26 Mijdar, Şemî - 2022
No menu items!
More

    Xweza nasnameya kurdan e

    Dewletên zordest bi sedan sal in ji aliyekî  ve kurdan di qirkirinê de derbas dikin ji aliyê din ve jî hewl didin xwezaya Kurdistanê wêran bikin. Derbarê êrîş û talankirina xwezaya Kurdistanê, birîna daran, avakirina bendavan, kêmkirina ava çemê Dicle û Firatê û planên talankirin û qirkirina sirûşta kurdan de me bi nivîskar û lêkolînerê kurd Hisên Cimo re hevpeyvîn çêkir.

    Li bakurê Kurdistanê koçkirina gel a ji cih û warên wan, avakirina bendavan di jiyana mirovan û xwezayê de texrîbateke çawa bi xwe re anî?

    Ji dema peymana Lozanê de beriya ku komara Tirkiyeyê were avakirin, civaka navneteweyî peyamek dabû tirkan. Ji wan re gotibûn heke hûn dewletekê ava bikin divê dewleteke li ser bingeha nîjadperestiyê be. Beriya wê jî tirkan li ser avakirina netewe dewletekê û çawa dewleteke nûjen ava bikin lêkolîn dikir. Nîjadperestî di nava siyaseta wan de hebû lê hîna nehatibû damezrandin. Di Lozanê de biryar girtin ku divê dewletek yek ziman be, yek al be, yek gel be û yek nasname be. Dema tirkan ev biryar girtin berê xwe dan Kurdistanê. Lewre jî ji destpêkê de nêzîkatiya wan ji bo Kurdistanê pir dijwar bû. Dema şoreşek çêdibû êrîş dikirin, serokê şoreşê dikuştin, gelê wê herêmê koçber dikirin. Lê piraniya gel li cihê xwe diman, kirasê gel nedihate guhertin. Piştî Lozanê kurd li dijî polîtîkayên tunekirinê ketin pêvajoyeke dîrokî ya nû.

    Dewleta tirk planên xwe li ser her tiştên kurdan çêkiribûn, heta planên wan ji bo dar û berên Kurdistanê jî hebûn. Her wiha planên tirkan ji bo çand û hunera kurdan, stranên wan û her tiştên wan hebûn. Wekî mînak koçkirina gelê herêmê û avakirina bendavan parçeyeke vê planê ye. Di her planekî wan de diviyabû tiştek bi serê Kurdistanê de were û tevî xwezaya wê bê kuştin. Çi geşdanek hebe divê kurd bi hezaran werin koçberkirin. Em dikarin mînakek din jî di vî warî de bidin romannûs Yaşar Kemal. Kemal di romana xwe ya Dara Hinarê de ev mijar baş şîrove kiriye. Geşedan û nûjenkirina wan çi bi serê cotkarên kurd anî? Çawa û bi çi dînamîkê rola xwe li ser civaka kurd dilîze? Divê ev mijar baş were fêmkirin. Kurd û xweza wekî nasnameyekê ne, xweza nasnameya kurdan e. Her ku dewleta tirk bibêje geşdaneke me ya nûjenkirinê heye wê gavê divê were zanîn ku li dijî kurdan polîtîkayeke qirêj dixin dewrê. Wekî mînak; avakirina bendavan, di encama wê de bi hezaran kurd ji cih û warê wan dike. Armanc ne ew e ku jiyana kurdan hêsantir û xweştir bikin. Armanca wê koçkirina kurdan e. Her tiştên ku ew navê nûkirinê lê dikin ji bo kurdan qirkirineke, her nûkirin qirkirin e.

    Kêmkirina ava çemên Dicle û Firatê dê bandoreke çawa li jiyana gelên Iraq, Sûriyeyê û xwezaya wê herêmê dike?

    Bi rastî birîn û kêmkirina ava Dicle û Firatê bandoreke gelekî xerab hem li ser xwezayê û hem jî li ser jiyana civaka ku li wir dijîn dike. Jixwe ev yek di felsefeya dewletên nijadperest de heye. Dewleta tirk dixwaze çareseriyekê tenê ji gelê xwe re bibîne. Nîjadperestî û mirovatî li dijî hev dixebitin. Lewre ji wan re ne girîng e ku kêmkirina avê zirarê dide xweza û mirovan. Lê tenê li berjewendiyên xwe dinêre.

    Îro em bala xwe bidinê ji Cerablusê heta Kendavê jiyan li herdu aliyên çemê Firatê bi rastî jî gelekî xerab bûye. Gelê herêmê li şûna ava zelal ava şêlû û genî vedixwe. Em dibînin ku bê bi kêmkirina avê re bandoreke çawa li ser gelê herêmê çêdike. Va ye em dibînin ku ji ber av qirêj bûye gelên Sûriye û Iraqê yên li ber vî çemî ne bi nexweşiya kolerayê dikevin. Dewleta tirk gelek caran ava çemê Firat bi carekê radiwestîne. Piştî ku av tê berdan, ew av qirêjiyê bi xwe re tîne û ev ava qirêj nexweşiyan bi xwe re tîne. Li Hesekê zêdeyî milyonek kes lê dijîn. Çeteyên girêdayî dewleta tirk ava îstasyona Elokê ji ser gelê vî bajarî yan ji binîve dibirin, an jî kêm dikin. Bi vî awayî bajar bê av dihêlin. Jixwe li Hesekê hema bêje derdora ji sedî 50 kurd û ji sedî 50 ereb lê dijîn, lê ez bawerim heke ji sedî 10 jî kurd li wir hebûna dewleta tirk ji bo zirarê bigihîne wan dê her tiştî bikira.

    Di van salên dawî de birîna daran li çiyayê Kurdistanê zêde bûye. Gelo çima ev talankirin û qirkirina xwezayê bala saziyên ku dibêjin em parastina xwezayê dikin nakişîne û çima li dijî vê qirkirinê bêdeng dimînin?

    Ev pirsgirêkeke girîng e.  Saziyên navneteweyî li hemberî binpêkirina mafê kurdan bêdeng dimînin. Hemû saziyên navneteweyî xwediyê wê hene û her wiha xwediyên wê yên veşartî jî hene. Xwediyên wê yên veşartî beşekî ji civaka navdewletî ye. Ew civaka navdewletî hertim dewleta nîjadperest diparêze. Lewre hevkariyeke navdewletî heye. Wekî mînak; bertek û nerazîbûnên navdewletî yên Ewropa û Amerîkayê ji bo serbestberdana Osman Kavala (tevî rêz û hirmeta min ji mafdarî û dilsoziya wî re) hatin kirin. Nîvê wan bertek û nerazîbûnan li hemberî qirkirina gelê me yê Efrînê nehat kirin. Li Efrînê 200-300 hezar kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Gelê me yê ku li wir maye jî mal û milkê wan tê talankirin, gef lê tên xwarin. Di bin zordariya gefa kuştin û girtinê de dijîn, darên wan ên zeytûnan tên birîn, hilberîna zeytûnên tên talankirin û dizîn. Gelo li hemberî van binpêkirin, talankirin û birîna darên Şirnexê çima dengê xwe nakin? Ev saziyên navdewletî dema ku rexneyan li Tirkiyeyê dikin ew di hin mijarên bêbandor de lê dikin.  Ji bo nîşan bidin ku qaşo va ye peywira xwe bi cih anîne! Wekî mînak; Osman Kavala şexseke ku derkeve jî dê bandorekê li ser dewleta tirk neke. Lewre saziyên navdewletî di mijarên wiha bêbandor de carînan hin rexneyan li dewleta tirk dikin. Lewre heta xwezaya Kurdistanê jî kirine qurbana siyaseta navdewletî. Lewre di navbera wan û saziyên navdewletî de hevkarî heye û çavên xwe li birîna bi milyonan daran digiri. Çavên xwe ji ser qirkirina xwezaya Kurdistanê digirin û bi mijarên din ên biçûk û tiştên ku bandoreke mezin li ser dewleta tirk neke xwe mijûl dikin.

    Ev talan û qirkirin dê li ser gelê herêmê, xweza û avhewayê encamên çawa bi xwe re derxe holê?

    Heta îro em dibînin ku dewleta tirk hemû planên xwe yên li dijî kurdan bi hêsanî dimeşîne.  Sedema vê jî ji ber ku tu astengî li pêşiya wê tune ye. Tu kesekî ku jê re bibêje tu çi dikî tune ye. Ev ji peyama Lozanê destpê dike û heta îro didome. Di wê peymanê de tirk di sînorê welatê xwe de çi bike, dewleteke eleqeya xwe jê nayne. Ev jî bingeha hevkariya dewletan nîşan dide . Talat Paşa ku serkêşiya Jon-Tirk û cemiyeta Itîhad û Tereqî dikir, wê demê heyetek şandibû Kurdistanê û li wir lêkolîn kiribûn. Ev lêkolîn bi serkêşiya Ziya Gokalpê ku bi eslê xwe kurd e dihatin kirin. Lewre Itîhad û Tereqî siyaseta xwe ya qirêj li gorî wan lêkolînan amade kir û dawiyê xist meriyetê. Di wê demê de Talat Paşa gotibû Kurdistan ji bo me qutiyeke girtî ye. Em dibînin ku piştî damezrandina komara Tirkiyeyê û heta îro heman siyasetê li dijî kurdan tê meşandin. Hîn jî wekî qutiyeke girtî li Kurdistanê dinêrin.

    Xebat û têkoşîna kurdan a ku tê kirin jî astên wê hene, divê gelê me wê yekê zanibe ku ev siyaseta qirêj a li dijî kurdan û xwezaya wan tê kirin beşeke ji siyaseta kûr e. Bêguman xelekên wê siyasetê û bandora wê jî heye. Xeleka herî kêm jî bandorê jiyana gel dike. Divê gelê me û rêxistinên me jî li ser vê xalê baş bifikirin. Em dibînin ku planeke dewletê ya li dijî hebûna kurdan heye. Gelo li gorî vê planê, plana me ya berxwedanê heye û niha di çi astê de ye? Lewre divê planeke kurdan jî ya berxwedanê hebe.

    Çawa mirov dikare pêşiya vê talan û qirkirina xwezayê bigire?

    Divê kurd di her astê de û di hemû aliyan de planên xwe pêş bixin. Ji bo xebatên di warê parastina xwezayê de divê em têkliyên xwe xurt bikin. Bi taybetî jî divê em têkiliyên xwe bi hin saziyên navdewletî yên ku hîna ji xwe fedî dikin re deynin. Ji ber ku em nikarin dewletan wekî muxatab bigirin divê em têkliyên xwe bi saziyan re xurt bikin. Em dikarin siyasetmedaran, parlamenterên welatan muxatab bigirin. Ji aliyekî din ve roleke mezin dikeve ser çapemenî û medya kurd. Divê ew her dem raporên van binpêkirinên ku li Kurdistanê dibin biweşîne, heta ew dikarin gelek caran wan dubare jî bikin. Derdê kapîtalîzmê li her derê pere û karkirin e. Lê meseleya Tirkiyeyê ne wiha ye mesele ne tenê kar û pere ye, mesele qirkirina kurdan û xwezaya wan e. Civaka tirk jî ji ber dewletê diparêze ew qet dengê xwe nake. Li dijî xwezaya kurdan siyaseta tunekirinê dimeşîne. Divê mirov baş bizanibe planên wan çi ne. Wekî mînak; herî dawî li Dêrsimê li ser çemê Munzurê dixwazin çi bikin. Divê ji bo deşîfrekirina vê plana wan roj bi roj lêkolîn bê kirin. Divê lêkolîner, rojnameger û nivîskarên kurd vê yekê ji xwe re bikin mijar lêkolînê û li ser wê lêkolîneke berfireh çêbikin. Dema ku dewleta tirk li deverekî Kurdistanê behsa projeyekê bike divê demildest mirov bi guman nêzîkî wê bibe û li ser wê lêkolînê bike. Gelo çi di bin wê planê de heye? Dibe ku ew bibêje planeke me ya ji bo pêşxistina çandiniyê li vê deverê heye, divê kurd lêkolînê bikin û armanca wan a rastî ji wê projeyê derxînin holê. Her wiha gelê xwe derbarê armanca rastî ya wê projeyê de hişyar bikin. Mirov dikare li vir mînaka naçeya Sûrê ya Amedê wekî nimûne bibîr bixe. Beriya destwerdana Sûrê tankên dewleta tirk nikaribûn derbasî nava kuçe û kolanên Sûrê bibin lê bi wê destwerdanê kolan fireh kirin û niha dikarin derbasî nava kolanan bibin. Li gorî hişmendiya wan bajarên ku tankên dewleta tirk nikaribin di kolanên wê de derbas bibin divê ew bajar tune bin. Bi vê hişmendiyê êrîşî Sûrê kirin. Divê em vê yekê tu caran ji bîr nekin û baş zanibin ku îro çi tiştên bi serê gelê kurd tê li gorî proje û plana hatiye amadekirin, tê.

    Hisên Cimo kî ye?

    Nivîskar û lêkolînerê kurd Hisên Cimo di sala 1983’yan de li herêma Şehbayê hatiye dinyayê. Cimo ev 15 sal in li herêma Kendava Ereban dijî. Li wir rojnamegeriyê dike û di heman demê de li Navenda Lêkolîna Kurdî xebatên xwe dimeşîne. Cimo di warê parastina xwezayê de jî gelek lêkolîn û nivîsên wî hene û wekî çalakvanekî parastina xwezayê tev digere. Heta niha 2 pirtûkên bi navê Dîroka Siyasî ya Nqişbendîtiya Kurdî û  Al-Anbar (Iraq) hatine çapkirin. Cimo xebatên xwe yên rojnamegerî û lêkolîneriyê bênavber didomîne.