6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Mohra xwe li têkoşînê dan

    Jinên kurd ên ku bi ked û berxwedana xwe xeta têkoşîna jinan diyar dikin ji aliyên desthilatan ve hedef tên girtin. Lê jinên kurd li ser xeta ku hatiye avakirin berxwedana heyî mezintir dikin.

    Hişmendiya serdest ji dîrokê ve qetlîam û qirkirin her tim li ser gelê kurd ferz kirine. Bi taybetî jî li ser jinên kurd komkujiyên hovane  pêk anîne. Ji van yek jê komkujiya Parîsê ye. Di vê komkujiya 9’ê çileya 2013’yan de pêk hat,  jinên berxwedêr Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi awayekî hovane hatin kuştin. Dewleta tirk 3 sal şûnde li Silopyayê sê jinên pêşeng kuşt. Berdewamiya van komkujiyan her ku îro bi felsefeya ‘JIN JIYAN AZADÎ’yê mezin dibe, komkujî bi rengê navên din berdewam dikin. Vê carê heman hişmendî li Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Parîsê komkujiyeke din pêk anî û yek ji jinên pêşeng Evîn Goyî kuşt. Lê gelê kurd li dijî van komkujî û qetlîaman xeta berxwedanê mezintir dike û ji roja din zêdetir navê xwe li dîroka berxwedanê belav dike.

    Sembola xeta berxwedanê

    Sakîne Cansiz ango Sara damezirînera Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Sakîne 12’ê sibata 1958’an li gundê Tahti yê Dersimê tê dinê. Wê di dilê xwe de hezkirin û azadî nexş kiribû. Şoreşgeriyê ew hîn bedewtir kiribû û bedewiya dilê wê dabû rûyê wê. Sara ji jiyana malê bigire heta nav tekoşîna  azadiyê, li her qadê dibe sembola xeta berxwedanê. Her kes wê bi wêrekbûn û sekna wê ya li hember zaliman nas dike. Bi sekna xwe li girtîgeha Amedê li hember Esat Oktay Yildiran û di hemû jiyana xwe her tim bê tirs bû. Ew bi berxwedana ya li girtîgeha Amedê, li hember îşkenceya Esat Oktay û sekna xwe ya li hember îşkencekar û mêtingeran bûbû mînak ji rêhevalên xwe re. Dema li girtîgehê ye li gorî derfetên xwe ji heval û dostên xwe re nameyan an jî wêneyan dişîne û li pişt wan wêneyan notan dinivîse. Bi van wêneyan moral dide hevalên xwe. Jiyana wê, her tim têkoşîn û şer bû. Şerê wê ji bo jiyana azad, jina azad û civaka azad bû. Sara rêwiya azadî û aştiyê bû. Îro bi hezaran jinên kurd di riya wê de dimeşin û doza wê didomînin.

    Sakîne Cansiz di sala 2013’an de di encama plana MÎT a tirk de li Parisê bi rêhevalên xwe Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re hat kuştin.

    Dengê gelê xwe bû

    Fîdan Dogan ango Rojbîn, nûnera KNK’ê ya Parîsê bû. Rojbîn di 17’ê çileya 1982’yan de li Elbistanê tê dinê. Di 9 saliya wê de ew û malbata xwe ji welêt derdikevin û berê xwe didin Fransayê. Rojbîn bi rûkeniya xwe, têkiliyên xwe yên germ ji qada dîplomasiyê dihat naskirin. Di qada dîplomasiyê de ji bo bibe dengê gelê xwe, karên gelek girîng dabû ser milê xwe. Ji tekiliyên komaleyên mafên mirovan bigire heta sendikayan, ji parlamentoyan bigire heta festîvalan, wê mohra xwe li gelek karên girîng da. Rojbîn ne tenê ji hêla kurdan ve dihat hezkirin, bi sekna xwe, bi tekiliyên xwe yên germ dostên kurdan ên fransizî jî ew baş nas dikirin. Fîdan di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê bi rêhevalên xwe Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re hat kuştin.

    Her tim di nav liv û tevgerê de bû

    Leyla Şaylemez ango Ronahî, 1’ê çileya 1989’an li Mêrsînê tê dinê. Hîn zarok e, malbat ji ber zextên dewletê berê xwe dide Almanyayê. Leyla jina ciwan a dikeve pey heqîqetê, berê xwe dide riya azadiyê. Hîn pir ciwan bû lê gelek tişt xistin nav wan 25 salên temenê xwe. Wek dayika wê jî dibêje Leyla gelek jêhatî û serkeftî bû, ji jiyana malê heta dibistanê; ji karên komeleyê heta yên rêxistinî her tim di nav liv û tevgerekî de bû. Li dibistanê li hember nijadperestiyê her tim têdikoşiya. Li hemberî asîmîlasyonê li nirxê xwe û kurdîtiya xwe xwedî derket. Leyla jiyana klasîk qebûl nekir û bi wê biryarê rêwîtiya wê ya jiyana azad dest pê kir. Ew jî wek Sara û Rojbîn di sala 2013’an de li Parîsê bû hedefa kujeran.

    Pêşenga ziman bû

    Piştî kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê 3 sal şûn de di 4’ê çileya 2016’an de 3 jinên pêşeng di dema pêvajoya berxwedana xweseriyên demokratik de hatin kuştin. Sêvê yek ji jinên pêşeng û berxwedêr Sêvê Demir bû. Yek ji pêşenga pêşxistina zimanê kurdî bû. Jiyana wê her tim kurdewar bû û her kes teşwîqî ziman dikir. Sêvê Demir di sala 1974’an de li gundê Şûtê yê girêdayî Stewra Mêrdînê tê dinê. Malbata Sêvê ji ber zilma dewletê di sala 1995’an de diçin Bismilê demekê şûn de jî diçe Salihliya Manîsayê. Sêvê zilm û zordariya dewletê hê di temenê biçûk de dijî. Ji aliyekî ve ji bo debara malbatê diçû berhevkirina pembû ji aliyê din ve jî di nav xebatên siyasî de cih digirt. Ji HADEP heta DEHAP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk di gelek partî û xebatên siyasî de xebatên xwe meşandin. Herî dawiyê weke Endama Meclisa Partiya DBP di dema qedexeyên derve de ji bo piştgiriyê bide gel çû Silopyayê. Di 4’ê çile de bi Pakîze Nayir û Fatma Uyar re dema ji taxa Karşiyakayê derbasî Yeşiltepeyê dibin ji aliyê maşîneyên zirxî ve tên qetilkirin. Ji bedena Sêvê 11 gule hatine derxistin.

    Xwedî barekî giran bû

    Pakîze Nayir di sala 1990’an de li Gundê Ziristanê yê Silopyayê tê dinê. Di dema valakirina gundan de malbata wê mala xwe dibe Nisêbînê. Pakîze 6 sal şûn de careke din tê Silopyayê. Hê 12 saliya xwe de ji her aliyê ve barê malbatê digire ser pişta xwe. Ji aliyekî ve debara malê ji aliyê din ve li ser rastiya kurdbûna xwe dixebite û tev li xebatên siyasî jî dibe. Di nav xebatên siyasî de herî zêde jî li ser şoreşa jinan disekine û xebatên xwe di vî aliyî de dimeşîne. Weke hevseroka Meclisên Gel a Silopyayê di dema pêvajoya xweseriya demokratik de bi gel re dimîne û di nav gel de ye. Pakîze Nayir bi Sêvê Demir û Fatma Uyar re di 4’ê çileyê de tê kuştin.

    Ciwana çiyayê Gabarê

    Yek ji jinên ku li ber xwe dan û di encama berxwedanê de hat kuştin jî Fatma Uyar e. Di sala 1988’an de li gundê ber çiyayê Gabarê yê bi navê Duhokê tê dinê. Piştî Fatma tê dinê malbata wê ji gund tên navenda bajêrê Şirnexê. Di serê salên 2000’î de xeta berxwedanê nas dike û bi kelecanî tev li xebatên siyasî dibe, xwe bi rêxistin dike. Di nav xebatên ciwanan de cih digre. Di sala 2009’an de tê girtin, 5 salan di girtîgehê de dimîne. Li gelek girtîgehan dimîne û dema tê berdan li herêma Serhedê xebatên xwe didomîne. Piştî Serdhedê tê li herêma Botanê weke endama KJA’yê xebatên xwe didomîne. Di dema pêvajoya berxwedana xweseriyên demokratik de diyar dike ku ew ê li kêleka gel û ji bo gelê xwe li ber xwe bide. Fatma Uyar bi Sêvê Demir û Pakize Nayir re di 4’ê çile de li Silopyayê tê kuştin.