12 Adar, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    Qedexeyên YSK’ê yên hilbijartinê  hatin weşandin

    Qedexeyên YSK’ê yên hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê di rojnameya fermî de hatin weşandin.

    Qedexeyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ên ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê yên di 14’ê gulanê de pêk bên di rojnameya fermî de hatin weşandin. Li gorî rojnameya fermî, roja hilbijartinê heta saet 18:00 wê ji bo encamên hilbijartinê nûçe, texmîn û şîrove nikaribin bêne kirin. Wê hemû weşan ji saet 21:00’an şûn ve bikaribin bêne kirin. Lê heke YSK pêwîstî pê bibîne wê weşan bikaribin beriya saet 21:00’an jî dest pê bikin.

    Qedexeyên hilbijartinê bi vî rengî ne:

    – Roja dengdanê ji bilî ‘personelên wezîfedar ên li emniyet û asayîşê’ kes wê nikaribe rahêje çekê.

    – Wê alkol roja hilbijartinê neyê firotin.

    – Li deverên bialkol wê vexwarina alkolê yan jî firotina wê qedexe be.

    – Cihên şahiyan di dema dengdanê de wê girtî bin.

    – Li restorantên şahî lê têne kirin jî wê tenê xwarin bên dayin.

    – Qehwexane, kafeyên înternetê, hemû cihên şahiyê wê roja hilbijartinê girtî bin.

    – Di 14’ê gulanê de wê dawet bi şertê qedexeyên hilbijartinê û pîvanên hatine destnîşankirin piştî saet 18:00’an bikaribin bêne kirin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram