Ahmet Ozkan, kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku ji salên 1990’an heta niha ku di girtîgehê de ye rewşa wî ya tenduristiyê gelek xirab e lê hê jî nayê berdan. Ahmet Ozkan di sala 2011’an de li Amedê bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û ew li gelek girtîgehan hatiye gerandin. Ozkan 12 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye. 5 salên xwe yên herî dawî ew anîne gitîgeha Amedê Tîpa F’yê de li cem bavê xwe dima. Ozkan beriya ku were girtîgeha Amedê li gelek girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê hatiye gerandin. Ozkan bal kişand rewşa girtiyên nexweş û bavê xwe ji rojnameya me re axivî û ev tişt anî ziman: “Li cem gelek hevalên ku xweşiya wan a pençeşêrê hebû gelek ji wan jî li ber çavên me jiyana xwe ji dest da. Ev jî ji ber dereng mudaxelekirine bû, ji ber ku girtî nedibirin nexweşxaneyan û di vê hêlê de pirsgirêka herî mezin ew bû. Ya din jî di nexweşxaneyan de dest bi kelemçekirî dermankirin gelek pirsgirêk bû”
Ahmet Ozkan kurê Mehmet Emîn Ozkan diyar kir ku li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş gelek xirab e û nayên dermankirin. Ozkan da zanîn ku dema wan bi halê wan ê nexweş dibin nexweşxaneyê bi kelemçeye gelek zehmetiyê bi wan didin kişandin û ev tişt got: “Jiyana girtîgehê li hêla bajarên Tirkiyeyê dijwar e. Dema dermankirinê hevalên me yên nexweş pirsgirêkên mezin dijîn. Bi taybetî jî hevalên me yên ku nexweşiya wan a giran heye gelek ji wan sewqî cihên din kirin. Dema ku wan dibin jî tevî wî halê wan nexweş jî dîsa destê wan bi kelemçekirî dibin. Kesên ku bi halê xwe yê nexweş û li ser kursiyên berasteng bin dê mirov çawa wan bi kelemçekirî bibe. Jixwe ji aliyê dermankirinê ve gelek pirsgirên mezin dijîn. Gelek heval hene dema sewqên wan ên nexweşxaneyê hebûn wan bi mehan nedibirin nexweşxaneyê. Li cem gelek hevalên ku nexweşiyên wan ên pençeşêrê hebûn gelek ji wan jî li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Ev jî ji dereng mudaxelekirinê bû, ji ber ku girtî nedibirin nexweşxaneyan û di vê hêlê de pirsgirêka herî mezin ew bû. Ya dinê jî di nexweşxaneyan de dest bi kelemçekirî dermankirin gelek pirsgirêk bû. Dema ku kesên destên wan kelepçekirî ji ber ku me ew qebûl nedikir, em paşve dizîvirandin. Dema ku em vedigeriyan jî em gelekî mexdûr dibûn. Tedawî nedikirin, dema ku mirov sewqa xwe jî dikir carna diçû mehekî carna jî çend roj pişt re digirtin. Bi taybetî jî di zindanan de dema ku destê mirov dikirin kelepçeyê pirsgirêkên gelek mezin çêdibûn. Nêzîkatiya leşkeran li hemberî me her tim neyînî bû. Bi çavekî neyartî li me dinihêrtin, ji bo ku pirovokasyonan bidin çêkirin bi her awayî bi ser mirov de dihatin. Carna jî di çûn û hatinê de gelek êrîşî hevalên me dikirin.”
‘Dema bertek hebûya îdareya girtîgehê jî ji paş ve gav diavêt’
Ozkan bal kişand ser cudatiya girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku çawa nêzîkê girtiyan dibin. Ozkan anî ziman ku ew nêzîkî 5 salan e li Amedê girtiye û got ku gelek cudatî di navberê de heye. Ozkan der barê mijarê de wiha axaftina xwe domand û got: “Dema ku em di zindanên aliye Tirkiyeyê de bûn malbatên me hemû li Kurdistanê bûn. Ji ber ku kesên li wan deran hêlên wan ên nijadperestiyê hebûn dema ku bûyerek biqewimiya jî tu kes bertekek nîşan nedida. Dema ku parêzer bihatana jî dîsa pirsgirêk çareser nedibûn û bi yek du parêzeran jî pirsgirêk çareser nedibû. Li girtîgehên kurdistanê ne wisa ye, dema ku pirsgirêkek tê jiyîn li vir parêzer, sazî û malbat gelek kes dihatin li ber deriyê girtîgehê xwedî li girtiyan derdiketin. Dema ku bertek baş bihatana kirin wê demê îdareya girtîgehê jî paş ve gav diavêt.
Ev cudatî di navbera Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê de gelek hebûn. Li bajarên Tirkiyeyê dema ku gardiyanan êrîşî me dikir, gelê wir piştgirî nedidan me. Lê wan li Kurdistanê van tiştan nedikirin ji ber ku wan jî zanibû li vir ger êrîş li ser girtiyan bê kirin dê gel, parêzer û gelek saziyên me rabin ser piyan
Ez nêzîkî 5 salan li girtîgeha Amedê mam û nêzîkî 8 salan jî li bajarên tirkiyeyê mam ev ferq gelek bala mirov dikişîne. Li Amedê û li bajarên Kurdistanê nikaribûn van kiryaran bikin ji ber ku li van deran malbatên me û gelê me piştgirî didan me. Bi teybetî jî êrîşên ku ji aliyê fîzîkî dihatin kirin li Amedê gelekî kêm bû.”
‘Bi çalakiyan nêzîkatiya wan jî diguhere’
Ozkan anî ziman ku nêzîkatiya wan li gora derve ye, dema ku li derve polîsek ango leşkerek bê kuştin li girtîgehan bandora tundiyê jî zêde dibe. Dema ku malbat saziyên sivîl û parêzer bertekê nîşan didin hinek nermahiya wan jî çedibe. Ozkan wiha pê de çû û got: “Nêzîkatiya wan bi pêvajoya derve ve girêdayî ye. Dema ku rewş asayî be nêzîkatiya wan bi rengekî din e lê dema ku şer hebe an jî leşkerek an polîsek wan bê kuştin wê demê nêzîkatiya wan jî diguhere. Di sala 2019’an de dema ku malbatan li derve çalakî didan meşandin wê demê me bandora çalakiyan didît, em hinekî pê rihet dibûn. Hevalên me jî wê demê demek dirêj di nava greva birçîbûnê de bûn. Her çiqas çalakiyan kirin ewqas rewşa wan a tendirûstiyê jî xerabû. Mirov piştî 150-200 roj ku tiştek nexwe gelek bandor li mîdê û laşê mirov dike, cur bi cur nexweşî derdikevin holê. Ev jî rastiyeke zindanê ye dema ku mirov dikeve zindanê her tiştî jî dide ber çavên xwe. Dema ku mirov di dema xwe de gav neavêt wê demê valahî tije dibe. Dema te vala hişt tu diçî. Dema ku di ser mirov de tên mirov qebûl bike hê jî tên dema ku mirov tu qebûl nekî ew jî ew jî disekinin. Di wê hêlê de em jî tim li gora xwe balbar bûn. Carinan jî ji ber tu tiştekî bêhincet jî cezayê telefonê, hucreya yekkesî li cezayê lîstina gogê didan. Di wan demên wisa de îdareya girtîgehê tim dixwest ku ji em paşve gav biavêjin lê me jî li ber xwe dida. Ji xwe me pir hindik di çapemeniyê de jî di şopand di wê hêlê de li Kurdistanê avantaja me hebû. Dema ku di girtîgehan de pirsgirêk hebûna malbat, saziyên sivîl û gelek parêzer dihatin li ber dariyê girtîgehê daxuyanî didan û bandor li ser Îdareyê dikir wan jî ji paş ve gav diavêtin.”
‘Tişta ku wî li piyan bihêle moral e’
Ozkan di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku rewşa bavê wî li gelek deveran belav bûye û gelek ketiye rojeva çepemeniya kurd û heta derveyî welat. Ozkan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Apê Dedo ji xwe herdem di rojeva çapemeniyê, parlementoyê û heta li derveyê welat ketiye rojevê. Demên dawiyê rewşa wî ya tenduristiyê pir xirab e. Herî dawî di beşa lezgîn de jî çar pênc caran her carek jî wekî çar penc rojan dihat razandin. Nexweşiyên wî yên kronîk pir hene êdî ne mimkûn e ku ew nexweşî bi dermanan jî derbas bibe. Me her roj di raporên wî de didît êdî gelek organên wî hatine asta qedandinê. Her tişt li ber çavan e ew jî nikarin înkar bikin di raporên nexweşxaneya girtîgehê de jî derbas dibin. Wan bixwe jî ji me re digotin ger ku di destê me bûya niha me ew tehliye dikir lê tiştek ji destê me nayê. Jixwe rewşa wî ya tenduristiyê li ber çavan xuya dikir. Ji vê saetê pê ve tişta ku Apê Dedo li piya bihêle bi tenê moral e. Apê Dedo 24 saetan nikare ji hindur odeyê derbikeve. Encex ji xeynê du kesan ango sê kesan pê ve kes nikare pê re eleqedar bibe. Dema ku heval diçin li saheyê gogê dilîzin divê du kes li cem wî bin pê re eleqedar bin. Nikare pirtûkan bixwîne û televîzyonê temaşe bike, her du guhên wî jî nabihîsin. Dema rewşa zindanê ev be dê çawa dikaribe di wir de bimîne. Tevî ew qas tişt jî me ji îdarê re digot jî dîsa xwestekên me pêk nedihatin. Hezar hincet derdixistin digotin yasa hene em li gorî wan tevdigerin.”
Ahmet Ozkan kî ye?
Ahmet Ozkan di sala 1983’an de li gundê Sîsêya Licê ya Amedê hatiye dinyayê. Di sala 2011’an de li Amedê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin. Bi qasî 12’e salan di gelek girtîgehan de maye û herî dawî jî li girtîgeha Amedê maye. Bi giştî li 9 girtîgehan hatiye gerandin. Herî dawî di sala 2018’an de ew anîne girtîgeha Amedê û ji wê salê vir ve di heman girtîgehê maye, heta roja ku hatiye berdan. Dema ku wî anîne girtîgeha Amedê ew êdî ji wê rojê pê ve weke refaqatçî li ba bavê xwe peywira xwe kiriye.