24 Mayıs, Çarşamba - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên tûra duyemîn ya hilbijartinan bi xurtî dewam dike

Xebatên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li gelek navendan didome. Di vê çarçoveyê de rêveberên KCD, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li gelek bajaran çûn serdana gel û banga çûna ser sindoqan kirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û parlamenterên Mêrdînê re li Mêrdînê tev li hevdîtinên bi gel re dibe ku wê du rojan bidome. Hevdîtina ewil li gundê Ewîna yê navçeya Stewrê hate kirin. Buldan û şandeya pê re ji hêla bi sedan kesan ve bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Şandeyê piştî silavkirina şêniyên gund, civînek li dar xist.

Mêrdîn

Di hevdîtinê de pêşî Kamaç axivî û wiha got: “Bi saya vîna gelê Kurd, pêşî li ber faşîzma 21 sale tê domandin hatiye girtin. Hûn her hebin. Divê her kes bizane ku serkeftin a me ye. Ne rû û ne jî gotineke wan heye ku li van kolanan bigerin. Di destê wan de tenê şer û qirkirina siyasî maye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn jî di hevdîtinê de ev tişt anî ziman “Ji ber sekna wan a di 14’ê Gulanê de ez gelê me pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku gelê me wê vê îrade û israrê di 28’ê Gulanê de careke din nîşan bide. Tevî her dek û dolab, tundî û zextan jî gelê me dengê xwe da û îradeya xwe diyar kir. AKP û MHP’ê ji bo Partiya Çepên Kesk winda bike û li derveyî siyasetê bimîne her tişt kirin. Lê bi ser neketin. Ji ber ku gelê me destûr neda. Heke Erdogan di 14’ê Gulanê de bi ser neketibe, ev yek encama biryardariya we ye. Erdogan nekarî bi ser bikeve û me jî faşîzm da sekinandin. Lê niha dema wê ye ku em bi wan bidin windakirin. Têkbirina Erdogan a di 28’ê Gulanê de peywir û berpirsyartiya me ye.”

Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Em ê yan ronahiyê yan jî tariyê hilbijêrin. Yan em ê demokrasiyê hilbijêrin an jî faşîzmê. Ev yek wê ji bo pêşeroja gel û ciwanan girîng be. Divê neyê jibîrkirin ku heke Erdogan bi ser keve wê kirinên faşîst û tarî yên AKP’ê dîsa bidomin. Weke gelê Kurd, gelê Mêrdînê ji bo ku em nehêlin Erdogan bi ser keve û serkeftin a demokrasiyê be, em ê bi ruhê seferberiyê bixebitin. Em ê bi vê hilbijartinê pêşeroja xwe diyar bikin. Ricaya min ji her kesî ew e ku biçin dengê xwe bidin, xwedî li sindoqan derkevin û em bi hev re Erdogan têk bibin. Wê serkeftina 28’ê Gulanê bibe serkeftina gelê Kurd. Sedema biserneketina Erdogan a di 14’ê Gulanê de, sekna bibiryar û ya gelê Kurd e. Ji bo pêşeroja gelê Kurd, ji bo azadbûna hevalên me yên girtî û ji bo gelê Kurd dîsa di qada siyasetê de xwedî gotin be, divê biryara şandina Erdogan bide. Tu şirîkatiya me bi Tifaqa Milet û CHP’ê re nînin û em piştgiriyê nadin Tifaqa Milet. Em tenê piştgiriyê didin aştî û demokrasiyê. Em ji we bawer in û wê di 28’ê Gulanê de demokrasî bi ser bikeve û faşîzm winda bike.

Weke Partiya Çepên Kesk me di 14’ê Gulanê de hedefa xwe nekarî pêk bînin. Em ê rexnedayîna xwe bidin. Em soz didin gelê xwe ku em ê hemû kêmasiyên xwe binirxînin û gelê me çi biryarê bide em ê

bi wê bikin. Niha tekane tişta divê em bikin ew e ku xwe bi ruhê seferberiyê ji bo 28’ê Gulanê amade bikin û AKP û Erdogan bişînin.”

Wan

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana esnafên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Ozturk, di dema serdanê de axivî û wiha got: “Em ê di roja 28’ê Gulanê de bilêta desthilatdariya faşîst bibirin. Kî aştiyê biparêze em ê dengê xwe bidin wan. Pirsgirêka me bi pergalê re ye û em ê vê pergalê têk bibin. Wê îcar serkeftin a me be. Em Kurd em ê vê desthilatdariyê têk bibin.” Ozturk û şandeya pê re di tevahiya rojê de çûn serdana esnafan.

Agirî

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Necla Demîr û Heval Bozdag jî li navenda bajar û navçeyên Dûtax û Bazîdê xebatên hilbijartinê meşandin. Di serdanan de parlamenteran bang li hemû welatiyan kir ku di tûra duyemîn de jî biçin ser sindoqê.

Erdexan

Li Erdexanê jî Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Uçar û şandeya pê re li navenda bajar çûn serdana esnafan. Şandeyê bang li esnafan kir ku di tûra duyemîn de dengê xwe bikar bînin. Uçar, bang li her kesî kir ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe ji bo guherînê bidin.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram