1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    Jiyana xwezayî û azad: Koçerî

    Ji zozanên bilind dengê bilûrekê bilind dibe.
    Şivaneke ew… Behsa bedewiya xwezayê dike.
    Geh sar û seqem, geh ba û bager…

    Lê îlla hênkahiya biharê ye di rûyê xwezaparêzan de.
    Vaye keriyên pez herikîn ji pala jorîn.

    Dema bêriyê ye, dema bêrîvanan e.

    Em li koçeriyê ne, em koçer in… Koçerê xwezaya welat.

    Li her welatekî jiyan li gor erdnîgariyê dikeve dirûvekî. Welatê me Kurdistan jî li gor xwezaya xwe jiyanek afirandiye. Lê belê taybetiyeke Kurdistanê heye ku wê ji welatên din diguherîne. Xwezaya welat ne perçeyekî jiyanê ye, jiyan bi xwe ye. Kurdistaniyan xweza li gor xwe neguherandine, jiyana xwe li gor sirûştê rengîntir kirine û vê yekê jî kiriye ku hin taybetiyên kurdistaniyan ji yên welatên din biguherin. Bi vî awayî hin taybetiyên xweser û balkêş ên Kurdistanê çêbûne.
    Wexta mirov berê xwe dide Kurdistanê, li her herêm, bajar û gundan taybetiyên xweser hene. Lê belê hin taybetiyên ku rasterast kurd û Kurdistanê tînin bîra mirov jî hene. Yek ji van taybetiyên girîng koçerî ye.

    Jiyana xwezayî

    Di roja me de li welatên biyanî mirov êdî dixwazin berê xwe bidin xwezayê. Lê kurdistaniyan tu caran berê xwe ji xwezayê neguherandin û tim jiyana wan encax li gor şert û mercên xwezayê diguherîn.
    Li serê çiyayan hêdî hêdî berf dihele.. Heşîn dibe derdor, xweza kirasekî nû li xwe dike. Kirasê spî rengê xwe diguherîne, dem dema bişkivîna kulîlkane êdî. Bihar çavên xwe vedike û xwe amade dike ji silaveke germ a rojê re. Dem dema xatirxwestina berfê ye êdî dora mêvandariya mirovan tê.

    Berê xwe didin welatê xwe

    Piştî zivistanên dijwar û dirêj bi dawî dibin û hewa hêdi hêdî germ dibe, koçer êdî berê xwe didin zozanan. Di mehên biharê de mirov berê xwe didin çiyayên asê yên Kurdistanê. Ev rêwîtî hin caran bi hefteyan hin caran bi mehan didome. Her warek jiyanek e. Her warek çandek e. Di mehên herî xweş ên salê de koçer tevî keriyên pez berê xwe didin welatên xwe yên rastîn. Bi rêwîtiya dûr û dirêj digihêjin quntara çiyayên Kurdistanê.
    Her ku berf dihile û belekên berfê li lûtkeyên çiyê zêde dibin, koçer ji quntarên çiyê berê xwe didin lûtkeya çiyê. Kon û mala wan li ser pişta hespan e. Ew kesên azad in. Xwezayê baş nas dikin. Li gorî şert û mercên xwezayê rêwîtiyê dikin. Her tim berê wan li jor e. Heta meha tebaxê rêwîtiya wan a zozanên bilind didome.

    Bihar cejna koçeran e

    Mirov dikare bêje ku bihar cejna Koçeran e. Kurd di wan mehan de xwe digihînin welatê xwe û jiyana xwe ya ku bûye çandeke welat. Hêdî hêdî ji sewalên xwe re cihekî amade dikin û kon vedidin di dilê xwezayê de. Konê wan ji mûyê bizinan e. Konê reş hin jê li ser 3 stûnan, hin jê li ser 5-6 ango 7 stûnan in. Konên wan li gorî hejmara malbatê tê guhertin. Malên mezin û nifûsa wan zêde konê wan jî mezin in.

    Koçer tevî keriyên pez, tevî zarok û zêçan li kêleka çiyayan jiyaneke nû, ango warekî ji xwe re hildibijêrin. Jiyaneke dilnizm hildibijêrin. Tenê çend alavên ku xwarinê tê de çêkin û çend doşek û lihêfan bi xwe re dibin. Di demsalên bihar û havînan de bi rastî mala herî mezin û dewlemend a koçeran e. Xwarina wan û ava wan ji xwezayê ye. Çêra pezê wan ji xwezayê ye. Keriyê pezê wan li gihayê herî xweş diçêre. Ew pinçarê herî bi bereket û tahm xweş dixwin. Kon û warên xwe li tenişta geliyekî ango çemekî vedidin. Ava xwe ji kaniyên herî sar vedixwin. Li ezman stara wan stêrk in.

    Rêwîtî li gorî demsalê ye

    Ger wê biharê baran zêde nebare, koçer di meha nîsanê de dest bi rêwîtiya xwe dikin. Lê heke wê biharê baran zêde bibare, koçer heta meha gulanê jî dibe ku nikaribin herin zozanan.

    Koçer bi komî dest bi rêwîtiya zozanan dikin. Hin caran 3-4 kerî, hin caran 9-10 keriyên pez bi hev re dikevin riya zozanan. Keriyê pezên koçeran ji sêsed mihî heta hezar mihî jî tê guhertin. Keriyên pez ên koçeran carinan ne tenê yên wan in. Carinan pezên cîran û xizmên xwe jî bi xwe re dibin. Jiyana hevpar a kurdistaniyan di vê derê de jî rû dide. Koçerên xêrxwaz xwedî li sewalên nas û dostên xwe jî derdikevin.
    Koçer piştî li zozanên bilind bi cih dibin, konê xwe vedidin û dest bi jiyanek nû dikin. Serê sibehê bi tîrêjên rojê re hişyar dibin. Bêrîvanên kedkar piştî serê sibê karê malê dikin, di saetên serê sibê de diçin nava sewalan. Dem dema bêrîvanan e. Dema sûdwergirtina ji xwezayê ye. Piştî keriyên pez ji çêrê vedigerin, bêrîvan pez dibin bêriyê û dest bi dotinê dikin. Piştî dotina keriyên pez, bêrîvan şîrê xwe dixin bîdonan û berê xwe didin konan. Şivan jî piştî çend saetan pezê xwe mexel dikin, dîsa berê keriyên pez didin çiya û dest bi çerandina pez dikin. Keriyên pez li wan zozanên bilind di nava çêra herî xweş de li gihayê herî xweş diçêrin. Di nava giya û nebatên cur bi cur de diçêrin.

    Jixwe armanca koçeran ew e ku pezên wan di nav xwezayê de karibin têra xwe sûdê ji nebatan bigirin. Ber êvarkî êdî hêdî hêdî şivan pezê xwe dide pêşiya xwe û ber bi konê xwe ve diçin. Ji şivanan re şevbêrka çîrokan, temaşekirina tabloya stêrkan û guhdarkirina bayekî hênik ê biharê destpê dike. Dibe ku çend gotinên sewalan jî hebin ji hev re. Ku digihêjin hev wekî civateke wan hebe her yek bi dengekî hebûna xwe nîşan dide.

    Çêre xweş be penêr jî xweş e

    Li zozanan çiqas çêre xweş be û cureyên giha zêde be, ew qas şîrê pez jî zêde ye. Ew qas tahma şîr jî xweş e. Şîr çiqas xweş be, tahma mast, penêr jî ew qas xweş e. Bêrîvan xwezayê baş nas dikin. Pincarên li zozanan jî baş nas dikin. Ji çavdêriyên hezaran salan giha û pincaran nas dikin. Ji ber vê yekê dizanin dê kina giha û pincar tahma şîr û penêr xweş bikin. Bêrîvan piştî dest bi çêkirina penêr dikin, ji zozanên bilind, siyabo, mendê, sîrik û gelek nebatên din kom dikin û tev li penêr dikin. Bi rojan pincarê herî taze kom dikin. Bi mehan penêr çêdikin û debo dikin.

    Warê herî hênik in

    Di kelakela havînê de bajarî ji germê diperitin. Di heman deman de dibe ku koçer li ber bayekî hênik çaya xwe vedixwin, li ber siya darekê rûdinin an jî di nîvê rojê de xebateke bi kêf dikin. Ji ber vê yekê koçerî xewn û xeyala mirovên roja me ye. Lê belê ji bo kurdistaniyan ne wisa ye. Tu caran xweza neterikandin, şert û mercên tund ên sirûştê ji wan re ne pirsgirêk bû, ji ber ku kurd û xweza wekî malbatekê bûn. Herî zêde kurd dikarin di nava şert û mercên xwezayê de bijin. Ji ber ku herî zêde kurd xwezayê nas dikin. Kurd bi xwezayê re bûne yek. Li gorî şert û mercên xwezayê xwe bi rêxistin dikin.

    Çavên bajariyan li koçeran in

    Di jiyana kurdan de cihekî girîng ê koçeran heye. Penêrê keriyên pez ên ku li zozanan nebatên cur bi cur dixwin xwedî tahmeke cuda û bêhempa ye. Ji ber vê yekê çavên kurdistaniyan di mehên bihar û havînê de tim li koçeran e ku para xwe ji penêrê herî xweş bigirin.
    Koçer havîneke xweş li zozanan derbas dikin. Piştî demsala bihar û havînê, rengê kesk ê biharê hêdî hêdî cihê xwe dide rengê zer. Dema vehesîna xwezayê tê. Bi gotineke din, demsala payîzê tê. Pê re jî dema xatirxwestina ji zozanan tê.
    Di mehên payîzê de piştî ku serma destpê dike, koçer jî hêdî hêdî konên xwe tev didin hev. Diçin gundan an jî bajaran ku çîrokên nû ji xwezayê re bînin. Xweza jî amadekariya berfê dike dîsa.

    Penêr, hirî û berhemên hatine komkirin. Kurdistanî dê bi lihêfên hirî û penêrê tahmxweş mazûvaniya zivistanê bikin. Tîrêjên zer û sor ên payîzê rêberiya koçeran dikin, keriyên pez li pêş, çîrokên çiyayan di hembêza wan de hêdî hêdî ber bi bajar û gundan ve diçin.
    Mirov ji çiyayên arambexş û dewlemend dûr dikevin lê belê li bajaran li kolanan dengê zarokên bi navê Cudî, Zagros û Bagok tev li rengê jiyanê dibe. Û xweza bi hebûna koçeran bêhtir dewlemend dibe, xweşiktir dibe…

    Warê koçeran qedexe dikin

    Koçerî û zozanên bilind bûne parçeyek jiyan û çanda kurdan. Kurd bi koçeriyê tên nasîn. Kurdan bi hezaran salan li zozan û çiyayên bilind azad geriyane. Debara xwe bi çanda koçeriyê û sewalkariyê derbas kirine. Her tim azad jiyane. Lê di salên dawî de êdî dewlet zozanan li koçeran qedexe dikin. Ji ber zozan li koçeran têne qedexekirin, koçer êdî nikarin karê sewalkariyê bikin. Nikarin debara xwe bikin. Kurdên ku bi hezaran salan li çiya û zozanên bilind koçerî kirin, neçar dimînin ku pezê xwe bifiroşin û dest ji koçeriyê berdin. Koçerên bi hezar salan li zozanên bilind azad bûn, piştî zozan li wan têne qedexekirin, neçarî jiyana nava bajaran dibin. Koçerên ku şîr, mast, penêr û hebû xwarina wan ji xwezayê bûn, êdî muxtacî satilek mast û kîloyek penêr tên hiştin.

    Lê her çend zozan li koçeran bê qedexekirin jî disa kurdên ku koçerî ji bo xwe kirine çand û parçeyekî jiyanê, zû bi zû dest ji vê çandê bernadin. Ji ber ku her tim xwe li zozanan azad dibînin û dixwazin her tim di nava xwezaya rengîn de azad bijîn.

    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê