22 Adar, Çarşem - 2023
No menu items!
More

    Piyase – Bandora krîza aborî ya li bazaran

    Di demên nêz de li Tirkiyeyê di nirxên dowîzan de zêdebûn çêbû û girêdayê wê jî di serî de li ser ceyran û gaza xwezayî zem hatin kirin. Bi demê re ev zem bandora xwe ji hêkan heya firingiyan li ser her tişt kir. Li bazarê hem kesên ku sebze û fêkiyan difiroşin hem jî yên ku tên bazarê û nikarin tiştan bistînin li hemberî van bihayan bi bertek in. Esnafên bazarê di her axaftinên xwe de diyar dikin ku êdî malbat ne dikarin li gor daxwaza zarokên xwe ne jî li gor pêdiviyên wan tiştan bikirin.Ji ber zeman êdî gel dema diçe bazarê wek berê nikare tiştek bistînin. Îro esnaf li hemberî simsaran gel jî li hemberî esnafan bi bertek e. Di rastiyê de berpirsiyarê qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên çewt yên hikûmetê bi xwe ne. Lê her çi qas çewtî yên hikûmetê bixwe bin jî berdêla van çewtiya gel bixwe dide. Ji ber ku bihayên tiştan her hefte diguherin gelê ku ji bo danûstandinê tên bazaran jî bi gelemperî dest vala vedigerin malên xwe.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram
    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê