25 Mart, Cumartesi - 2023

Keskîn: Dewlet budçeyê ji bo kuştinê xerc dike

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku erdhej veguherî qetlîamê û dewletê budçeya herî zêde ji bo şer xerc dike. 

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêma erdehjê qewimîne raporek amade kir. Rapor li navenda giştî ya ÎHD’ê bi civîneke çapemeniyê hat aşkerakirin. Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê di tev li civînê bûn.

Ji ber feraseta wan erdhej veguherî karesatê

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku felaketa xwezayî veguherî qetlîamê û got: “Heke pergaleke otorîter a navendî ku li ser fermana kesekî welatekî 95 milyon kes lê dijîn bi rê ve bibe, wê encam jî felaketa li ser felaketê be. Ji bo herêmên erdhejê OHAL hat ragihandin. OHAL nebaş bi kar tînin û hewcehî bi OHAL’ê nebû. Du sê rojan dewlet li li hawara xelkê neçû. Mirov terkî mirinê kirin. Em ê ji bo parastina mafê jiyanê hemû deveran bişopînin. Xebatên alîkariyê hatin astengkirin. Îktidarê alîkariya rêxistinên sivîl jî asteng kir.”

Budçe ji bo kuştinê tê veqetandin

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku dewlet budçeya herî zêde ji bo şer xerc dike û wiha got: “Dewlet ji bo kuştina mirovan xerc dike ne ji bo parastina mirovan. Em nikarin erdhejê tenê bi faleketê pênase bikin. Di heman demê de qetlîamek jî pê re hat. Çimkî gelek mirov şansê wan hebû sax derkevin lê kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve hatin şandin. Dewletê kamerayên termal ku ji bo mirov sax bên derxistin nebir herêma erdhejê. Gelek pesnê pergala termal dan lê ev kamera li herêma erdhejê nehatin belavkirin. Heke bihatana belavkirin wê gelek mirov bihatana rizgarkirin.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram