn komployek hate pêkanîn. Ji ber ku ev komplo niha negiha armanca xwe, ez dibêjim derbasbûyî be!”

    Dîrok 9‘ê cotmeha 1998‘an bû, balafirên şer amade bûn, keştiyên mezin ên şer li benda agahiyekê bûn û fûze amade kiribûn ji bo ku êrîşî Sûriyeyê bikin. Rojnameyên tirk digotin, “An APO yan jî şer!”.

    Birêz Ocalan dema ji Sûriyeyê derdikeve diçe Yewnanistanê ango Atînayê. Bes çima Atîna? Ji ber ku sê roj berê wezîrê yewnan Kostas Baduvas diçe Sûriyeyê û her wiha bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re jî hevdîtinan pêk tîne û gelek sozan dide wî.

    Dema Birêz Ocalan li Atînayê peya dibe, wezîrê ku ew vexwendiye ne bersiva telefonan dide û ne jî li holê heye. Birêz Ocalan rola vî wezîrî di “Parastina Atîna” ya 2003‘yan de wisa vedibêje, ‘Me dûvre fahm kir ku derxistina min a ji Sûriyeyê bi destê wezîr Badavus bi xwesteka Brîtanya pêk hatiye. Ji ber ku ev wezîr ji aliyê dewleta Brîtanya ve hatiye mezin û perwerdekirin’.

    Durûtiya li dijî Ocalan

    Di heman rojê de ango di 9‘ê Cotmeha 1998‘an de Birêz Ocalan zêdetirî 5 seetan li balafirgehê tê rawestandin û bi amadekirina balafireke taybet ji aliyê Wezîrê Karê Derve ve ber bi Moskova tê rêkirin. Bi gotineke din kesên ku ew vexwendiba Yewnanistanê ew tenê dikaribû 5 seetan rake.

    Li Rûsya piştî 33 rojên zahmet û her wiha sozên ku dîsa hatin dayîn û pêk nehatin û bi tevgera çend xayînan Rêberê Gelê Kurd neçar dimîne ku Rûsyayê terk bike û di 12‘ê mijdara 1998‘an de berê xwe dide Îtalya ango Romayê.

    Êdî pêngava Romayê dest pê dike. Dîrokê di van rojan de girêdana kurdan a bi rêberê wan ve dît. Çalakiyên Romayê hê jî di bîra her kurdî û mirovahiyê de ne.

    Di van 66 rojên li Romayê de gelek lîstokên qirêj tên meşandin. Ji aliyekî ve Serokê Îtalyayê wê demê Masîmo D’Alema ku bi rastî jî dixwest alîkariya Birêz Ocalan û kurdan bike û ji aliyê din ve jî durûtiya Yekitiya Ewropayê bi taybet Brîtanya, Fransa û Almanya. Serokwezîrê Îtalyayê li hemû Ewrûpayê digere ji bo piştgiriyê lê mixabin yek dewleta Ewropa jî xwe nade ber vî barî. Ez wisa bawer dikim ku heger Fransa, Brîtanya an jî Almanyayê piştgirî bida Îtalyayê ew ê Rêberê Gelê Kurd bikaribûna li Romayê bimîne.

    Her çiqas dewleta tirk bi şewitandina alên Îtalyayê û eciqandina firîngiyan zextê li ser Îtalyayê dikir û dîplomasiyeke navneteweyî ya bêpîvan li hemberî Îtalyayê dihate meşandin jî Îtalyayê paşde gav neavêt û Birêz Ocalan mecbûrî derketina ji welatê xwe nekir.

    Ocalan nedixwest bibe bar!

    Sedema derketina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di 17’ê çileya 1999’an de jî ev bûn: Ji aliyekî xayînên navxweyî dîsa soz didan ku ew ê Rûsya lê xwedî derkeve ji aliyê din ve jî Birêz Ocalan -weke di mijara Sûriyeyê de – nedixwest li Îtalyayê bibe bar.

    Ji 17’ê çileya 1999’an heya 4’ê sibata 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di navbera Moskova, Atîna û Mînsk de diçe û tê. Di 4’ê sibatê de Birêz Ocalan diçe welatê ku navê dojehê lê tê kirin – Kenya ango paytexta wê Naîrobî.

    Piştî 11 rojan li sefareta Yewnanistanê dimîne bi zextên dewleta Kenyayê û rayedarên yewnanî ew ji sefaretê derdixînin û di 15’ê sibata 1999’an de radestî dewleta tirk dikin.

    Bi vî awayî komploya ku mînaka wê qet li cîhanê û di dîrokê de nîn e piştî 129 rojên ji agir bi dawî dibe û ev roj wek rojeke reş li dîroka kurdan zêde dibe.

    Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan piştî komployê armanca derketina xwe wiha vedibêje, ‘Armanca min ew bû ku pirsgrêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk û aştîyane çareser bikim. Ji bo wê jî min xwest pirsgrêka kurd hilgirim bibim Ewropayê û çareser bikim. Lê mixabin cihê şaristanî û demokrasî û aştiyê nikaribû barê pirsgrêka kurd rake!’

    Dewletên ku tev li komployê bûne

    Serkêşê Komploya Navnetewî bê gûman Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye ku bi destê NATO’yê ev plana qirêj pêk aniye, bi taybet jî serokê wê demê Bill Clinton. Dema em bijmêrin tiliya van dewletan di komployê de hene; dewleta tirk, dewleta Sûriyeyê û hinek rayedarên wê weke General Adnan Badr al-Hasan, Serokê Misrê yê wê demê Hûsnî Mubarek, dewleta Îranê û wezîrê karê derve Kemal Harazî, dewleta Iraqê, dewleta yewnan bi taybet wezîr Kostas Baduvas, dewleta Brîtanya bi destê wezîrê yewnan, dewleta Rûsya, dewleta Belarûs, Yekitiya Ewropayê, bi taybet jî Almanya, Fransa û hinek rayedarên Îtalyayê, bi fikra xwe û tevlêbûna aborî dewleta Îsraîl, dewleta Kenya û her wiha gelek kes û dewletên ku heya roja îro jî nehatine zelalkirin.

    Aliyê balkêş û sosret jî ew e ku dewletên dijber û dijmin weke DYA û Rûsya li ser mijara komployê bi hev re tevgeriyane. Bi vî awayî nêzî 15 dewletan tev li vê komployê dibin û li ser qedera gelê kurd biryarê didin. Ji bo wê em dibêjin bûyera ku mînaka wê heya roja îro ne hatiye dîtin.

    Armancên Komploya Navneteweyî

    Her çiqas ev komplo weke ku li hember kesekî hatibe plankirin jî di bingeha wê de armanc gelê kurd û tevgera wî ye. Bi vî awayî di kesayeta Birêz Ocalan de li hember Tevgera Gelê Kurd û hemû Kurdistanê komploya di dîrokê de ya herî mezin pêk hatibû.

    Dema mirov lê binere dibîne ku armanca komploya navneteweyî hem jiholêrakirina Birêz Ocalan bû hem jî tasfiyekirina Tevgera Gelê Kurd PKK bû. Bi vî awayî hêzên desthilatdar û dagirker ew ê qirkirina sed sal zêdetir li ser kurdan berdewam dikir, bi ser bixistana. Bi gotineke din êrîşeke bo qirkirina cewherê gelê kurd bû. Ji bo wê jî pêwendiya xwe bi pirsgrêka kurd ve girêdayiye.

    Pirsgrêka kurd ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn bi destê dewletên dagirker bi parçekirina Kurdistanê gihîşt asta herî bilind, ji xwe re dikirin armanc ku gelê kurd û vîna wî tune bikin û ji holê rakin. Ji ber wê jî ji destpêka heya komploya navneteweyî tiliya dewletên dagirkir tê de heye. Ji bo wê jî ev komplo bi destê wan hate destpêkirin û meşandin lê neçû serî.

    Dixwestin vîna gelê gurd di kesayeta Rêbertiya wî de bişikînin û kurdan sedan salên din mehkûmî bindestiyê bikin. Lê berevajî wê kurd li derdora Rêberê xwe bûn xelek û zincîr.

    Ji aliyê din ve jî dixwestin bi vê komployê starta şerê 3’yemîn ê cîhanê bidin destpêkirin. Ew ê di serî de li Tirkiyeyê dû re li dewletên weke Sûriye, Iraq, Îran û hwd şer dest pê bikira û belav biba. Dîsa ev hewldan jî bi tevgera Birêz Ocalan hate pûçkirin.

    Tecrîda li girava Îmraliyê

    Ji ber ku armanca bingehîn a Komploya Navneteweyî pêk nehat, bi destê Gladioyê di nava NATO‘yê de weke berdewama komployê tecrîd derkete holê. Belê mirov dikare tecrîdê weke berdewama vê komploya navneteweyî bi lêv bike. Li girava Îmralî tenê yek kes nayê tecrîdkirin, her wiha çareserkirina pirsgrêka kurd jî tê tecrîdkirin. Bi vî awayî pêşeroja gelê kurd û Kurdistanê tê tecrîdkirin. Bi gotineke din vîn û hebûna kurdan tê tecrîdkirin.

    Ji ber ku ji roja Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate girtin heya roja îro, wî ev komplo veguherand û xwest girava Îmraliyê weke navnîşana aştî û çareseriyê bi kar bîne.

    Em bala xwe didinê di dema ku hevdîtin li Îmralî hebe, hemû civaka kurd û gelên Tirkiyeyê di nava wextekî aram de derbas dibin. Her wiha Tevgera Gelê Kurd û gelê kurd bi sekna xwe diyar kirin ku yekane hêza çareserî û aştiyê rêbertiya wan Birêz Ocalan e.

    Di dawiyê de li gorî fikra min divê hemû Kurdistan û gelê kurd ji xwe bipirse, gelo li hember tecrîdkirina vîn û hebûna xwe, têra xwe nerazîbûn nîşan dide yan na?