8 Haziran, Perşembe - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Hafız Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Xwedî û edîtorê rojnameya me Kadrî Esen têkildarî salvegera qetilkirina Hafiz Akdemîr de axivî û ev tişt anî ziman: “Raghandina denge heqîqet û rastiyê wê qet li kuçe û kolanên Kurdistanê kêm nebe.”

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gondemê Hafiz Akdemîr li cihê ku li hatibû qetilkirin di salvegera xwe ya 31’emîn de hat bibîranîn. Hafiz Akdemîr di 8’ê Hezîrana sala 1992’an de li navçeya Sûra ya Amedê ji aliyê Hîzbullahê ve hatibû qetilkirin. Qatilê wî  Cîhan Yildiz piştî demekê ji girtîgehê hat berdan. Di bîranînê de hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn û Ebbas Şahîn jî û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de edîtorê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ji bo salvegera Hafiz Akdemîr axivî.

Di destpêkê de Kadrî Esen bal kişand ser rewşa salên 1990’an ku gelek rojnameger bi awayekî derqanûnî hatibûn qetilkirin. Esen got ku yek ji wan hevalan hevalê me Hafiz Akdemîr bû û wiha axivî: “Em ji bo biranîna hevalê xwe Hafiz Akdemîr li vir in, hevalê me 31 sal berê rojeke weke îro hat qetilkirin. Dema ku ha qetilkirin li ser karê xwe bû. Di salên 1990’an de gelek zext û pêkûtî li rojnamegeran hatin kirin. Sazî û dezgehên rojnamegeriyê hatin girtin, di encama van zext û pêkûtiyên hatin kirin li kûçe û kolanên Kurdistanê bi dehan hevalên me li ser karên xwe hatin qetilkirin. Wê demê sazî avahiyên me yên kar ji ber ku heqîqet radixistin ber çavan dihatin bombe kirin. Hevalên di van avahiyan de jî hatin qetilkirin. Yek ji wan hevalan jî hevalê me Hafiz Akdemîr bû. Di ser qetilkirina hevalê me re 31 sal derbas bûn. Mixabin qaşo ku kujerên wî hatin tespitkirin û darizandin pişt re jî kujer hatin berdan.”

‘Naxwazin heqîqet derbikeve pêş’

Esen anî ziman ku kesên di salan de kujer hevalên me bû lê îro jî bi desthilata heyî re li dijî kurdan tifaq danîne û wiha got: “Ne bi tenê Hafiz Akdemîr gelek bûyerên bi vî rengî bi aqûbeteke bî vî rengî re rû bi rû diman. Piştî çend salan gelek ji wan jî hatin xelatkirin. Kujerê hevalê me Hafiz Akdemîr jî weke ku tê zanîn ew hêzên kontra bûn. Hê jî desthilata AKP-MHP’ê bi wan re hevkariyê dikin. Şûna ku kujerên hevalê me bibînin û ceza li wan bibirin, piştî 31 salan di hilbijartinan de desthilata AKP-MHP’ê bi kujerên  hevalên me Hafiz Akdemîr re tifaq pêk anîn. Wisa çûn hilbijartinê. Ev tifaqa ku li ser zilm û zordariya kurdan hatiye avakirin bi tu awayaî naxwaze heqîqet derkeve rastê û deng bên bihîstin. Ji ber vê yekê jî gelek operasyonên binçavkirinê li dijî hevalên me pêk anîn.”

‘Ji kuçe û kolanên Kurdistanê rastiya heqîqetê wê kêm nebe’

Di dawiya axaftina xwe de Esen diyar kir ku salek beriya niha 16’e hevalên wan hatibûn girtin û hê jî der barê wan de tu tiştek nayê diyarkirin û ev tişt anî ziman: “Dîsa di sala borî de di vê rojê de li dijî rojnamegerên kurd li Amedê operasyonek hate kirin. Di vê operasyonê de 21 hevalên me hatin binçavkirin 16’e hevalên me hatin girtin. Di salvegera vê operasyonê de mixabin hê jî hevalên me derneketine pêşberî dadgehan û li gorî sûcdariyên ku hatine amadekirin hevalên me wê li dadgehê wan bidarizînin. Ev vir, derew û sûçdariyên ku li hevalên me tên kirin bi awayekî rasterast wê derbikevin pêşberî dadgehan û vê yekê ji raya giştî re û ji Tirkiyeyê û Kurdistanê re vebibêjin. Ev yek hê jî pêk nahatiye. Lê pir nemaye di meha pêşberî me de ev yek wê pêk bê. Her çiqas em bêne qetilkirin, binçavkirin û girtin divê bê zanîn ku wê ev deng qet neye qutkirin. Denge heqîqetê, raghandinê, rastiyê wê qet li kuçe û kolanên Kurdistanê kêm nebe. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe hevalên me yên ku hatine qetilkirin pênûsa wan îro me dewr girtiye û em li ser karê wan in li ser şopa wan em ê riya wan dewam bikin û ji niha pê ve jî em ê vê yekê bikin. Em ê xebatên xwe yên rojnamegeriyê bidomînin.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram