8 Sibat, Çarşem - 2023
No menu items!
More

    Rûsya û Çînê manawereyên hevbeş dikin

    Nakokî û krîza di navbera Amerîka û Çînê de ku bi serdana Nancy Pelosî ya Taywanê dest pê kir,  her ku diçe zêdetir dibe. Wekî gaveke din ya bersivdayîna Çînê bo Amerîkayê îro wezareta Parastinê ya Çînê da xuyakirin ku dê leşkerên Çînê biçin Rûsyayê da ku bi artêşa Rûsyayê re manawreyên hevbeş pêk bînin.  Manawreyên leşekerî yên Vostok 2022 dê li Rûsyayê bi tevlêbûna Çîn, Hindistan, Belarûs û Tacakistanê pêk bên.

    Di berdewamiya daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Çînê de wiha tê gotin: “ wekî planeke hevkariya salane ya di navbera  Çîn û Rûsyayê de, dê artêşa Çînê di demeke nêzîk de leşkerên xwe bişîne Rûsyayê, her wih şandina Çînê ya van leşkeran têkliya wê bi rewşa herêmî û cîhanî ya niha re tune ye.”

    Lê li gorî çavdêrên siyasî  ev yek destnîşan dike ku êdî krîza di navbera Çîn û Amerîkayê de dikeve pêvajoyeke nû û cuda de. Her wiha tê texmînkirin ku têkliyên leşkerî di navbera Rûsya û Çînê de hê xurtir bibin û bi hevre di rûyê Amerîkayê de bisekinin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram