6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Staretejiya hevokên relatîf

    Mijara hevokên kompleks bi navê hevokên hevedudanî ve di nava rêzimanên kurmanciyê de heye. Di nava hevokên kompleks de, mijara ku di zimannasiya kurmancî de herî tevlihev e, mijara hevokên pêreyî yên rengdêrî ye ku em jê re dibêjin “hevokên relatîf” jî.

    Di avakirina şayesên vegotinî de, di ber vegotina bûyeran ye bi lêkeran re, rengdêr û hoker ji bo têgihîştina şikl û şemalê pêkhatina bûyerê û hûrgiliyên li ser navdêrên nava hevokê, weke alavên sereke diyar dibin. Gava ku rengdêr ji hevokekê pêk hatibe, hingê hevoka pêreyî ya rengdêrî (relatîf) peyda dibe ku di nava hevokeke sereke de ye.

    Me berê hewl dabû ku em model û şayeseke zelaltir li ser relatîfan (hevokên pêreyî yên rengdêrî) ava bikin, lê ew modela me ya destpêkê ne bi dilê me bû. Lewre, hevokên pêreyî yên rengdêrî, di zimanê kurdî de, carinan di nava hevokê de digel navdêra xwe ku dibe jiberka wê (an jî antecedant) û carinan jî bi awayekî ji navdêrê qutbûyî tê bikaranîn. Stratejiyeke zelal tê de xuya nedibû û em jî bi modela xwe ve qane nedibûn. Ji ber ku lêkolîna destpêkê bû, me encameke zelal jê bi dest nexistibû. Pêwîst bû ku me lêkolîneke nû bikiraya ku hişmendiya kurdî ya van celebên hevokên pêreyî jî pê baştir bihataya pênasekirin. Me dîtiye ku hin lêkolînerên kurd (Mikaîl Bilbil, Ergîn Opengîn, Guneş Kan, Netîce Altun, Umran Aran) piştî Guman1’ê li ser relatîfan nivîsîne, lê belê ji bilî dubarekirina modela me, zanînên me bi pêş ve nebirine û ji dêleva pêşxistina zanistiyê, hewl dane ku agahiyan bikin yên xwe, ku ev jî eybeke din e. Lewma em her li vî celebê hevokên pêreyî vegeriyan û me ew modela xwe her zelaltir kir û me pirsî : Relatîfên kurmanciyê kengî navxweyî ne û kengî derveyîn in? Gelo stratejiyeke zelal di cîhê relatîfê de heye yan keyfî ye?

    Di van her sê mînakên jêrê de ku ji romanên kurdî hatine girtin, em relatîfên navxweyî dibînin. Ev relatîf bi bandora zimanê tirkî ve ava bûne, lewre weke ku me di Guman1 de gotibû, gava ku du lêker (lêkera hevoka sereke û lêkera hevoka pêreyî) li pey hev bin, bêtir rengê zimanê tirkî dide ku hevoksaziya wî relatîfan weke navxweyî bi kar tîne.

    1- Li dora wî cihekî bikarîbûya cixare jê bikirriya jî tune bû. (Lokman Ayebe, Jar lê Sermest, p. 28)

    2- Kompartiman hinekî tarî ye, eger meriv kesê nex¬uyayî yê ko ev foto kişandiye nehesibîne, ji Celadet pê ve tu kesê din nax¬uyê. (Mehmed Uzun, Bîra Qederê, p. 134-135)

    3- Tiştê ku bikarîba çemê Xerzan di destpêka biharê de bida sekinandin tunebû. (Mahmûd Baksî, Gundikê Dono, p. 8)

    4- Bitenê destê ko dirêjî pertûka li ber bû dît. (, Mendik, p. 171)

    5- Ew filmekî ku mirov bi girî dike ye. (ji nûçeyeke malpera Diyarname)

    Mînak 2, bi awayekî balkêş ve bîhnokê ji bo cudakirina hevoka relatîf bi kar tîne. Di zimanê devkî de, bêhstendin an rawestinek şûna vê bîhnokê digire, da ku hevoka sereke û ya relatîf ji hevdu cuda bibin. Hingê, axêver pêdiviyê pê dibîne ku relatîfê bi awayekî zelal ve destnîşan bike.

    Erka rengdêriyê di vegotinê de girîng e, lê belê gava ku bandora zimanê tirkî hebe, hevok hem giran dibe, hem jî kurdên ku bi tirkî nizanin, dikarin bi van hevokan ve ecêb bimînin.

    Korpusa romanên kurdî gellek mînakên bi vî rengî nîşan dide. Mînakên berdest bi me didin fahmkirin ku bêtir di relatîfen digel bireseran de tevlihevî heye. Lê, sînorên vê gotara me derfetê nadin ku em hemû mînakan bi berfirehî şîrove bikin. Lewma em ê xwe bi mînakên temsîlî ve bi sînor bikin û di çapa Guman1’ê ya nû de vê mijarê berfirehtir bikin.

    Me bala xwe dayê ku di relatîfên digel kirdeyan de pirsgirêk kêmtir e. Lewre kirde di serê hevokê de ye û bîhnok dikare jê re bibe çare, da ku tevlihevî ji holê rabe. Hingê kirde îzole ye. Ev îzolebûyina kirdeyê dê ji me re bibe çavdêriyeke kêrhatî. Lê hevokên digel lêkera bûyin an hebûnê, gava ku relatîfekê di nava xwe de vedihewînin, dibin pirsgirêk, weke mînaka 5’an. Me hingê rengdêra işarkî pêşniyar kiribû :

    Heger em mînaka 5’an li gorî modela Guman1 ji nû ve ava bikin, em ê vê mînaka jêrê bi dest ve bixin:

    – Ew filmekî ku mirov bi girî dike ye. (Diyarname)

    Ew filmekî weha ye ku mirov bi girî dixe.

    Rengdêra işarkî alîkariya zelaliyê dike û em dibînin ku derfetê dide ku weke relatîfa derveyîn were bikaranîn. Lewre, gava ku du lêker (ya sereke û ya pêreyî) digihîjin hevdu, bi taybetî jî lêkerên bûyin û hebûn yek ji van her du lêkeran bin, bandora fiilimsiyên (sifat fiil) tirkî xuya dibe. Romanên kurdî carinan hevokên weha bi hişmendiya kurdî ve jî nîşan didin :

    6- Belê, ev trêna pêşîn e ku wê niha here. (Mehmed Uzun, Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, p. 58)

    7- Tiştin hene ku nayên gotin. (Medenî Ferho, Mîrze Meheme, p. 75)

    Mînaka 3 û mînaka 7, weke du stratejiyên dijber xuya dibin. Li gorî me, mînaka 3 bi hişmendiya tirkî ve ava bûye.

    Em dibînin ku li hember mînakên destpêkê, ev mînakên 6 û 7 hingê mînakên relatîfa derveyîn nîşan didin. Di hevokên negerguhêz de (6) kirde dikare bi relatîfa derveyîn ve were bikaranîn.

    Lê, mînaka 7 nîşanî me dide ku nediyariya navdêrê jî divê bala me bikişîne, lewre me di korpusa romanên kurdî de dît ku gava ku navdêrêk nediyar be, relatîfa derveyîn dikare pê re were bikaranîn.

    Em bala xwe bidin van mînakên              jêrê yên temsîlî :

    8- Zilamek hat ku erebeya wî    xweşik bû.

    9- Keçek hat ku kirasê sor lê bû.

    10- Keçika ku kirasê sor lê bû, hat mala me.

    11- Memedê ku restoranta wî heye, keçikek dît.

    Em di van mînakan de dibînin ku relatîfa navxweyî (an jî sînordar) ji bo kirdeyan nabe pirsgirêk. Lê belê ji bo ku bireser digel relatîfeke derveyîn were bikaranîn, divê bireser navdêreke nediyar be.

    12- Zilamekî ku restoranta wî heye, keçikek dît ku kirasê sor lê bû.

    Di vê mînakê de, digel ku kirde jî û bireser jî navdêrên nediyar in, relatîfa derveyîn bireserê dişayesîne. Weke mînakên jêrê:

    13- Min keçek dît ku kirasekî sor lê bû.

    14- Zilamî pirtûkek xwend ku behsa Kurdan dikir.

    15- Min hevalekî xwe dît ku navê wî Robîn e.

    Îzolasyon di rewşên relatîfên nava daçekan de û herweha di rewşên relatîfên weha de ku jiberka wan bi rengdêra işarkî ve hatiye destnîşankirin, weke rêyeke çareseriyê diyar dibe.

    Di kurmanciyê de, xema tevliheviya nava hevoka kompleks dikare bi awayekî din jî were çareserkirin ku relatîfa îzole weke rêyeke vê çareseriyê diyar dibe.

    Kurtkirina hevokê bi dabeşkirin û îzolekirina alava relatîf ve, dikare rêyê li ber tevliheviyê bigire.

    Hingê pêşî navdêr teva relatîfa xwe tê nîşandayin û bi dû re hevoka sereke tê danîn.

    16- Zilamê ku tu behsa wî dikî, min doh ew li sûkê dît.

    17- Mala ku te firotibû min, min jî îsal firot birayê xwe.

    Di stratejiya cîhê relatîfan de, divê mirov bizane ku :

    – Relatîfa navê diyar tim pê ve ye û weke relatîfa navxweyî bi cîh dibe, ji ber ku ew relatîfa sînordar e.

    – Relatîfa derveyîn tim kirdeyê yan biresaran weke navdereke nediyar nîşan dide.

    – Gava ku kirde û bireser bi hev re navên nediyar bin, bireser di ser kirdeyê re ye; hingê, relatîfa derveyîn bireserê nîşan dide.

    – Ji bo ku relatîfa navxweyî bêhna xwendinê fireh bike û barê hevokê sivik bike, mirov dikare rengdêrên îşarkî yên mîna weha û hanê bi kar bîne, da ku relatîfa navxweyî bikare weke relatîfa derveyîn were bicîhkirin.

    18- Ez wê malê dibînim a ku tu behs dikî

    19- Ez li ber wê malê me a ku tu behs dikî

    20- Ez ji malê hez dikim, ew a ku tu behs dikî

    21- Ez li ber wê malê me, a ku tu behs dikî

    22- Di nava wê malê de me, a ku tu behs dikî

    23- Wê mala ku tu behs dikî, ez di nava wê de me

    Daçekên kurdî yên dualî (bi … re, di … re, ji …. re û hwd.) ji bo relatîfan dikarin bibin pirsgirêk ku romanên kurdî dîsa bi bandora tirkî ve gellek mînakan nîşan didin. Mînaka 22 nîşan dide ku rengdêra işarkî dîsa ji bo derveyînkirina relatîfa navbera daçekên dualî dibe rêyeke çareseriyê. Lê modela îzolekirinê jî dikare jê re bibe çareya xurt. Di vê modelê de, navdêr tê îzolekirin û di nava hevokê de bi rêya cînavkê ve tê dubarekirin.

    22’- Mala ku tu behs dikî, ez di nava wê de me.

    Hingê em fahm dikin ku gava ku jiberka relatîfê di nava daçekeke dualî de be, hingê bi xêra modela îzolekirinê ve, relatîf dikare weke relatîfa derveyîn were bikaranîn.

    Hingê ji bilî relatîfa sînordar û relatîfa derveyîn, em dibînin ku relatîfa îzole taybetmendiya herdu relatîfên din bi kar tîne.

    Dikare weke sînordar were bikaranîn:

    24- Jina ku tu behsa wê dikî, doh min ew li sûkê dît.

    25- Ez ji wan jinan hez dikim ku serî li ber şîddetê natewînin.

    26- Ez ji wan jinan re dibêjim, yên ku serî li ber şîddetê natewînin.

    27- Min nameyek ji wan jinan re şand, ew ên ku serî li ber şîddetê netewandine.

    Mînaka 26 dubarekirina bi rêya ezafeya relatîf ve nîşan dide ku ew jî alîkariya avakirina relatîfa derveyîn         dide me.

    Herweha, bala me kişand ku di celeba relatîfa îzole û derveyîn de, bikaranîna ergatîfê dikare têk biçe. Lê, dikare were parastin jî.

    28- Bavê min bi wî hevalê xwe re hat, ew ê ku xaniyek li taxa jorê kirrîbû.

    28’- Bavê min bi wî hevalê xwe re hat, wiyê ku xaniyek li taxa jorê kirrîbû.

    Weha diyar e ku, di mînak 28 de, relatîfa îzolekirî, ji ber referansa navê jiberka relatîfê, têkîliya cînavka kirde û lêkera gerguhêz ji holê radike, lewre erka wê cînavkê nîşandayina jiberkê ye û hingê têkîliya ligel lêkerê qiymetê xwe wenda dike.

    Bi vî awayî, me modela xwe zelaltir kir. Em ê di çapa Guman1 ya nû de, vê mijarê bi mînakên berfirehtir ve şîrove bikin, lê ji bo alîkariya mamoste û zimannasên kurd, me xwast em li vira bi xalên sereke ve modela xwe pêşkêş bikin.