6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Rêya 3’yemîn

    Dema ku min vê nivîsî di nivîsî hem li bakurê Kurdistanê hem jî li herêma Marmarayê telaş û heyecaneke mezin hebû. Piştî kongreya xwe ya 5’an HDP’ê ji bo mîtîngên li Amed û Stenbolê hîn jî xebat dimeşandin. Parlementer ji aliyekî ve, endam û rêveberên HDP’ê ji aliyekî din ve, di milê gel de ev xebat dihatin meşandin. Li gorî van xebatan em jî di wê baweriyê de ne ku wê keda wan vala neçûbe û mitîng bi ezamet derbas bûbin.

    Ev mitîng li dijî şer ji bo siyaseta aştiyê, li dijî kedxwariyê ji bo ked û heqê, li dijî tecrîdê, azadiyê, li dijî mêtingerî, talan, rant, êş û azaran jî vexwendin-nameya ji bo jiyana nû bû. Şert û mercên jiyana li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê li ber çavan e. Li aliyekî şerên dijwar û li aliyê din jî rant û kedxwariyeke mezin a li ser xwîn û şer.

    HDP li dijî vê rewşa kambax dixwaze bi bîra me hemûyan bixe ku rêyeke din heye. Mirov ne mehkûmê vê rewşê ne. Lê ji ber ku mirov dest li vê rewşê wernadin ew jî li gorî hêz û qeweta xwe musebîbê vê rewşê ne. Em çiqas desthilatdaran, dîktator û kompradoran bidin ber tîrên rexneyan jî ev karekî badilhewa ye. Lazim e, em tîrên rexneyan ber bi xwe ve bikin.

    Serdest bi argument û alavên xwe yên bîrdozî ku li cihekî weke Tirkiyeyê avadaniya wan, dibistan, mizgeft, qişle û malbat in, her roja Xwedê, rizayê hildiberîne. Civakê razî û rizî dike, ditevizîne. Bi rêya van sazî û avadaniyan, civak û ferd dike evdê pergala xwe. Xwe dixe şûna reb û îlahan. Dixwaze hemû fermanên wan weke ayet û suretan bên dîtin. Kes li ber wan ranebe.

    Dêhna xwe bidinê saziyeke weke Diyanetê li Tirkiyeyê heye; ev sazî beriya bi çend rojan, der barê buhabûna kel û pelan de ji bo pêşî li rexne û nerazîbûnan bigre, tiştinan gotin. Dibêjin; Xwedê buhayê tayîn dike.  Yanî camêr dixwazin bibêjin ku nebî nebî nebêjin, ev û ew buha bûne, biçin li mala xwe tewekulê bikin. Ev ji Xwedê hatiye, îmtihan û ezmûn e, îsyanê nekin. Kesên ku van tiştan dibêjin jî di xan û manan de dimînin û her diranekî wan jî teamekê dixwe.

    Serdestên van polîtîkayan dimeşînin, dixwazin hemû mirovên di bin hukma wan de ne, wisa bawer bikin ku çareserî bi şer û kuştinê dibe. Dixwazin hemû mirov jê bawer bikin ku derdora vî welatî bi dijminan hatiye rapêçan. Heke ev ji ser post bên xwarê wê ev welat çem û çem biçe. Dijminê ku niha weke hutê heftserî nîşanî civaka xwe jî didin, gelê herî mazlum ê vê erdnîgariyê ye, kurd in. Kî nedîbe, nebîna berê bibêje ku kurd bi balafirên xwe yên F16, SÎHA û ÎHA’yan her roj li bajarekî tirkan pêşengekî/e wan dikujin. Bi tank û topan her roj çiya û baniyê wan bombe dikin. Ciwanê van bi çekên kîmyewî û taktîk nukleerê qetil dikin.

    Mirov dikare ji mînakên derewên wan bi cîldan pirtûkan binivîse. Lê mijara me ne serdest in. Mijara me ji bindestiyê rizgarbûn û serbestiyet e. Heta bindestî bidome, serbestî pêk nayê. HDP bi van mitîngan rêya rizgariya ji bindestiyê jî û xebata di oxira serbestiyê de jî nîşan dide. Gotina; “Çareserî em in!”bi tenê dirûşmeyek nîn e. Di nav xwe de hêz û hêviyê ji bo her kesî dihewîne. Her çi qesî li dijî vê serdestiyê ye lazim e bizanibe ku ji bo guherandina vê îqlîmê berpirsyariya wî/ê jî heye. Ti serdest wisa jixweber hikma xwe betal nekirine.

    Dema ku ew lehiya boş û xurt a gel rabe, li berê ti bendeke serdestiyê namîne. Dêhna xwe bidinê zarokên qewmê çiyê bi canbexşane her roj nîşanî me didin ku mirov dikare li ber hemû zordestiyan bisekine. Heta bi tenê sekin jî na, mirov dikare derbê li vê hikûmraniya xwîn û xirarê bixe.

    HDP jî ku weke projeya Rêberê Gelan siyaseta dmeokratîk dimeşîne, bi rêya sêyemîn, me hemûyan vedixwîne  vê têkoşîna serbestiyê. Dixwaze para me jî di vê serketinê de hebe. Dixwaze em xwe biêşînin, xwîdana xwe birijînin. Da ku em bi qîmeta vê serketinê jî baş bizanibin. Îro ne ew roj e ku em behsa kêm û kurtiyan bikin. Îro bangek hatiye kirin; li dijî şer, li dijî tecrdê, li dijî mêtingerî û kedxwariyê. Roj ew roj e ku em di milê HDP’ê de nîzama nû ava bikin.

    Her civak û gel, her bîr û bawerî encax divê nîzamê de bêtirs bikaribe bijî. Ji xeynî vê nîzamê hemû rêyên berê hatine ceribandin. Ji bilî şidandina qeyd û le’leyan ti xêra wan ji kesî re nebûye. Îro roja şikandina zincîran û serbestiyê ye. Gelê kurd ev sed sal e êş û azarên mezin kişandin. Ev rewş ji bo kurdan dişibe reşetariya beriya sibehê. Dike Roj hilbê. Ewqas nêz bûye mexsed û miraz. Hinekî din em çongên xwe bişidînin, awirên me bila li armancê bin.

    Heke em ehlê armancê ne ti alav nikare me ji rêya me avarê bike. Dîrok bi mînakên wiha tijî ye. Li vê derê pirsa girîng ev e; em çiqas dixwazin ji bindestiyê rizgar bibin, em çiqas serbestiyê dixwazin? Serbestiya ziman, çand û nasnameya xwe, heqê xwe em çiqas dixwazin? Ji bo em bigihîjin armanca xwe em diçqas dixebitin, kedê didin? Ên bersiva dirûst didin li cem HDP’ê ne. kerem bikin hûn jî werin.