8 Sibat, Çarşem - 2023
No menu items!
More

    Li Silêmaniyê nexweşiya kolerayê belav dibe

    Nexweşiya kolera (zikêşê) ku ji ber ava qirêj bi mirovan re çêdibe di van rojên dawî de li bajarê Silêmaniyê zêde bûye. Li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Federal a Kurdistanê nexweşiya kolera belav dibe, herî zêde di nava zarokan de tê dîtin. Îro li nexweşxaneyeke taybet a zarokan li Silêmaniyê mirina zarokekî 4 salî ji ber nexweşiya kolerayê hate ragihandin.

    Li gorî daxuyaniya berdevkê gerînendeya tenduristiya Silêmaniyê Saman Letîf di nava heftiyekê de 4 hezar mirovan ji ber zikêşiyê serî li nexweşxaneyan dane. Ew jî tê wateya ku rojane derdora 700-800 kesan serî li nexweşxaneyan dane. Saman Letîf da xuyakirin ku ew guman dikin piraniya van kesan bi nexweşiya kolerayê bin û rewşa wan ji bo tehlîlan şandine Bexdayê.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram