30 Çile, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Tifaqa Milet “Metna Mutabeqeta Polîtîkayên Hevpar” parve kir

    Tifaqa Milet, “Metna Mutabeqeta Polîtîkayên Hevpar” parve kir ku bingeha beyannameya hilbijartinê û bernameya hikûmetê ye. Di metnê de têkildarî kurdan û mijarên din ên sereke tu tişt nehatin parvekirin.

    Serokên 6 partiyên ku weke Tifaqa Milet tên pênasekirin civîna xwe ya dawî di 27’ê çileyê de kiribûn û li dijî Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê soza Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî dabûn. Mîna di encamnameyên 11 civînan, di metna mutabaqetê de jî cih nedan kurdan. Her wiha daxwaza jinan a sereke anku cih nedan Peymana Stenbolê jî.

    9 sernavên cuda û 73 jêrnivîs

    Metn, ji 9 sernavên sereke û ji 73 jêrsernavan pêk tê. Bi giştî 240 rûpel e. Metn, di bin navên “Hiqûq, edalet, daraza”, “Rêveberiya cemaweriyê”, “Têkoşîna li dijî nelirêtiyê, şeffaftî û venihêrtin”, “Aborî, fînans û îstîhdam”, “Zanist, AR-GE, nûjenîxwazî, peyanerî û veguherîna dijîtal”, “Polîtîkayên sektorî”, “Perwerde û hîndekarî”, “Polîtîkayên civakî” û “Polîtîkaya derve, parastin, ewlekarî û polîtîkayên koçberiyê” hate weşandin.

    Çend xalên ku derketin pêş

    Çendek xalên derketin pêş ev in: “Avakirina Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî, bidawîkirina rayeya vetokirina qanûnan û derxistina biryarnameyan a serokkomar, daxistina benda hilbijartina ya ji sedî 3, girtina Fona Serwetê ya Tirkiyeyê, avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Nelirêtiyan û avakirina Ofîsa Vegerandina Sermayeyê, daxistina enflasyonê, rakirina Komîteya Îstîqrara Fiyetan, tayînkirina Nûnerên Taybet/konsolosxane a li deverên weke Geliyê Sîlîkonê, bidawîkirina sepana saeta havînê ya mayînde, betalkirina projeya Kanal Stenbolê, dê avadaniya saziya Wezareta Parastina Neteweyî were nirxandin û Fermandariyên Hêzê dîsa girêdayî Sermandariya Giştî bên kirin, dê bi hemû hêzên xwe bênavber li dijî hemû rêxistinên terorê û terorîzmê şer bikin, dê bi dewletên dibin sedema koçberiya bêpergal re Peymanên Paşveşandinê bên îmzekirin, dê xelkê Sûriyeyê li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî li welatê wan bên vegerandin.”

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram