1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    Leyla Guven: Serdest ji miriyan çi dixwazin?

    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, der barê cenazeyê Hakan Arslan ku di nav kîs de radestî bavê wî Alî Riza Arslan kiribûn de ji Jinnews’ê bi sernavê “Mirî an jî ji cenazeyan çi dixwazin?” nivîsek nivîsand. Guven, di nivîsa xwe de li nêzîkatiya desthilatan a ji bo cenazeyan hûr bû. Nivîsa Guven a di beşa “Ji pênûsa jinan” a jinnewsê de hat weşandin bi tevahî wiha ye:

    “Ji roja pergala serdestiyê hatiye avakirin heta niha şer, pevçûn her tim hebûn. Demên ku hîna hiqûq tunebûn civakan xwe bi rêbazên ahlaqê birêve dibirin. Di qanûnên wê demê de ku heta îro didome  rêbazek nêzîkatiya li hember mirî an jî cenazeyan bû. Mînak di şer û pevçûnên navbera welatan de cenaze dihatin radestkirin û li gorî wecîbeyên olî dihatin definkirin. Yanî ahlaqeqî pevçûn û şeran hebû. Piştî sedsalên derbas bûye tevî rêbazên rêzê ya li hember miriyan, li vî welatî 50 sal e li hember miriyên kurdan êrîşên mezin hatine kirin û bêrêzdarî tê nîşandan.

    Di salên 90’î de bernameya Anadoludan Gorunum a di kanala dewletê de dîmenên ciwanên kurd yên ku ji aliyê leşkeran ve serî û organên wan hatine jêkirin nîşan dida. Piştî salên din cenazeyen kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didan nedidan malbatê û li goristanên bêkesan dihatin definkirin. Wek cenazeyê Cemîle Çagirga gelek caran êrîşê girseya ku cenaze hildigirtin, dikirin û cenaze ya li erdê diket yan jî wek cenazeyê dayika Aysel Tugluk, Hatun Tugluk ji aliyê faşîstan ve dihat revandin. An jî êrîşî goristanan dikirin.

    Dayikan bi rondikên çavan hestiyên zarokên xwe kom dikirin an jî pêşengên gelê Kurd Şêx Saîd û Seyîd Riza cihên lê hatibûn definkirin ji malbat û civakê hat veşartin. Yanî bi kurtasî li vî welatî nêzîkatiya li hember cenaze û miriyan her tim di asta hovîtiyê de bûye.

    ‘Min hêjayî Egîtê xwe şîna xwe kir’

    Em sala 2022’an a sedsala 21’ê de ne. Dîsa bajarê Kurd Amed. Hestiyên di çewalan de, aydê ciwanekî kurd. Bavekî kurd yê kedkar çewal di hembêza xwe de dibe. 7 salan ji bo cenazeyê zarokê xwe bigire hewl da. Ji ber cenazeyê kurê wî li goristana bêkesan hatibû definkirin. Niha jî ev hestî ji gorê derxistibûn û dabûn bavê wî Alî Riza. Ev rewşa dijahlaqî bi dayika Xalîse dest pê kiribû. Lê geriyabûn û gotinbûn ‘werin koliya we heye’. Dayika Xalîse diçe Edliyeya Amedê û pakêtekê didin ber wê.  Di pakêtê de hestiyên kurê wê ku bi zor û zehmetiyek giran mezin kiribû, hestiyên kurê wê Egît hebûn. Dayika Xalîse diyar dike ku ewil pir xemgîn bûye piştre hatiye ser hemdê xwe û wiha got: “Yên ev bi min kirin xwestin moralê min têk bibin. Lê min ev kêf bi wan neda jiyîn. Min kutî girt hembêza xwe ez serbilind çûm mala xwe min rondikên xwe nîşanê wan neda. Min seknek hêjayî Egîtê xwe nîşanî wan da.”

    Welatê  dê û bavên li hestiyên zarokên xwe digerin

    Alî Riza jî heman hestan dijî. Hîn dibe ku hestiyên kurê wî 5 roje li odeya dozgere. Dozger jî muhtemelen her roj li wê odê xebatên xwe meşand. belkî li hember wan hestiyan xwarin xwar, çay vexwar, axivî û keniya… Êvarê jî çû mala xwe. Gelo çawa li ruyê zarokên xwe û malbata xwe mêze kir. Gelo evqas ji mirovahiyê derketin? Ez nabêjim! Ji ber ev qet nebûne mirov. Em di şexsê Dayikên Aştiyê û Şemiyê de tenê Dayika Berfo bi rehmet bi bîr bînin têr dike. Dayika Berfo 30 salan xaniyê xwe neguhert. Heta boyax nekir. Digot kurê min bê wê malê nebîne. Bêguman Dayika Berfo dizanibû kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Lê kezeba wê ev qebûl nedikir. Digot ‘qe nebe ez hestiyên wî bibînim, biçim ser gora wî bigirîm.’Gelo ev welatekî çawaye ku;em bi rewşeke wisa trajîk ku dê û bav di pakêtan de li hestiyên zarokên xwe digirin.

    Dîsa jî tilîlî neqedyan

    Vê civakê ku hîna hovîtiya Kenan Evren ji ser xwe navêtibû, bi hovîtiya Erdogan û Bahçelî re hat rû hev. Ev dizanin ku ev rêbazên dijhiqûqî pêkanînên wezîrê karê hundire. Dît ku ji malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê encamê nagire serî li van rêbazên nû da. Armanca wan gelê Kurd demoralîze bike bêçare bihêle. Lê gelê me  dîsa xwedî li miriyên xwe derket bi tilîliyan oxir kir.

    Dîrok wê kesên ku vê zilma li gelê me dike ji bîr neke. Dayika Xalîse, bavê Alî Riza yên li dijî zilmê li ber xwe dane wê binivîse. Dîrok wê di heman demê de kesên li dijî zilma li gelê Kurd, dê û bavan hatiye kirin, bêdeng mane jî binivîse.

    Dijminahiya li hember Kurdan

    Pir ne em li 30 sal berê binerin;Hunê bibînin ku kesên li hember zilm û zexta li hember kurdan bêdeng mane bi heman tiştî re tên rû hev. Lê me her tim got. Wek gotina Sirri Sureya Onder ‘Hun ê Ermeniyan nedin lêdan’. Belê îro kêm be jî em îtîrazan dibînin. Lê îtîraza muxalefetê ya di vê mijarê de tisnak û mahcup e. Feraseta ‘Ger tiştek bi Kurdan bê kirin sedemek wê heye dewlet tiştekî dizane’ heye. Wisaye ya kurd bê îman, terorîst, Ermenî û Zerduş tn. Yekane mijara ku muxalefet û desthilatdar lê hevpar dibe ev pêkanînin.

    Dema kurdan têk nabe çavsor dibe

    Xuyaye ne desthilatdariyê ne jî muxalefetê gelê Kurd bi hezaran salane pê re dijîn nas nekirin. Ji ber gelê Kurd têk nebiriye ji rê derketine çavsor bûne. Ji ber vê jî rêbazên dijhiqûqî xistine dewrê. Bi pakêta kargoyê cenazeyan dişîne. Gelo ev çawa dikare bê îfadekirin? Hovîtiya Israîl li hember Fîlîstanê dike Tirkiye jî li hember Kurdan dike. Herdu mînak jî berhama heman zîhniyetê ne. Ya balkêş jî ev e ku cîhan ji bo berjewendiyên xwe li dijî vê hovîtiyê bêdeng e.

    Êş veguherîn hêzê

    Gelê me di têkoşîna rewa û mafdar de bi her cureyê êşê re hatiye rû hev. Lê vî gelê êşên xwe veguhertine hêzê helwesteke ku nirxên gerdunî li pêş xwe danîne, nîşan dane. Ji ber vê jî yên welat bi rêve dibin divê encamên cuda nepên.

    AKP-MHP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd goristanan bombebaran dikin, cenazeyan bi kargoyê dişînin. Bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl didin encamê bigirin. Ev rêbaz hewldanên vala ne. Wê gelê me di her şertî de xwedî li zarokên xwe derkevin. Em ê her tim rêberê xwe bi rêzdarî bibîr bînin lê gelo hunê xwedî li darbekarên xwe derkevin?

    Dayika Xalîse û bav Alî Riza yên fedakar; Em vê zilm û êşa ku bi we hatiye kişandin efû nakin! Hun kezeba xwe ya şewitî rehet bihêlin. Wê kesên ku zarokên we kirin qutiyan hesabe wê li ber dîrokê bidin. Em girtiyên siyasî êşa we ji dil parve dikin, li hember sekna we  rêzdar in.  Tu ked vala naçe. Azadiya gelê me nêz e.