Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Bi hêvî me ku bi dilê we bin. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin da ku em wan jî biweşînin.
                            
                            1-Mamê Mino mamanî
                            Buxçika çekê mekê ji xwedê pê ve kes nikare vekê?
                            De bêjin ev çi ye?“
2-Tiştek min heye
                            Cihê sima gayekî hinga dinyayekî
3-Tiştek min heye
                            Çala li pişt xaniya
                            Ket destê zebaniya
Çavkanî: Mamikên Botanê
                            Berhevkar: Rênas Xendekî û Dildar Botî

