Rojnameya Yenî Yaşamê, navê pêveke xwe ya “Kadın Eki” ku jî 15 rojan carekê derdîket guhert. Ji niha şûn ve wê rojname pêveke xwe bi navê “Jin” her hefte roja yekşemê biweşîne. Hejmara nû ya pêvekê bi manşeta “Hevgirtina dide jiyîn, serhildana birêxistinkirî diguherîne” derket.
Di pêveke “Jin” a vê heftê de jinan di nivîsên xwe de bal kişandin ser 8’ê Adarê, erdhejê û piştevaniya jinê. Her wiha jinan bal kişandin ser keda jinê.
Serenavên di hejmara nû de cih digirin wiha ne:
Rihê 8’ê Adarê her tim di rihê keda jinê de veşartiye / Ezgi Sıla Demir
Rêyek ji nekropolisê heta utopyayê hîn heye gelo? Fatma Koçak
Serhildana li dijî patriyarka, kapitalizm, îslama siyasî, faşîzmê: 8’ê Adarê Roja Jinên Enternasyonal / Hulya Osmanagaoglu
Di 8’ê Adarê şîn û hêrs di nav hevdu de ne: Jin ji bo derve bang dikin/Gotubêj-Nesli Şahiner
Jinên kurd: Pêşengên têkoşînê yên li dijî rejîma Îranê/Werger-Ekîba Jin