27 Îlon 2022, Sêşem
No menu items!
More

    Civana Jinan – Pergala Hevserokatiyê

    Ji bo demokrasiya rasteqîn pergala hevserokatiyê

    Li Ewropayê piştî ‘Şoreşa Fransayê’ di gelek tiştan de guherîn pêk hatin. Yek ji van jî avakirina demokrasiyê û pê ve girêdayî jî damezrandina pergala parlamentoyê bû. Pergala parlamenteriyê her çiqas ku li her deverên cîhanê berbelav bûbe jî li gelek welatên wek Tirkiye, Îran û hwd. zêde bandora wê tune ye. Yanî li hemû welatên cîhanê dewlet, pergalên xwe yên parlamenteriyê wek demokrasiyê pênase dikin. Lê di rastiya van gelek dewletan de jixwe em zêde nikarin qala demokrasiyê bikin. Ji ber ku demokrasî bi awayekî temsîlî tê bikaranîn û li gel vê jî di rêveberiyê de wekheviyek tune ye. Di rêveberiya gelek dewlet û federasyonên heyî de tenê mêr hene û mêr biryarê ji bo her qadekî didin û bi rêve dibin. Wek bi hezaran qadên heyî jin ji biyava siyasetê jî hatine qewirandin.

    Li hemberî pergala heyî niha siyaseta kurdan êdî rê û rêbazên cuda di demokrasiyê de pêş dixin. Di siyaseta ku jin nehatine hesibandin de em ê nikarbin qala demokrasiyê bikin. Ji bo vê yekê û îro kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi boneya demokrasiyek rasteqîn li ber xwe didin. Li Kurdistanê cara yekem hem li Bakur hem jî li Rojava pergala hevserokatiyê hat avakirin û ket meriyetê. Li bakurê Kurdistanê pergala hevseroktiyê bi DTP’ê û hwd. destpê kir û bi HDP’ê re ket meriyetê. Her çiqas pergala hevserokatî di fermiyetê de neyê naskirin jî şaredariyên li bakurê Kurdistanê di serî de li hemû saziyên kurdan de ev pergal di meriyetê de ye. Piştî ku bi awayekî bi rêk û pêk ev pergal li rojavayê Kurdistanê hat avakirin, bala gelek welatan kişand. Her çiqas ku êrîşeke mezin li ser pergla hevserokatiyê hebe jî kurd li çar parçeyên Kurdistanê di avakirina hevseroktiyê de bi israr in.