14 Gulan, Yekşem - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn

Xizmên windakiriyan di çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” ên li Amed, Êlih û Îzmîrê de faîlên Cemal Kavak ê hatibû qetilkirin, Kadrî Yilmaz ê di bin çavan de hatiye windakirin û ermenên windakirî pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de aqûbeta Cemal Kavak, Kadrî Yilmaz û ermenên windakirî hate pirsîn.

Amed

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan ên Amedê di hefteya 742’yan de jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezanê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemal Kavak hate pirsîn ku di sala 1996’an de hatibû windakirin.

Di çalakiyê de ji ewil Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Erdnîgariya em lê dijîn, erdnîgariya miriyên bêgor e. Dema Tayyîp Erdogan bûy serokwezîr, soz dabû xizmên windakiriyan. Lê ev soza xwe pêk ne anî. Her wiha xizmên windakiriyan li Qada Galatsarayê ya Stenbolê hatin binçavkirin. Windakirina mirovan ji destpêka damezirandina komarê heta niha weke polîtîkaya Îttîhat û Terakiyan tê domandin. Windakirina di bin çavan de polîtîkayeke dewletê ye. Tirkiye, peymana li dijî windakirina bi darê zorê îmze nake. Heke îmze bike, dê demborîn ji holê rabe. Dosyayên kesên windakirî li dozgeriyê ne. Piştî 20 salan dikevin ber demborînê û dosya tên girtin. Heta ku aqûbeta kesên windakirî tê zanîn ku em ê li qadan li ber xwe bidin.”

Serpêhatiya Cemal Kavak

Piştre jî Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Guneş Ozel serpêhatiya Cemal Kavak xwend. Ozel, wiha got: “Li Dadgeha Bacê ya Amedê weke memûr dixebitî. Endamê Yargi-Sen’ê bû û xebatên sendîkayî dimeşand. Di 24’ê nîsana sala 1996’an de li qehwexaneyê bi hevalên xwe re dema xwe derbas kir û piştre derdora 23.00’an de ji bo biçe mala xwe, li otobûsa Deriyê Çiyê-Îskanevlerî siwar bû. Herî dawî li rawestgeha Kuruçeşmeyê ji mînîbûsê paya bû û li wir ji hêla hevalên xwe E.Y. û S.Y. ve hate dîtin. Wê şevê venegeriya malê û roja piştre jî neçû kar. Li ser vê yekê malbata wî li ser Amîrtiya Qereqola Rezanê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re ragihand ku Kavak winda ye û tu agahiyan jê nagirin. Lê belê derheqê Cemal Kavak de tu agahî nehatin bidestxistin.

Cenazeyê wî li nêzî noqteya kontrolê hat dîtin

Hemû hewldanên hiqûqî yên ji bo Kavaka bêencam man. Malbata wî di 26’ê nîsanê de bihîst ku hinek cenazeyên nasnameyên wan nediyar anîne morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Li ser vê yekê çûn morgê û cenazeyê wî teşhîs kirin. Di girteka lêkolîna cihê bûyerê de wiha hatibû nivîsandin; ‘cenazeyê Cemal Kavak li nêzî gundê Yuvacik ê navçeya Çinar a Amedê, li kêleka rêbeja Amed-Bismilê  di nava qamirgehan de hate dîtin. Bi têlê hatibû xeniqandin û têl bi stûyê wî ve hebûn.’ Ji cihê Kavak lê hatiye qetilkirin mirov bi kîjan alî ve biçe jî herî kêm divê mirov ji du sê noqteyên kontrolê derbas bibe. Her wiha cenazeyê Cemal Kavak ji devereke pir dûrî cihê herî dawî lê hatiye dîtin hatiye dîtin. Ev yek nîşan dide ku Kavak, yek ji qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar e ku bi darê zorê hatiye windakirin.

 Tirkiye li DMME’yê hate mehkûmkirin

Têkoşîna hiqûqê ya malbatê her berdewam kir. Parêzerê malbatê li Dadgeha Îdareyê ya Amedê li dijî dewletê doza tazmînatê vekir. Lê encamek ji dozê derneket. Li ser vê yekê jî di 4’ê tebaxa 1999’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di 6’ê tîrmeha 2006’an de biryara binpêkirina mafê jiyanê da. Her wiha Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. Çend sal bi ser re derbas bibin jî em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo Cemal Kavak û hemû windakiriyan bernedin.”

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 578’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê civiyan. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadrî Yilmaz hate pirsîn ku di nîsana sala 1994’an de hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin.

Serpêhatiya Yilmaz, ji hêla Endamê MYK’a ÎHD’ê Zekî Tanguner ve hate xwendin. Tanguner bal kişand ser gotinên malbatê û ev tişt anî ziman: “Kadrî Yilmaz li Amedê dima. Di nîsana sala 1994’an de ji bo daweta xizmê xwe mabû. Dawet, li navçeya Rezanê hatibû kirin û polîsan bi ser dawetê de girt. Li vir Yilmaz, birayê wî û 3 kes binçav kirin. Rojek piştre jî birayê Yilmaz jî di nav de 4 kes hatin berdan.  Malbatê ji bo Kadrî Yilmaz ku li pêş çavên bi sedan kesan hatibû binçavkirin, serî li hemû saziyên fermî da lê tu encam jê negirtin. 8 roj piştî bûyerê jî xizmên wan ên li Liceyê rûdiniştin diyar kirin ku leşkeran 3 cenaze danîne mizgeftê û piştre jî li kora ku li baxçeyê YÎBO’yê ku weke qişleya leşkerî dihat bikaranîn defin kirine. Malbatê ji parçeyeke cil û bergên cenazeyên anîn mizgeftê cenazeyê Yilmaz teşhîs kirin. Lê belê cenaze nedan malbatê. Kadrî Yilmaz hêj jî winda ye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”

Îzmîr

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekî li dar dixe, li pêşiya Seumerbank a Kevin ya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkevin” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta ermenên di bin çavan de hatine windakirin hate pirsîn. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê parêzer Alî Aydin ve hate xwendin.

Aydin, anî ziman ku ji bo bîranîna rewşenbîrên ermen ên stenbolî ku di 24’ê nîsana 1915’an de ji malên xwe hatin binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatine girtin hatine ba hev û wiha got: “Windakirina di bin çavan de 108 sal berê li ser vê xakê dest pê kir. Bi fermana Wezîrê hikûmeta Îttîhat û Terakkiyan Tala Begê 250 ermen li Stenbolê li malên xwe hatin binçavkirin. Lîsteya ermenên ku dê bihatina girtin bi mehan berê ji hêla Midûrê Şaxa Siyasî Mûstefa Reşat Begê ve hate amadekirin. Operasyon, ji hêla Midûrê Emniyeta Stenbolê Bedrî Begê ve hate birêvebirin.

Kêleke gora wan jî çênebû

Kesên hatin binçavkirin, di nava civaka ermen de rûspî û pêşeng bûn. Ev kes parlamenter, nivîskar, helbestvan, parêzer, bijîşk, rojnameger, dermanfiroş, muzîkolog, weşanger û siyasetmedar bûn. Kesên herî rewşenbîr ên civaka Osmanî bûn. Ji ewil birin Girtîgeha Navendî ya li Sûltanahmetê. Piştre jî li trêneke taybet hatin siwarkirin û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Bi tu awayî agahî nedan wan bê ka dê bi ku de bibin û çima hatine girtin. Komeke ji 158 kesan pêk dihat ber bi Çankiriyê ve û koma ji 92 kesan pêk dihat jî sewqî Ayaşê hatin kirin. Ji van kesên di bin çavdêriyê de 174 jê li gel cendirme û polîsan birin daristanên dûr û hatin qetilkirin. Cenazeyên wan nehatin definkirin û terkî tunekirina xwezayê hatin kirin. Heta kêlên gorên wan jî nînin. Di qeydên fermî de ji bo van kesan an gotin firar kiriye an jî hatine berdan.

Sûc hate sîstematîkirin

Bi tunekirina wan kesan re êdî rê li ber civaka ermen girtin ku dengê xwe bidin bihîstin û piştre jî ji vê xakê hatin tunekirin. Rêveberên dewletê polîtîkayên xwe li ser înkara fermî ava kirin û nehiştin civak bi van sûcan re hevrû bibe. Weke parastvanên mafên mirovan û kesên hestiyar, bi sala ye em ji her çar aliyên Tirkiyeyê diqîrin; tu sûcên li dijî mirovahiyê di rabûrdiyê de namînin. Sûcên ku tên înkarkirin, hevrûbûn çênebûn û hesaba wan nehatiye pirsîn êdî sîstematîk dibin. Divê neyê jibîrkirin înkarkirina sûc, yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berfireh e. Înkar, domandina sûc e û dawî li vî sûcî bînin. Banga me ew e ku dewlet bi van sûcên xwe hevrû bibe. Me ew ji bîr nekirin û dê nedin jibîrkirin.

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram