10 Haziran, Cumartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê bersiva şertên Zelenskî yên ji bo diyalogê da

Li 14 deverên cuda ên Ukraynayê tevî paytext Kiêvê derdora 4 milyon kes di reşê de mane û şer û pevçûnên dijwar di navbera leşkerên Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin.  

Ji aliyekî ve artêşa Rûsyayê êrîşên xwe yên li dijî Ukraynayê berdewam dike û binesaziya wê hedef digire ji aliyekî din ve artêşa Ukraynayê hewl dide ku deverên dagirkirî vegerîne bin kontrola xwe.

Di warê dîplomasiyê de jî serokê Ukraynayê Vlodomir hin şert û mercên xwe yên ji bo diyaloga bi Rûsyayê re dabûn xuyakirin lê Rûsyayê daxwazên Zelenskî wekî tiştên beradayî bi nav kiribû.

Serokê Konseya Parastin û Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê Vîktor Bondarev diyar kir ku şert û mercên Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskî ji bo muzakereyên bi Rûsyayê re wekî “pêkenok” in.

Bondarev di kanala xwe ya Telegramê de teqez kir ku vegerandina navçeyên Donbass, Xerson û Zaporozhye bo Rûsyayê vegerandina yekparçebûna axa wê ye, ji ber ku ev erd bi eslê xwe rûsî ne û heta salên 1990’î bi awayekî nehatibûn îzolekirin.

Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskî soz da ku hêzên wî dê “santîmek jî” dev ji axa xwe bernedin. Şer û pevçûnên dijwar ên ji bo kontrolkirina herêma rojhilatê Donetsk jî berdewam dikin.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram