6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Rûsya: Amerîka bûye aliyekî şer ê Ukraynayê

    Balyozê Rûsya yê Washingtonê Antony Antonov bal kişand ser alîkarî û pştgiriya DYA ya bi Ukraynayê re û da ku xuyakirin ku êdî DYA’yê bûye aliyekî şer. Antonov di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya rayedarên Amerîkayê ên der barê bikaranîna çekên Rojava û wiha got: “Amerîkayê nêzî qiraxa goncaleke taluke dibe, me berê jî gelek caran hişyariya vê yekê kiribû, lê DYA’yê dibe aliyekî şerê li Ukraynayê.”

    Balyozê Rûsyayê di dawiha axaftina xwe de behsa astengiyên li pêşiya hewldanên çareseriya bi rêya diyalogê û wiha got: “Hewldanên dîplomatîk nikarin çalak bibin ji ber ku welatên Rojava, rejîma Zelenskî wekî milîsekî leşkerî li dijî Rûsyayê bikar tînin lewre bersiva me ya ji bo parastina Rûsyayê dê tund û dijwar be.”

    Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken beriya demekê gotibû ku ew li dijî bikaranîna çekên rojavayî li herêmên ku dibe ku tevlî Rûsyayê bibin.

    Lê Blinken roja sêşemê li Washingtonê di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê  Subramaniam Jay Shankar de wiha got: “Me û gelek welatên din helwesta xwe aşkera kir û em ê ti carî pêvekirina axa Ukraynayê ji hêla Rûsyayê ve nas nekin.”