6 Sibat, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Aramê 13 pirtûkên nû çap kir

    Weşanxaneya Aramê sala 2022’yan  bi çapkirina 13 pirtûkên nû bi dawî dike.

    Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir. Romana “Dildarên Feraşînê” ya Elî Çabuk, çîroka “Bazinê Pola” ya Tîtal Elî Adiman, wergera bo kurmancî ya 6 klasîkên zarokan, pirtûka Hatip Dîcle ya bi navê “Efrîn Direniş Günlüğü” û seta Nupelda Engîn a bi navê “Unutulmasınlar” ku ji 4 pirtûkan pêk tê, di refên pirtûkfiroş û malperên online de cihê xwe girtin.

    Dildarê Feraşînê

    Romana Elî Çabuk a bi navê “Dildarên Feraşînê” ji 352 rûpelan pêk tê. Di danasîna li ser bergê dawî ya pirtûkê wiha tê gotin: “Te got ku grûba duyemîn, bila ji aliyê rojava ve êrîş bike. Lê belê ew alî pir asê ye û cihekî guncav ku wê grûbê biparêze li wir tune ye. Loma veqetandina dozdeh hevalan ji bo vê grûbê pir e. Lewre dê di cihekî zehmet re derbasî wir bibin. Loma divê em wê grûbê sivik bigirin. Ji ber ku heger dijmin zû bi hevalan bihese îhtimala ku em derbeyekê bixwin jî heye. Ji ber van sedeman gişan, pêwîst e em vê grûbê bi şiklekî taybet bigirin dest û hevalên bijare tê de bi cih bikin. Lewre hêza ku encama çalakiyê diyar bike ev grûb e. Bi kurtasî serkeftin jî, binkeftin jî bi vê grûbê ve girêdayî ye…”

    Bazinê Pola

    Pirtûka çîrokan a bi navê “Bazinê Pola” ya Tîtal Elî Adiman ji 120 rûpelan pêk tê. Danasîna li ser bergê dawiya pirtûkê wiha ye: “Dengê Tekîn him bilind bû û him ji pir zîz bû. Hema bi gotinên wî re bû xurme xurma guleyan. Leşker li biniya me, li rastê bûn. Em li berwar bûn û nêzî zinaran bûn. Min hema zûka bi lezgînî hesp ber bi zinaran ve kişand. Hê me xwe negihandibû zinaran, gule wek taviya teyrokê bi ser me de barîn, hespê şînboz di destê min de ket erdê. Tekîn ji ser pişta wî kete xwarê û ber bi jêr ve tilol bû. Min jî xwe avet erdê û ber bi aliyê ku gule jê dihatin ve çend gule reşandin. Kêliyekê dengê guleyan sekinî. Şînboz birîndar bûbû. Xwîn ji birînên wî diherikî û berf bi xwîna şînboz sor bûbû…”

    Girava Xizînê

    Weşanxaneya Aramê ku berî jî 11 pirtûkên klasîkên zarokan wergerî kurmancî kiribû, ev car jî 6 pirtûkên nû li pirtûkxaneya zarokan zêde kir. Yek ji wan jî “Girava Xizînê” ya Robert Louis Stevenson e. Ev romana ku ji hêla Mem Farqînî ve hatiye wergerandin ji 360 rûpelan pêk tê. “Girava Xizînê” ku ewilîn di sala 1881’ê de di kovarekê de wek tefrîqe hatiye weşandin him bi atmosfer û qerekterên xwe him bi vegotina xwe ya kelecan a ji bo nêçîra defîneyê, heta îro jî xwêndevanên xwe cezb kiriye.

    Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng

    Romana Mark Twain a bi navê “Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng” ji 240 rûpelan pêk tê. Navê resen ê berhemê “Adventures of Huckleberry Fınn” e. Pirtûk ji hêla Nîhat Baran ve hatiye wergerandin. Serpêhatiyên Huckleberry Finn, romana ewilîn a nivîskarê amerîkî Mark Twain a ku di sala 1884an de hatiye weşandin. Huckê bêperwerde, xwediyê baweriyên batil ji bavê xwe yî bêkar û serxweş direve. Bi kolê reşik Jim re ku wek wî qaçaxe li ber robara Mississippiyê dikeve rêwîtiyek bi serpêhatî. Twian di romana xwe de portreyên her cure mirovên ku li herdu aliyê qeraxê dixebitîne. Di heman demê de li hin cihên bi uslûbeke îronîk vegotinên xwe dibêje.”

    Încî

    Romana John Steinbeck a bi navê “Încî” ji hêla Nihat Baran ve hatiye wergerkirin û ji 144 rûpelan pêk tê. Navê romanê yê resen “The Pearl” e. Danasîna dawiya pirtûkê wiha ye: “Li navçeyê tim tim behsa înciyek mezin dikin. Behsa çawaniya dîtina wê ya ewilîn, di dûv re çawaniya wendabûna wê dikin. Behsa Kinoyê masîvan, jina wî Juanna û zarokê wan Coyotito dikin. Çîrok ewqas hatiye dubarekirin ku êdî di hişê herkese de cih girtiye. Wek çîrokê din yên di dile mirovan de cih girtine div ê çîrokê de jî tenê baş û xerab, reş û spî heye navbera wan tune. Heke ev çîrok metelokek dersgirtinê be belkî herkes li gor xwe dersek jê digire, jiyana xwe li gor vê çîrokê şîrove dike.  Nêse li navçeyê wiha dibêjin ku…”

    Mîrko

    Romana Antoine De Saint-Exupêry a bi navê “Mîrko” ji hêla Menaf Osman ve hatiye wergerandin. Navê resen yê romanê “Le Petit Prince” ye û 144 rûpel e. Ev pirtûka nivîskar û pîlotê Fransî Antonie de Saint-Exupéry ya di sala 1943’an de hatiye weşandin, heta niha li 210 ziman û zaraveyî hatiye wergerandin.

    Danasîna dawiya bergê pirtûkê wiha ye: “Balefira nivîskêr ji nişkêve xerab dibe û ji bêgavî li Çola Sahrayê datîne. Li çolê rastî Mîrko tê. Mîrko ji nivîskêr re dest bi behsa cihê ku lê dijî û serpêhatiyên xwe dike. Li gorî vegotina wî,  ew mîrzayek bi tena serê xwe li asteroîda B- 612 dijî ye. Di gerestêrka xwe de gula pir jê hez dike, xwedî dike. Dixwest bi awayê herî baş li gula xwe binêre. Ji bo rêyên sûdewertir peyda bike, neçar maye ku biçe gerestêrkên din. Di gerestêrka qralî de bengîniya otorîteyê, di ya hunermend de ezezîtî, di ya serxweş de hingofî, di ya karmend de bengîtiya xwedantiyê ya bêarmanc, di ya çirager de îtaeteke bêguherîn û bêhînbûn ku tenê fermanan bicih tîne û di ya erdnîgarnas de jî zanyar û feraseta zanyariyê ya ji bîr kiriye ka zanistê ji bo kê pêk tîne, dibîne. Mîrko ji hemû gerestêrkan bi awayek xemgîn vedigere. Getestêrka ku herî dawî lê digere jî Dinya ye. Dinya bi mezinahiya xwe û qerebalixîya xwe ji yên din cudatir e. Cihek ku mirov ji nirxên xwe yên mirovîn bêtir bi cilûbergên xwe nirx dibîne û watedar dibe ye.”

    Sê Çekdar

    Romana Alexandre Dumas a bi navê “Sê Çekdar” ji hêla Guven Suvarîogûllari ve hatiye wergerkirin û 168 rûpel e. Navê berhemê yê resen “Les Trois Mousquetaires” e. Danasîna dawiya bergê wiha ye:

    “Li Fransayê di dema Louîsê 13’mîn de, sê çekdarên bi navên Athos, Portos û Aramîs di Yekineya Parastina Qrêl de erkdar bûn… Dartanyanê bi kelecan û îdealîst ê ku hatiye Parîsê jî tev li wan dibe. Erka wan, parastina Qrêl û Banûyê ji dijminê wan ê sereke Kardînal Richelieu û ji hemû neyaran bû. Diruşmeya van çekdarên bi dil û can girêdayî hev wiha bûn; “Yek ji bo tevahiyê, tevahî ji bo yekê.” Şûrên wan di hemû serpêhatiyên tev lê dibûn de, bi heman awayî bêtirs dibiriqiyan.

    “Sê Çekdar” ji romanên herî xweş yên dîrokî yên ji hêla Alexandre Dumas ve hatine nivîsandin e.  Di romanê de, entrika, têkiliyên hestiyarî, duelo, serpêhatiyên wan ên bêtirs bi hunereke hostayî hatiye honandin. Ji roja hatiye weşandin heta îro li cîhanê olaneke pir mezin daye. Îro jî ji bandorkeriya xwe tiştek winda nekiriye. Di hişê xwendevanan de serpêhatiyên serdemekê vediguhezîne serpêhatiyên herdemî.

    Sêwî

    Romana Hector Malot a bi navê “Sêwî” ji hêla Guven Suvarîogûllari ve hatiye wergerandin. Navê romanê yê resen “Sans Famille” ye û ji 112 rûpelan pêk tê. Beşek ji danasîna dawiya bergê wiha ye: “Di wêjeya Fransî de vegotina êşên zarokan jî ji wan mijarên ku zêde li ser tê nivîsîn e. Ev pirtûk ji me re jiyana zarokek ku li ber dêrê hatiye danîn û di heşt saliya xwe de hîn rastiyên bi êş û wan zehmetiyên jiyanê ku dê leqayî wan bibe vedibêje. ji ber ku bi mirov nîşan dide ku alîkarî û dostaniyên fedakar çawa mirov dewlemend dike û zehmetiyan hêsantir dike, pirtûkek xwendina wê kêfxweşîyê dide mirov…”

    Unutulmasınlar

    Seta Nûpelda Engîn a bi navê “Unutulmasınlar” ji 4 pirtûkan pêk tê û bi tevahî hezar û 304 rûpel e. Pirtûka yekemîn a setê “Geliyê Tiyarê”, pirtûka duyemîn “Güneş Bakışlı Çocuklar”, pirtûka sêyemîn “Dağın Kalbinde Yücelen Kadın”, pirtûka çaremîn jî “Bizim Egîd” e. Weşanxaneya Aramê her wiha pirtûka Hatip Dicle ya bi navê “Efrîn Direniş Günlüğü” jî çap kir. Pirtûka Hatip Dicle ya bi navê “Yargılayanlar Yargılanıyor” jî ji heman weşanxaneyê derketibû.

    Pirtûkên din ên ku Aramê di 2022’yan de çap kiriye

    Navê pirtûkên din yên Weşanxaneya Aramê di sala 2022yan de çap kiribû wiha ne:

    * Nîhat Ekmez – Bilginin Oluşum Tarihi

    * Hayrî N. Berfîn – Tarihi Canlı Yaşamak

    * Zerrîn Yilmaz – Esmer Yara Beyaz Kurt

    * Îsmaîl Tuzun – Gidenlerin Ardından

    * Naîf Ozkiliç – Tek Tanrılı İlk Din: Yahudilik

    * Nevzat Çapkin – Tasavvuf Üzerine Düşünceler

    * Suleyman Yildirim – Troya Ayini

    * Kemal Yîgît – Efsûna Welatê Min

    * Ergîn Atabey – Bihara Bêdawî

    * Sertacê Karêzî – Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen

    * Esmer Kiyar – Gün Işığında Büyürken

    * Şemsettîn Ozer – Devrimci Sanat Felsefesi

    * Besê Anûş

    * Ahmet Tahîr – Kızgın İklim

    * Numan Amed – Şahmaran Kentinde Kayıp Bir Yolcu

    * Cemal Şerîk – Sendikalizmin Eleştirisi ve Demokratik Emek Konfederalizmi

    * Lewis Carroll – Serpêhatiyên Alîcê