6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Li ser hevdîtina Lavrov û Kuleba

    Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova piştrast kir ku bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di çarçoveya forûma dîplomatîk a li Antalyayê de, di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitriy Kuleba de hevdîtin pêk anîn.

    Di heman demê de, ne tesaduf bû ku Zaxarova teqez kir ku peywendiya di navbera dîplomatan de li gorî rêketina ku di peywendiya telefona navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan de pêk hatibû de pêk hat. Li ser krîza Ukraynayê û perspektîfên çareserkirina wê nîqaş hat meşandin. Di encama civînê de tu tiştekî ber bi çav derneket holê.

    Li ser asta fermî, ev bû duyemîn platforma danûstandinan piştî ya Belarusyayê ku şandeyên Rûsya û Ukraynayê berî niha çend gerên danûstandinan ji bo çareserkirina aloziyan li dar xistin. Li wir, aliyan li ser çêkirina korîdorên mirovî û rawestandina şer li hev kirin. Her çiqas ev rêkeftin ne li her derê û ne jî her demê pêk hat. Ji pêvajoya muzakereyê hê jî encamên erênî derneketiye.

    Taybetmendiyek din jî ya rewşê heye. Civîn û danûstandinên wezîrên derve yên herdu welatan ji danûstandinên li Belarusyayê asteke bilindtir bû. Ji aliyê fermî ve divê axaftin di mijar û naverokê de jî cuda bû.

    Niha em werin li ser pozîsyona herdu aliyan. Moskowa jixwe wan bi giştî vegotibû. Lavrov bi piştrastbûna Vladimir Pûtîn got ku dê ji krîza Ukraynayê re çareserî bê dîtin. Li gorî wî, daxwazên me; “Di nav xwe de girtina berjewendiyên Rûsyayê di warê ewlehiyê de, bêçekirin û bênasnamekirina Ukraynayê û misogerkirina statûya wê ya bêalî û nenukleerî, naskirina serweriya Rûsyayê li ser Kirimê û serxwebûna Donetsk û Luganskê” ye.

    Der barê Ukraynayê de, helwesta wê di asta fermî de nehatiye diyarkirin. Kuleba di êvara civîna Antalyayê de daxuyanî da û weke ku hate femkirin di hevdîtina bi Lavrov re niyeta wî heye “danûstendinê” bike heger “perspektîf watedar be û bikeve çarçoveya giştî ya pêvajoya muzakereyê.” Wî “vebijêrka kapitulasyona Kîevê” red kir.

    Lê nuansên girîng hene. Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski di hevpeyvînekê de ligel kanala televizyonê ya amerîkî ABC ragihand ku îhtimala gotûbêjkirina mijarên axê bi Rûsyayê re heye û got ku wî li ser mijara endamtiya Ukraynayê di NATO’yê de sar bûye. Wekî din, partiya desthilatdar a Ukraynayê Xizmetkarê Gel daxuyaniyek da û tê de pêşniyar kir ku “Li şûna Peymana Budapeştê garantiyên ewlehiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Tirkiye û cîranên Ukraynayê werin guhertin.” Wekî din, Moskowa tê vexwendin ku bi qanûnî naskirina dewleta Ukraynayê bike.

    Di hevdîtina Lavrov û Kuleba de wê ev mijar hatin nîqaşkirin. Di vî warî de, pisporên Ukraynayê versiyonek pêşkêş kirin ku li gorî wê wezîrê Ukraynayê dê ramana organîzekirina civînek kesane di navbera Zelenski û Pûtîn de pêş bixe. Pêşbînîkirina perspektîvên siyasî yên vê projeyê û herwiha encamên diyaloga Lavrov-Kuleba zehmet e.

    Wezîrê karên derve yê Rûsyayê di peywendiya bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê ku li Antalyayê pêk hat û Enqereyê bi awayekî aktîf lobiya wê dikir, aşkera dike ku ew hewldanên navbeynkariya Enqereyê yên di warê Ukraynayê de paşguh nekir. Di wateyek berfireh de, Moskowa bi hêvî ye ku Enqere têdigihêje ku şansê wê kêm e ku bibe navbeynkareke rastîn ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de. Ev yek di civîna herdu wezîran de bi aşkerayî derket holê.