Weşandina karîkatorên lîderê Îranê Elî Xameney di kovareke qerfî ya fransî de bû sedema nakokiyên mezin di navbera Fransa û Îranê de.
Husên Emîr Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê, weşandina karîkaturên rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî di kovara “Charlie Hebdo” de wek “kiryareke dijminane û nerewa” nirxand û gef li vê kovarê xwar.”
Ebdullahiyan nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “Heqareta rojnameya fransî li dijî desthilatdariya olî û siyasî, dê bêyî bersiveke bi biryar û bi bandor derbas nabe.”
Ebdullahiyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de gef li hikûmeta Fransayê xwarin û wiha got: “Em rê nadin ku ew sînorên xwe derbas bike”.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2015’an de ji ber weşandina karîkatûrên Pêxemberê Îslamê ev kovar rastî êrîşa radîkalên Îslamî hatibû û di wê êrîşê de 17 kes hatibûn kuştin ku ji wan 12 sernivîserên vê kovarê bûn.