6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Li Wanê bi awayekî sistematîk tewcawuza zaroka 16 salî

    Li navçeya Mûradiye ya girêdayê Wanê ev nêzî 3 sal e ku zaroka 16 salî Y. Ji hêla 40 kesên ku di nav de polîs jî hene bi awayekî sistematîk hatiye tecawizkirin. Zaroka 16 salî ( Y.) van kesan gilî kir

    Her ku diçe destdirêjî û tecawuzên sistematîk li ser jin û zarokan zêde dibin. Ji van yek jî li navçeya Mûradiye ya girêdayê Wanê de hatiye jiyîn. Derket holê ku ev nêzî 3 sal e zaroka 16 salî Y. Ji hêla 40 kesên ku di nav de polîs jî hene bi awayekî sistematîk hatiye tecawizkirin.

    Zaroka ku di dibistana Mûradiye Nîzamettin Aktaş de xwendekar bû piştî sala 2019’an pêşiyê hînî madeya hişbir kirin piştre jî bi awayekî sîstematîk hate tecawizkirin. Her wiha bi hinceta madeya hişbirê bi kar tîne ji dibistanê hatiye dûrxistin. Kesê ku di nav wan de polîs jî hene dîmenê zaroka 16 salî Y. digirin û piştre bi xûkxwazî bi salan tecawîzê wê dikin.

    Navê 40 kesan da

    Ev doza destavêtinê beriya 4 rojan derkete holê. Kesekî bi dengê qêrîna zaroka ku di avahiyeke vala de tê tecawizkirin dihise û gilî dike. Tîmên ku tên cihê bûyerê 6 kesan binçav dikin. Bi vî awayî ev bûyer derdikeve holê. Piştre ji kesên ku tên binçavkirin 2 kes tên berdan 4 kes jî tên girtin.

    Zaroka 16 salî Y. ya ku birin saziya ewlehiyê tiştên ku ev bi salane lê tê kirin vegot; navê 40 kesan ku di nav de 7 polîs, karmendên qaymeqamtiyê  û siyasetmedarên herêmê jî hene da dozgeriyê. Zarokan bi navê Y. navê kesên ku ew hînî madeyên hişbir kirine û kesên ku tecawuzî wê kirine yek bi yek vegotiye.  Her wiha gotiye ku mamosteyê wê yê werzîşê jî bi xapandin gotiye dê wê bibe pêşbazyekê lê wê bi darê zorê biriye cem karmendekî giştî û ew î jî bi zorê dest avêtiyê.

    Hewil didin veşêrin

    Hat zanîn ku piştî ev doz derbasî dadgehê dibe hinek kesên siyasetmedarê heremê û  çavdêrên saziyan dibêjin ku bila ser vê dozê bê girtin bi hinceta ku wê navê navçeya wan xerab derbikeve. Bi vî awayî zordestî li dadgeh û malbata Y.’yê tê kirin. Her wiha tê gotin ku hewil didin vê bûyerê veşêrin û ji bo ku di çapemeniyê de neyê parvekirin zordarî li malbatê tê kirin.

    Lêkolîna li ser doza tecawuza sistematîk di dozgeriyê de berdewam dike. Zaroka 16 salî Y. jî radestî Midûriyeta Xizmetên Civakî kirine.