6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Pastiya xalê min

    Xalê min, birayê diya min ê herî mezin û pir bi hêrs bû, her çi diya min behsa xalê min dikir, carana bi ser bilindî û carana jî bi tirs behsa wî dikir. Digot; dema em di malê de zarok bûn, heta mezin bûn, tirsa wî ya mezin li ser me hebû, ew di biçûktiya xwe de bi hêrs bûye, me ew wusa nas kir. Hemû malbat, der û cînar û yên ku me nas nedikirin, ew jî ji wî ditirsiyan, ne ku ji ber lêdan û xerabiyê, hêrsa wî ji her tiştî re dihat.

    Min ew baş nas nedikir, ew li bajarekî mezin dijiya, em jî li bajarekî wek gundekî dused salî de dijiyan lê bi ya min em baş dijiyan, her çiqas xelkê din em biçuk didîtin, bi dîtina wan baştir bû jiyana me.

    Her sal, dema me koçberî zozanan dikir, hemû malbata diya min dihat dîtina wê, diya min dizanîbû ew ê kengê bên. Ji bo wê jî çend rojan berê haziriya hatina wan dikir.

    Ji bo wan goştê hişk, rûnê nivîşk, mastê bêav û wek penêr, penêrê teze, kilorên bin sêlê (binsêl), ji bo razana wan jî nivînên herî baş, çarşefên qerqaş û her wekî din amade dikir. Heta ku ewana dihatin û diçûn, me canê xwe dida. Diya min digot; xalanê we ji filan tiştî hez dikin, bêvan tiştî hez nakin, em wek eskerê bêziman li der û dora wan diçûn û dihatin.

    Piştî çend rojan, xwarin û vexwarina wan, xizmekariya wan ava devê me dimiçiqî. Diya min hemû xwarinên xweş dida ber wan, bavê min jî caranan li tenişta wan rûdinişt, tevî wan xwarin dixwar. Hurmeta bavê min ji hemûyan re zêde zêde hebû, heta dawiya emrê xwe jî wusa bû.

    Rojekê diya min ji xalê min re got; pastiya (berstûka) mîntanê te qirêj bûye, ka derxe bila keçik bişon. Wî jî got; Mîntanê min sipî ye, naxwazim dema şûştinê rengê wan bên guhertin. Diya min got; ev ava çemê me cil û bergên me qerqaştir (spî) dike.

    Min mîntanê xalê xwe bir şûşt, rastî jî wek bere qerqaştir bû, min ew avêt ser dara çekemê (dara çekeme, navê din ê dara çamê) bû nîvro şûn de, xalê min got here wî mîntanê min bîne ka bibînim çiqas qerqaş bûye?

    Min bi hêzeke mezin mîntan ji ser dara çekemê hilda û da xalê xwe, diya min bi lez hat kêleka min, bi dengekî nizim got; te pêjgîrek ne danî bin wî mîntanî? min got; naaa!

    Çima çi bûye? Got binêr, hemû şiklê dara çekemê rengê xwe daye ser mîntanê xalê te, em ê niha çawa bersiva wî bidin?

    Min got Xalo, heçî gava tu wî mîntanî li xwe dikî, wê her tim bêhna çekemê ji te bê, ew bêhn wê te ji gelek tiştan biparêze. Xalê min ne xwest ez xemgîn bibim, wusa li min mêze kir, got; rastî jî bêhneke xweş jê tê, li aliyê din ji bo diya min ji ber hêrsa xalê min xwe veşêre û biparêze got; min ew xwarinên ku tu jê hez dikî hemû hazir kirine.

    Ji zivistanê heta bihara derengî ew têra we dikin, ger xwestekên te yên din hebin beje. Xalê min fêm kir ku diya min hê jî jê ditirse û got; na, mala we ava, ev bêhna pastiya min ji min re bes e… Ew çûn lê tirsa diya min hê jî neçû heta demeke dirêj.  Sala din em ê binêrin ka pastiya xalê min çawa bû?