8 Haziran, Perşembe - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Jin, jiyan û ziman

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Têkilî pêdiviyeke mirovî, civakî û xwezayî ye. Di navbera mirov û xwezayê, xwezayê û ajelan û ejel û mirovan de; heta di navbera mirov û heyberên bicanû bêcan de jî de tîkiliyeke misêsêwa û jêneger heye. Têkiliya navbera mirov û xwezayê pêdiviya navbera mirov û heyberên din derdixe holê. Ew têkilî hin caran bi liv û tevgerên heyberan û hin caran jî bi zimanê wan ê taybet pêk tê.

Bêguman zimanekî ajelan ê têkiliyê ku ji dayika xwe fêr dibin heye. Çendî ku zimanekî ajelan ê taybet hebe jî; zimanê mirov bi taybetmendiyên xwe yên bingehîn ên wekî dengdayîn, dubendî û hevoksaziyê ji zimanê ajelan cihê dibe. Hemû ajel jî wekî mirovan li gel zimanê xwe yê taybet, liv û tevgerên xwe, pevçûn êrîş, parastin, çêre û nêçîra xwe pêşî ji dayika xwe fêr dibin. Hemû liv û tevgerên wan li gor têkiliyên wan dişêwin, belê ew têkilî jî dîsa bi saya zimanê wan ê taybet pêkan dibe.

Tiştê ku têkiliya navbera mirovan guncantir û hêsantir dike ziman e. Mirovan pêşî pêdiviyên xwe yên rojane û pêwendiyên xwe yên danûstendinê bi îşaret û dengan pêk anîne; paşê ew îşaret û pêwendî bûne sedema derketina hin dengan. Deng li kîteyan, kîte li peyvan, peyv li hevokan û hevok li vegotinê dageriyane. Ew pêdiviyên rojane ne dem û serdemekê tenê; di hemû qonax û merhelyên mirovbûnê de bi heman awayî hebûna xwe domandine. Belê dîsa jî gava yekem a derbaskirina astengiya mekan û zeman, jîyina ziman a ku mirov dide jiyandin e.

Kan, hîm, qurm /kok û pêkhatina ziman, ji aliyê gelek zanyarî û zanyaran ve bi awayekî pirhêl hatiye/tê lêkolînkirin. Ev lêkolîn û dahûranên ku hatine/tên kirin, bêtir derbarê koka ziman de ne. Li gor lêkolîn û dahûranên zanyar û zanyariyan ziman, wekî pêşketina mirovan a sereke û herî girîng bi têkiliyên mirov ên bi xwezayê re derketiye holê. Îcar zimanê mirovan çawa derketiye holê? Têkiliyek di navbera pêşveçûna mirovan de wekî celeb û pêşketina zimanê mirovan heye an na? Bi rastî bersiva pirsên wiha ne hêsan e. Dibe ku pirs û bersivên têkildarî koka ziman ne hêsan bin, belê agahiyên derbarê koka ziman de her demê wekî timtêl û pêdiviyeke bingehîn di rojeva mirov û mirovahiyê de cih girtiye. Ev lêkolîn jî bi gelemperî balê dikişînin ser pêşveçûna mejî û organên deng û bihîstinê. Bi giranî fikr û angaşta ku zimanê mirov bi teqlîda dengên jîndarên derûdor derketiye holê, bêtir eleweyê dıbine. Lê belê, ji ber ku qonaxên ku piştî pêkhatina ziman hatine paşguhkirin, pirsên ku dawiyê ziman ji hev cûda bûne û peyv çawa guherîne li awayekî din dageriyane, bê bersiv mane. Gava ku mirov bala xwe dide cûreyên zimanan, hemû wekî candarên organîk, li gorî kom, komiçk û binekoman hatine senifandin. Bi awayekî xwezayî ji hêla bav û kalan ve an jî bi rengekî çêkirî ji hêla taybetmendiyên din ve hatine dabeşkirin. Ziman û zaravayên civakên serdest ên ku zû belav bûne, bûne sedema windabûna zimanên din. Zimanên ku winda dibin zû tên jibîrkirin û êdî nema derdikevin holê.

Dibe ku du an jî çend zimanên ji hev cuda bi hevdû re bibin yek û tevlihev bibin. Ew ziman jî bi guherbariyê re rû bi rû dimînin û peyvên nû digirin. Di navbera peyv û formên rêzimanî yên her zimanî de xweparastineke xweser a domdar jî heye. Dîrok û rabirduya ziman li aliyekî, ya herî girîng têkiliya mirov û ziman û ziman û xwezayê ye. Tiştê ku ziman pêk anîye têkiliya navbera mirov û xwezayê ye. Heyînê ku rasterê têkiliyê bi xwezayê re daniye yê herî hilberîner û afirîner jî mirov e. Ew têkilî rê li ber hilberîneriya mirov vedike. Hilberînerî jî bixwe re zimanekî diafirîne. Ji do heta îro, mirovên ku tiştek hilberandine an jî ji nû ve afirandine, navek lê kirine. Navê wî tiştê resen û sereke ku ji hêla wan kesên ku bi zimanê xwe nav lê kirine jî rasterê bi hilberînê re têkildar e.

Gava ku em behsa têkiliya mirov û xwezayê bikin, divê em behsa têkiliya mirov û ziman; ziman û jiyanê û jiyan û jinê jî bikin. Lewre agahiyên civakzan û dîroknasan di civaka seretayî/xwezayî de rol û rista diyarker a jinê bûye. Jina ku tu dem û serdeman têkiliya xwe ji xwezayê nebiriye, di serdema xwezayî de bêtir bi xwezayê re di nav têkiliyê de bûye. Ji ber ku wê demê hevdana qût û xwarina rojane û têrkirina zarokan, ji mêr bêtir karê jinê bûye, hem xwezaya jinê û hem jî zayenda wê kiriye ku ew bi xwezayê re bêtir di nav têkilyê de be. Ew têkilî heman gavê bûye sedema îşaret, deng û kîteyên nû. Pêşketina îşaret, deng û kîteyan, peyvên nû û peyvên nû jî hevok û vegotineke nû pêk anîne. Zarokên ku ji dayik bûne, heman gavê ji dayika xwe fêrî wan îşaret, kîte û peyvên nû bûne. Gotin û vegotin jî dîsa ji dayika xwe hîn bûne. Bi kurtayî ji wê rojê û heta îro jin her gav û her demê bûye mamosteya sereke ya hemû zarokan û herwiha mamosteya hemû mirovan.

Jin di her tim bûye zimanparêz û zamannasa xwezayî ya hemû dem û sedemên dîrokî. Ji bo wê jî di navbera ziman û jinê de têkiliyeke xwezayî ya domdar heye. Bi vegotineke din; her mirov zimanê xwe yê sereke ji dayika xwe hîn dibe û ew dayik bi xwe jî jin e -bêguman her jin ne dayik e, belê her dayik jin e-. Zimanê her neteweyê jî dîsa zimanê dayikê ango zimanê jinê ye. Ji bo wê, hemû zimanên ser rûyê erdê berhem û afiranên jinê ne. Û hemû ziman nirxên mirovahiyê yên herî rêzdar û giranbiha ne ku şayanî parastinê ne.

Nirxê hemû endamên neteweyekê yê hevpar, bêşik zimanê wê ye. Dibe ku çand, kevneşopî, feraset, raman û ramyariyên mirovên wê neteweyê ne yek bin, belê zimanê wan teqez yek e. Ziman, di ser hemû hêmanên neteweyê re ye. Welat, çand, dîrok, wêje, muzîk, huner, hestên neteweyî, perwerdehî, fikr û raman, bîrdozî, bîrûbawerî û hwd. hemû bi saya ziman pêk tên û tên parastin. Ziman sutûn û pirûska neteweyekê ye. Heke ziman tune be, tu nirxên neteweyî li holê namînin. Ji bo wê, divê tu ziman wekî zimanê çîn, tebeqe, komik û ferasetekê neyên dîtin.

Heta divê ziman tu car wekî zimanê serdestan jî neyê dîtin. Lewre zimanê serdestan qet ne ew zimanê gel ê ku dayikan afirandiye. Ziman ne bi hebûna serdestan re derdikve holê û ne jî bi tunebûna wan ji holê radibe. Teqez zimanekî serdestan ê taybet heye. Zimanê serdestan şer, pevçûn û kuştin e. Zimanê serdestan bombe, çek û mayin e. Zimanê serdestan dagirkerî, mêtingerî û talan e. Zimanê serdestan, bêdadî, bêwicdanî û bêmafî ye. Zimanê serdestan selef, qedexe û gefxurî ye.

Bêguman bikaranîn û parastina zimanê neteweyekê peywir û binbariya hemû jin û mêrên wê neteweyê ye. Û ji pişaftin û tunekirina wî zimanî hemû endamên wê neteweyê bi qasî hev berpirsiyar û tawanbar in. Belê ji ber ku jinan/dayikan ziman afirandine û wan ziman hinî hemû mirovan kirine; hêz, erk, behre, derfet û qudreta wan a ku her demê her zimanî biaprêzin û bidin jiyandin her gav heye.