25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Jina bî

    Li cem me, li hêla Serhedê carnan hin bûyerên ecêb çêdibin. Yek ji vana jî dema keçeke xama yan jî jineke bî jê re dibêjin jinebî. Îca li gundê kêleka gundê me, navê wî gundî Rindiko ye, gundekî pir xweş e û hertim hêşnahiya wî gundî bala meriv dikişîne. Carnan me xwe bi xwe digot; xwezîla gundê me jî wisa xweşik bûya û hemû kesan pesnê gundê me bidana. Ka îca ma em weke xelkê xwedî li gundê xwe derdikevin? Hema meselê dirêj nekim.

    Di wî gundî de mêrikek dijî, ew hevjîna wî û zarokên wî hene, heywanan xwedî dike, kar û barê mala xwe jî baş dike. Li gundê me jî Fatêyek heye, ew jî çend sal berê mêrê wê çûbû rehmetê, ne zarokên wê hene û ne jî malbata wê. Dema tê bîra min, wexta ku ew ciwan bû, mêrê wê jî xortekî delal, şivanê gund bû, evana dil didine hev û bi hev re direvin û xwe davêjin gundê me. Wê demê bûyer çawa safî bûye kesek baş nizane. Piştî çend salan hevjînê wê nexweş dikeve û diçe rehmetê, Fatê jî bî dimîne. Zarokên wan jî çênabin. Fatê bi tena serê xwe ye. Bi ya min ew jineke baş bû lê çend meh berê ew serê sibê ji malê derdiket, danê êvarê dihat mala xwe. Çend caran cîrana jê pirsî gelo ev jin bi tena serê xwe diçe ku derê!

    Kesekî/ê bersiveke baş jê negirt. Roj wisa derbas bûn, rojekê berê êvara dereng, wisa xileportiyek di nav gund de belav bû, bi qîrewîra der û cîranan re em derketin ser baniyan û ber xaniyan. Gotin Fatê çûye di mala Ûsiv de rûniştiye, xelkê gund dikin û nakin nikarin Fatê ji wê malê derxin. Hevjîna Ûsivê belengaz dengê qîjewîja wê heta nav gundê me belav dibe. Her yek ji xwe re behsa çîrokekê dike. A rastî rojekê Fatê dema di nava wî gundî re derbas dibe, dibîne ku mêrikek li ber derê xwe heywanên xwe alif dike, di alîkî de jî bi hevjîna xwe re ketiye nava henekan.

    Ew dem aqilê Fatê disekine, xwe bi xwe re dibêje; Ne hevjînê min rehma xwedê kiribû, ew çawa careke din zindî bû û bi yekê din re zewicî?… Aqil ji serê wê diçe, piştre her roj sibê zû radibe diçe jora gund disekine û heta êvara dereng çavdêriya li mala Ûsiv dike. Paşê jî diçe mala wan, ji hevjîna Ûsiv re dibêje; Ev hevjînê min e, êdî karê te li vir qediya û here mala bavê xwe. Ez hatime li vê malê rûniştime. Hûn min li vê derê bikujin jî careke din ez lingê xwe ji vê malê navêjim derve.

    Mesele ev bûye. Fatê çûye mala Ûsivê belengaz rûniştiye. Dûre mezinê gund diçin bi wê re şêwreke giran datînin û ji malê derdixin. Lê Fatê hiş di serî de nemaye û nizane çi û çawa kiriye. Ew niha di nexwaşxanê de ye, wê kengî derxin kesek nizane, dibe ku qet ji wir dernekeve jî…

    Adetek wiha hebû (Dema jinek an jî keçek bi dilê xwe diçe malekê, wek hewî ji wê malê dernakeve, dibêje ez hati me li ser filankes an jî bêvankesî rûniştime. Ger ew mêr be jin be dengê xwe dernaxe, ev bûyer li hêla Serhedê pir çêbûne)…