6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Em hev du çiqas nas dikin?

    Di nivîsa berî vê de min qala dayikeka ji Sûra Amedê kiribû. Dayikê berî 40 salan ji min pirsîbû ku ”Li Konyayê jî kurd hene?

    Di nivîsa berî vê de min qala dayikeka ji Sûra Amedê kiribû. Dayikê berî 40 salan ji min pirsîbû ku ”Li Konyayê jî kurd hene?” Rast e ku wê demê derfet kêm bûn lê êdî cîhan biçûk bûye, di roja îro de mirov dikarê bi pêlêkirineke înternetê, ji zana `google` gelek zanyariyan bi dest bixe. Rexmî vê jî dixwazim di vê nivîsê de `kurdên Konya`, `kurdên Haymana` yan `kurdên Anatoliya Navîn` bi we bidim nasandin ku em baştir ji hev du agahdar bibin.

    Li rojhilatê çemê Sakarya gundekî bi navê Zirqan (ji êla zerikî ne) heye, gundekî biçûkî li ser girekî hişk, req û rût e. Yan jî li Yunaqê gundên canbegan yê li sinorê Afyonê hene. A ji wî xetî, sînorê kurdan ê li rojavayê Anatoliye dest pê dike. Bê guman hîn li rojavayê wir jî kurd hene lê dixwazim bêjim ku heger ji gundê Zirqan an yên canbegan bi peya yan bi hesp derkevî tu ye pê bi pê di nava gundên kurdan re heta Kurdistanê herî. Li bakurê Anatoliyê, li dora bajarên mîna Sakarya, Çankiri, Samsûn, Sînopê jî hinek kom û gundên kurdên Şêxbizinî yên ji hev dûr hene. Lê ji Çeltîk, Polatli, Haymanayê bigire heta Akşehîr û Aksarayê tu yê bikaribî gund bi gund, navçê bi navçê dîsa di nava kurdan re herî… Kurt û Kurmancî, li ve herêmê yan navênda Anatoliyê, piraniya nîştecihan kurd in. Dikarê bê gotin ku ji sedî 70 kurdên bi sê zaravayên kurdî diaxivin li wir hene; belê we şaş nexwand se zaravê! Li herêmê zaravê kurmancî, kurdakî/lekî/lorî/şêxbizinkî û kirmanckî/dimilî tê axaftin.

    Koma kurdan a mezin kurmancîaxêv; piştre şêxbizinî û kirmanckîaxiv in. Şêxbizin piranî li dora Haymana û Polatliyê; kirmanckîaxêv li dora çiyayê Ekecîkê (Aksaray); li cihên din jî bi tevahî kurmancîaxêv dijîn. Kurmanc ji 300 gundan zêdetir, lek 33-36 û kirmanc jî di 16 gundan de belav dibin. Serhejmara şêniyên gundan zêde ye û mirov dikarê bibêje ku bi hesabekî navîn her yek hezar mal in. Texmînî serhejmar jî nêzikî du milyona ne. Heta roja îro jî kurdên li wir, bi zaravayên xwe deng dikin lê mixabin zimanê wan pir lawaz bûyê û gelek tirkî ketiyê nav.

    Heta ku canbexşên netewa me derkevin meydanê, kurdên li Anatoliyê ji alî mamostê, esker û melayên pergalê ve sîstematik dihatin biçûkxistin. Her yekî ji aliyê xwe ve li dij wan êniyeka şerê derûnî vekiribû û dixwestin kurdbûna wan têxin gorên betonî.

    Hinekan digotin: ”zimanê we ne ziman e” hinekan: ”Kurd bi dû/boç in” û hinekan jî bi riya ”guneh, ol û fermanên bimbarek” derûniya mirovan têk dibirin. Gelêk caran bûmê şahîd ku hevalên me li zanîngehan dixwendin bi dê û bavên xwe re gotinê: ”Bi kurdî deng mekin” an ”Bila cîranên min nizanin hûn kurd in!” Di saya bedelên giran de îro kurdên herêmê bi serbilindî xwedî li nasname, hebûn û zimanê xwe derdikevin.

    Xelkê li herêmê jixwe, kurdên li Kurdistan û yên li cihên din jî dipirsin ku; kurd kêngî û çawa çûne navênda Anatoliyê? Helbet jê re bersiva dûr û direj pêwîst e… Heger mirov bêjê ku kurd di serdêma Xoriyan de li wir hebûn kes bi wê yekê bawer nake. Bêjim ku dora salên 1080’an li Kutahya, li 1165’an de jî li Konya, Kayserî, Kirşehîr, Enqere, Haymana û Polatliyê kurd hebûn, hûn ê bêjin va çi dibêje? Yan jî, yek îdîa bike ku kurdan mirîtiyên mîna: Germiyanî (1260), Qeremanî (1250), Menteşe (1261), Çandarî (candayî, 1291), Sor/Dulqadirî (1337), Remezanî û hwd damezirandine, dibe ku hinek kes navên eceb lê bikin… Ya herî balkeş jî heger bêjin kurdan mirîtiya Osmaniyan damezirandine! Dizanim ku hûn ê bêjin ew dîn bûye… Bi dîtina min van îdîayan aliyekî xwe yê rastî heye! Heger em pirsa berdewam bikin bêjin gelo kurd di salên 1480 an di serdêmên pişt ve de jî li Anatoliyê hebûn? Bersîva min a bibe: belê hebûn…

    Di ve nivîsê de dixwazim bi kurtî be jî çarçova çûyîna dawî ya ber bi navênda Anatoliye xêz bikim. Hinek kes dibêjin ku ew ”Gawestiyan ne” gayên wan westiyan û li Anatoliyê mane; hinek jî dibêjin ketin dû pezên xwe û li wir man. Ev îdîana ne rast in. Rastî ew e ku bi zor û zilma osmaniyan li wir hatin bicihkirin û li ser vê gelek belge û ferman di arşîva osmaniyan de hene.

    Dema kurdên niha li herêmê hatin bicihkirin, ew di nava pergala zendî û êlî/eşirî de bûn; di demên cuda de û ji cîhên cuda çûn. Dora salên 1500 an reşî û êlên bi wan re tevdigerin di navbera Semsûr/Meletî-Helebê de; yên di bin sîwana canbegan de li dora Gola Xwê û Qizilirmak; şêxbizinî sala 1539 an de li Kastamonû û Erzirûm û di sala 1600 an de li Çorum ê; têrikî, mirdêsî, sewêdî, şêxikî, dimilî (1522) li dora Amadê; sinemilî li dora Mereş-Edenê koçber û nivkoçber dijîn. Helbet di bin sîwana her zendeka kurd de bi dehan êl û serhejmareke wan a pir mezin hebû. Hinek ji wan 80, hinek 40 hezar malbat bûn…

    Osmaniyan zend û êlên kurd ji bo xwe wek xeter didîtin, dixwestin wan belav bikin; ji wan bacê û eskeran bigrin; li sinorên xwe bi ereban re bi cih bikin ku dawî li talan-êrîşa wan bînin. Ji bo zenda reşiya ya li Semsûrê, di sala 1692’an de ferman derxistin ku ew li Reqa, Hema û Humsê bi cih bibin.

    Di sala 1695’an de bo canbegan û piştre jî ji zend û êlên din re ferman hatin derxistin. Bi gelêk lîstikan êl li wan herêman bi cih kirin. Lê reşî û êlên li dora wan di sala 1698’an de vegerîn Torosan. Dewletê li cihên stratejîk `derbend` an cerdewan bi cih kiribûn ku kurd venegerin. Li çiyayê Torosan bi dewletê re sê mehan şer kirin û di dawî de kurd têk çûn. Di vî şerî de reşiyên nîştecih jî ji neçarî alîkariya dewletê kiribûn. Xeftan li 30 serokên êlan kirin, ew li ser keran di nava xelkê de gerandin û piştre jî serê wan jê kirin! Hinek gelî ji serê kurdan tiji kirin… Lê gotin: `hûn dikarin encax herin çola Anatoliyê` û ew jî neçar çûn. Dema hatin şêxbizin/lek jî bi wan re bûn û di sala 1721’an de beşek jê di navbera Îznîk û Sapancê de bi cih kirin. Sala 1779’an dimilî li Ekecîkê bi cih kirin; 1715’an de jî canbeg vegerîn navênda Anatoliyê û ji Cîhanbeylî bigire heta Çeltîkê bi cih bûn. Di salên 1862/65’an de jî êlên li dora sinemiliyan li Sariz û Pinarbaşi ye bi cih kirin.

    Li Kesîkkoprû ya Enqerê derbend (meqerê cerdevanan) hatibû dirûst kirin ku kurd dîsa venegerin Kurdistanê. Kurdên li herêmê di navbera salên 1698-1830’an di navbera Sêwas-Enqerê de koçber jiyan û piştre xani çêkirin û bi cih bûn.