1 Haziran, Perşembe - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pîrozbahiya’ Erdogan bû sedema kuştina zarokekê

Zarokê bi navê Emîrhan Gelgîr ê li Rihayê di pîrozbahiya serketina Erdogan de gule lê ket û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Topdagi ya navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê girseya AKP’ê di bin navê serketina Tayyîp Erdogan de “pîrozbahî” li dar xist. Grûba ku pîrozbahî dikir, gule berdan. Guleyên grûba AKP’ê li zarokê bi navê Emîrhan Gelgîr ê 14 salî ket û birîndar bûbû. Gelgîr ji serê xwe birîndar bûbû û 4 roj bûn li Nexweşxaneya  Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê dihat dermankirin.

Hat ragihandin ku Gelgîr îro tevî hemû mudaxileyên tibê jî jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Bedî-û Zaman hat veşartin.

Hat îdiakirin ku di lêpirsînê de nehatiye tespîtkirin ku gule ji aliyê kê ve hatiye berdan.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram