28 Mayıs, Pazar - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû bi encam bibe

Serokê YSK’ê Ahmet Yener, diyar kir ku eleqeya hilbijêran a ji bo çûyîna ser sindoqan zêde ye û wiha got: “Em difikirin ku ji ber tenê di vê hilbijartinê de namzetên Serokkomariyê hene wê zû bi encam bibe.”

Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) Ahmet Yener, ji bo hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê dengê xwe da. Yener ê piştî dengdayînê ji xebatkarên çapemeniyê re axivî wiha got: “Welatiyên me weke tûra ewil di tûra duyemîn de jî hem li hundirê welat hem jî derveyî welat eleqeyeke zêde nîşanî hilbijartinê didin.”

Ahmet Yener di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ku encam ji gelê tirk, demokrasî, partiyên siyasî û namzetan re bi xêr be. Heta niha jî hilbijartina me bê pirsgirêk didome. Ji ber di vê hilbijartinê de tenê namzetên Serokkomariyê hene wê hilbijartin zûtir bi encam bibe. Deste piştî saet di 17.00’an de wê dema rakirina qedexeya weşanê bi biryara desteyê binirxîne . Eger destûr bê dayîn ku nûçe di saeteke zû de derbas bibin , wê bi we re jî bê parvekirin.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram