29 Çile, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    Têkiliya Şeva Yelda û ji dayikbûna Îsa

    Çandnas û etîmolog Şeyxbizînî der barê Şeva Yelda de wiha got: "Piştî ku ola îsayî tê û ola Mîtrayî ya kurdî tê qedexe kirin, êdî dibêjin ji niha û şûnde ew Mîtra nîne ku di cejna Ronahiyê (Mîtrayê) ji dayik dibe. Êdî ew şûnde ew ronahî Îsa Mesîh e."

    Ziman, çanda û olên Mezopotamyayê bandorê li gelek çand û neteweyên cuda kirine. Di bingeha gelek çand û rojên taybet yên ku di roja me de tên jiyîn de taybetmendiyên herêma Mezopotamyayê cih digirin.

    Yek ji rojên taybet ya ku bandor li çanda rojavayî kiriye Şeva Yelda ye. Şeva Yelda ya ku di 21’ê kanûnê de tê pîroz kirin şeva herî dirêj ya salê ye. Piştî Yeldayê êdî dema ronahiyê dirêjtir dibe. Şeva Yelda şeva ku Mîtra ji dayik bûye û wek zayîna ronahiyê tê pîrozkirin.

    Piştî ku dînê Îsa dertê dînê Mîtrayî tê qedexekirin. Li cihekî dema tiştek were qedexekirin çand û rojên taybet yên girêdayê wê jî tên qedexekirin. Şeva Yelda ya ku nîşaneya zayîna Mîtra ye tê guhertin û wek jidayikbûna Îsa di nav xiristiyanan de tê pîrozkirin.

    Em li ser Şeva Yelda bi çandnas, etîmolog û nivîskar Qendîl Şeyxbizînî re axivîn.

    Şeva Yeldayê çi ye, kengî û di nav kê de tê pîroz kirin?

    Şeyva Yeldayê ku di nav kurdan de wek cejn û şeva ‘Şevçile, Şevşere, Şeva Mêhr, Şeva Xoreroj, Şeva ji dayikbûnê, Şeva Mîtra’yê tê binavkirin. Cejn û şeva Yeldayê sersala felekî ya kurdî ye û rasterast girêdayî bîr û baweriya Mîtrayizmê ye. Şeva ji dayikbûna Mîtra û ronahiyê ye ku di warê mîtolojî û efsanenasiyê de tê gotin ku Mîtra ji gula Nîlûper (Nîlûfer) derketiye der.

    Şeva Yeldayê bi sala zayinî dikeve 21’ê kanûna her salî, ew şev dibe dirêjtirîn şeva salê ku li Kurdistanê 14 saetan dibe şev û 10 saetan jî dimîne roja wê. Roja wê ku di Avestayê de jê re ‘Serêde’ tê gotin, ew roj roja wekhevî û aştiyê bûye, mezinan hikûm nekirine û xelkî jî kar nekirine ne ku heqê yekî dî bê xwarin. Di vê şevê de em dikevin nava du bûyeran. Yekemîn rûzemîna me dewraneke nû bi dora tavê dest pê dike. Duyemîn jî ji şevê re em demsala payizê dihêlin û dikevin demsaleke nû ku ew jî demsala zivistanê ye. Di vê şevê de di nav kurdan de xelkê sifireyek dixemlandin bi mêwe, çerez û her wekî din, lê teqez divê fêkiya hinarê hebe ku ew sembola zayîn û mîtrayê ye. Ji vê sifireyê re gotine ‘Meyzed’ û ji çerezên ser sifireyê re jî gotine “Lorik”. Xelk di vê şevê de li dora hev diciviyan û keyfê dikirin, ligel hindê jî lava û duayên xwe dikirin ji Yezdanê re ku ji wê lava û duayê re digotin “Nî Yed”. Di vê şevê de barîna berfê nîşana ku sala tê saleke tijî xêr û bereketê dibe. Her wiha di vê şevê de her zarokek ji dayik bibûya, diviyabû xwediyê malê darekê biçîne ku eger dara ‘berû yan sewal an jî kej’ bûya baştir bû.

    Navê Yeldayê ji kû tê?

    Navê Yeldayê naveke suryanî ye. Piştî ku bîr û baweriya Mîtrayî ya kurdî digihîje Ewropeyê û dibe ol û baweriya Ewropeyê, çand û pîrozweriyên Mîtrayî jî pêre diçe, şeva jidayikbûna Mîtrayê ku li Ewropeyê jî dihat pîrozkirin di zimanê suryanî anku aramî, samî, nestûrî û yeqûbî de weku cejn û şeva Yeldayê hat binavkirin ku her tê wateya jidayikbûnê. Lê di yewnaniya kevin de weku ‘Natalîs Învêktos’ û di romiyan de weku ‘Satirnalya’yê anku cejna stêra Keywanê hatiye binav kirin, xencî wê di zimanê pehlewanî de weku ‘Zayişn’ê hatiye binavkirin dîsan tê wateya zayin û jidayikbûnê, di nav baweriyên Peyganê de weku cejna ‘Yul’ê hatiye gotin û di zimanê îbraniyan de weku “Tekufet Tevet”ê hatiye gotin.

    Di warê zanistî û felekî de wê çawa şîrove dikin?

    Di warê zanistî de ku bi înglîzî jê re dibêjin “Longist Night” anku şeva herî dirêj, şev dibe dirêjtirîn şeva salê û tav dikeve mezintirîn xala ser hêla navîn a rûzemînê. Ku di felekî de jê re dibêjin ‘Wergerîna Zivistane’ anku komeleya tavê bi stêraka me re jî dikeve asta birca gîskî, yanî dikeve largoşeya valahî ya 23-27 û demhêla 18’ê ku ji vê şevê re êdî şev ber bi kurtbûnê û roj ber bi dirêjbûnê diçe. Di nîv girovera bakurê rûzemînê de ji 20 ta 23’ê berfanbarê û di başûrê rûzemînê de di 20 ta 23’ê puşperê de çê dibe.

    Gelo di nav neteweyê din de Şeva Yeldayê tê pîroz kirin an bandora Şeva Yelda li ser neteweyên cuda heye?

    Belê bêguman ji demên berê de di nav gelek neteweyên din de jî tê pîroz kirin. Bi taybetî ew der û welatên ku ol û baweriya Mîtrayî ya kurdî gihiştiye wir weku bi aliyê rojhilatê heta Hîndistan, Çîn û Japonya û bi aliyê bakur heta Yewnistan, Ewrope û Brîtanyayê jî û bi aliyê Rojava û başûrê heta welatê Misirê çûye. Di van derên ku ola Mîtrayî gihiştiye, cejna Yeldayê jî tê pîrozkirin. Wek mînak: Li Japonya cejn û şeva Yeldayê pîroz dikin di cihên tarî û navê wê jî weku ‘Emîtrasu’derbêj dikin.

    Li welatê Çînê malbat li dor hev kom dibin û xwarineke taybet ku ji birincê çê dibe bi navê ‘Tangyon’ çê dikin û dixwin û hêviya saleke nû ya tijî xêr û bereket dikin

    Li welatê Misirê di 6-7’ê meha çileyê de vê cejnê tê pîrozkirin. Weku cejna tavê û ta niha jî Gîptiyên Arsîdokî vê cejnê pîroz dikin. Li bakurê Rûsyayê dîsan di 6-7’ê meha çileyê de vê cejnê pîroz dikin. Li Îranê jî bi dabên cur bi cur tên pîroz kirin.

    Helbet di nav kurdan de û bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê bi gelek awayên cur bi cur vê cejn û şeva kurdewar û pîroz, pîroz dikin.

    Lê li Ewropeyê piştî ku ola îsayî tê û ola Mîtrayî ya kurdî tê qedexe kirin, êdî dibêjin ji niha û şûnde ew Mîtra nîne ku di cejna Ronahiyê (Mîtrayê) ji dayik dibe. Êdî ew şûnde ew ronahî Îsa Mesîh e dibe di 25’ê meha kanûnê de. Di demekê de di încîla Loqayê, beşa 2’yemîn deqa 8’emîn de dibêje: dema Îsa ji dayik bû, şivan şevînî dikin anku şivan ajalên xwe dibirin çirandinê bi şevê, em dizanin ku şevên tenê di havînê û buharê de tê kirin neku di çileya zivistanê, ew belgeyeke Încîlî ye ku Îsa wê demê ji dayik jî nebûye û mijar tenê cejn û şeva Mîtra yan Yelda ye. Lê bi nav û nasnaveke nû ku ew jî Îsa ye.

    Ew du sê salên berê Yelda hêdî hêdî li bakurê jî tê pîroz kirin, ev çawa bû û çawa hat bakur, hûn dikarin agahiyê bidin me?  

    Ew pirseke baş bû, giring e vê yekê bê zanîn, belê 2019’an dema bi projeya Yeldayê mijul bûm bo bakur û rojavayê Kurdistanê, tenê ez û pirtûka xwe ya li ser cejn û şeva Yeldayê bûn hatin û bo cara yekem di sala 2019’an de li bajarê Wanê me pîroz kir, 2020 û 2021’ê jî bi rêya navenda PENa Kurd û hin sazî û aliyên din ji ber pandema koronayê min bi rêya Zoomê semîneran da li ser cejn û şeva Yeldayê. Lê îsal bi dehan hezar kes li bakurê welêt ku li 15 bajêran hat pîroz kirin, bi me re bûn û niha pir dilxweş û dilasûde me ku ked û xewna min ku vejîna cejn û şeva Yeldayê bû, gihişt armanca xwe. Bo vê mebestê îsal min nivîsekê li ser vê cejnê amade kir û bi rêya El Fîlmê weku sînevîziyonekê hat amade kirin û li her 15 bajêran hat weşandin. Ew karî agahiyeke tîrek bide xelkên amade di vê pîrozbahiyê û dûre jî bi awayeke berfireh jî tê weşandin ku her kes wê bibîne. Di vir de gelek spas bo heval û kedkarên ku alîkarên min bûn ji 2019’an ta îsal di vê pêvajoyê de, bi taybetî mamosteyan “Muhsîn Ozdemîr, Qahir Bateyî, Heval Dilbihar û Asya Xerzan”. Hêvîdar im salên bê hê bi coş û şadiyeke mezintir jî bê pîroz kirin û em li vê cejna xwe û her nirxên xwe xwedî derkevin û weku şeva Yeldayê li bend û hêviya ronahiya siberojê bin.