29 Mayıs, Pazartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê ya 6’ê sibatê

Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên Geverê têkildarî Meşa Gemlîkê ya ku dê di 6’ê sibatê de bê lidarxistin daxuyanî dan û banga beşdariyê kirin: “Yên ku xwedî helwestên aştî û çareseriyê ne û li dijî şer û tecrîdê ne, em we vedixwînin çalakiya xwe.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Gevera Colemêrgê têkildarî Meşa Gemlîkê ya bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) ve Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmen xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bê lidarxistin, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber deriyê Rêxistina HDP’a Geverê pêk hat û gelek endam û rêveberên her du partiyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de dowîzên bi kurdî û tirkî yên bi nivîsên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Bila deriyên Îmralî yê bên vekirin”, “Gever wê tecrîdê bişkîne”, “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin”, “Ji birêz Ocalan re azadî” hatin hildan û pankarta “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” hat vekirin.

 ‘Tecrîd şer dijwartir dike’

Hevserokê rêxistina DBP’ê Geverê Evliya Alkan daxuyanî da û destnîşan kir ku her ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome pêvajoya şer kûr dibe û ji ber vî şerî gel xizan dibe û got: “Gel di nava qeyranên aborî de nikare êdî bêhn bistîne. Her ku qeyranên siyasî û aborî kûr bûn di nava dewletê de nelirêtî, dizî û çete zêdebûn. Heya niha ne hêzên darbeyan ne jî tu hikûmetan aloziyên di Rojhilata Navîn de diqewimin, weke birêz Abdullah Ocalan baş pênase nekir, mîna wî çareseriyên mayînde pêşniyar nekirin. Em vê yekê baş dibînin û ji vê derê vê rastiyê careke din tînin ziman ne hêz û ne qeweta we têrî çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn nakin.”

‘Mjfteya çareseriyê birêz Ocalan e’

Alkan anî ziman ku yên nikarin aloziyên civakê çareser bikin siyasetê û qanûnan kirine pêlîstoka xwe, tenê dikarin bi darbeyan li ser pêyan bisekinin û wiha axivî: “Yên kû nikarin aştiyê pêk bînin berê xwe didin şer û kuştinê. Ji ber vê yekê di halê hazir de şer li ser gel hate ferzkirin û hemû alem jî wek terorîst hate pênasekirin.  Tevî gel li ser vê erdnîgariya qedîm, dar hatin talankirin, av hat herimandin, ax hat jehrîkirin. Hem li ser mirovan û hem jî li ser xwezayê texrîbatên mezin hatin kirin. Li gel van tiştan desthilat di nava Qesran de xwe dewlemend kir lê belê her ku çû gel xizan bû. Bi zeman, bac û xespkirina mafan karker neşê pişta xwe rakin. Kargeh bûne qada qetilkirina karkeran. Şer bi xwe re rizîbûnê anî. Niha ji her tiştî zêdetir hewcehî bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk heye. Em pê qanih in ku mifteyê vê çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Ji bo meşê bangewazî

Alkan diyar kir ku ew serbilind in ku baskek Meşa Gemlîkê ji Geverê dest pê dike û ev bang kir: “Em bi kelecan in ku şandeya xwe ya KCD’ê, HDP’ê, DBP’ê, TJA, MED-TUHAD FED û parlamenteran pêk were, ji Geverê li pêşiya avahiyê HDP’ê roja 6’ê sibatê saet di 10:00’an de ber bi Elbakê ve oxir bikin. Em ji bo oxirkirina vê meşa ku mohra li dîrokê bide, hemû gelê xwe yê li dijî şer û alîgirên aştiyê û nûnerên sazî û dezgehên sivîl yên di siyaseta demokratîk de israr dikin, vedixwînin vê meşa me.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram