Li Stenbolê di 18’ê gulanê de li 10 nuqteyên cuda bi wesîleya salvegera qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya ji aliyê Tevgera Kaldiraç ve pankart hatin daliqandin. Çend roj piştî vê yekê, xwendevanê Kovara Kaldiraç û xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîk Ogûzhan Kûl zext û zordarî dît, ku kesên xwe weke polîs dane naskirin lê geriyan û zexta ajantiyê lê kirin.
Ogûzhan Kûl zexta polîsan a lê hate kirin ji ajansa ANF’ê re vegot.
Kûl diyar kir ku zexta destpêkê ya polîsan di 20’ê Gulanê de li Bûlvara Barbaros a Beşîktaşê lê hate kirin û anî ziman ku du kesên bi nasnameya polîsan jê re gotin, “Em ê kontrola GBT bikin, li kesekî lê tê gerîn digerin.” Kûl anî ziman ku piştî demekê nasnameya wî jê standin û gotin, “Tu tevlî bûyerên civakî bûyî, tu çi karî dikî, dixwîne?” û wiha dewam kir, “Gotin ev karê GBT wê demeke dirêj dewam bike. Were li jorê wesayit heye em biçin wê derê.” Kûl anî ziman ku wî ev pêşniyara çûyîna li gel wesayita polîsan qebûl nekiriye û got, “Gotin wê demê em hinekî bimeşin. Piştre jî ji ber ku nasnameya min bi wan re bû, ji neçarî min da pey wan. Piştre jî li kêleka rê gotin, ‘Em zanin ku ji Kaldiraçê hevalên te hene. Li her dera Stenbolê pankart hatin daliqandin. Du, sê sal in em te dişopînin. Di çalakiya li filan cihî de jî min te dît. Doh bi şev li Kadikoyê tu li pîrozbahiya rojbûnê bû’. Bi vî rengî zext kirin. Piştre gotin, ‘tu xwendekarî, di nava zor û zehmetiyê de ye. Em zanin, em te ji nêz ve dişopînin. Tu ji Derya Reş î. Haya malbata te jê heye? Em karin ji te re bibin alîkar. Dema tu tengav bû dikarî xwe bigihînî me’. Tiştên bi vî rengî gotin.”
Kûl anî ziman ku li hemberî vê zexta polîsan wî gotiye, ‘Nêta we diyar e, hûn ji min re dibêjin zêdegaviyê neke. Nasnameya min bide min ez diçim’ û diyar kir ku çend roj piştî vê bûyerê vê carê jî polîsan li ber mala wî zext lê kirin, heman kesan ji bo zexta ajantiyê hewl dan pê re biaxivin.
Kûl got, “Destwerdan nekirin, lê belê demeke dirêj li min temaşe kirin. Ez di nava wan de derbas bûm. Piştî du deqeyan du kesên sivîl ên çar roj berê vê carê bang li min kirin. Li kolaneke cuda bûn. Ez li wan venegeriyam. Heta ku ji kolana bingehîn derkevim meşiyam. Piştre vegeriyam, min got binihêrim bê çi bûye? Gotin ‘Tu çawa ye? Em dixwazin careke din bi te re biaxivin’. Min jî ji wan re got ku naxwazim bi wan re biaxivim. Gotin ‘Tu çawa ye? Pirsgirêkek te heye? Ji ber ku tu bi me re axivî tiştek bû? Em dixwazin bi te re biaxivin?’ Min jî ji wan re got ku naxwazim bi wan re biaxivim û got, ‘Ez ê li parêzerê xwe bigerim, dema pirsgirêkek hebe ez ê pê re biaxivim’. Piştî ku min ev got, ew jî çûn.”