25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Bêjing – Hunera Hakan Yaşar

    Di dema osmaniyan de bi hezaran kurd mişextî Anatolyaya Navîn tên kirin û li bajarên wek Enqere (Haymana) Konya, Sînop û Çorûmê tên bicihkirin. Sirgûnkirinên li Anatolyaya Navîn cara yekem di nîvê sedsala 17’emîn de destpê dike û herî zêde di sedsala 18 û 19’emîn tên kirin. Kurdên li Anatoliyaya Navîn bi sedan sal in ku li hemberî koçberkirin û asîmîlasyonê bi awayên cur be cur li ber xwe dane. Mînaka vê yekê ya herî girîng jî ji parastina cil û berg û parastina zimanê wan bi xwe ye.

    Kurdên li Enqere, Konya, Sînop û Çorûmê hê jî bi devoka ‘lekî’ ku wek devoka ‘şêxbizinî’ tê pênasekirin, diparêzin. Di qada nivîskî de jî îro vî zimanê didin jiyîn û kovarên wek Pîjok û Bîrnebûnê jî mînakê vê yekê ne. Kurdên anatoliyayê piştî koçberkirina ji welatên xwe di salên 1940-1950’î de vê carê berê xwe didin welatên Ewropayê. Îro ji her malekî kurdên Cîhanbeylî, Haymana û hwd. kesan berê xwe dane welatên Ewropayê.Li wir cih û war ji xwe re ava kirine û di kar û barên cur be cur de xwe pêş xistine. Hin ji wan jî berê xwe dane hunerê…

    Hakan Yaşar di 24’ê mijdarê de li navçeya Sûrê ya Amedê pêşengeha bi navê “Her mirovek cîhanek e.” vekir. Em der barê hunera Yaşar de pê re axivîn. Hakan Yaşar di emrê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re diçe Norwecê û ev zêdetirîn 30 sal in li Norwecê dijî. Hakan Yaşar her çiqas ku di hunera xwe de di bin bandoreke ewropayî de mabe jî di aliyê axaftina zimanê xwe de wek gelek kurdên anatoliyayê, li ber xwe daye. Wî di nav wirseya modernîzma Ewropayê de jî bi her awayî zimanê xwe parastiye.Di gelek tabloyên wî de em bêhna klasîzma ewropayî bikin jî ew dibêje di tabloyan de bêhna dayika min jî heye. Yaşar hunera xwe wek neo-klasîzmê pênase dike. Di hunera wî de herî zêde jin li pêş in û bi her hestî jinan xêz kiriye.