10 Haziran, Cumartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên kurd pêşengtiya 8’ê Adarê kirin

Jinan bi wesileya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi taybetî li Kurdistanê û li gelek welatên din bi reng û dengên xwe qadan xemilandin. 8’ê Adarê îsal herî zêde li Kurdistanê bi coş û bi germahiyeke newrozî hat pîrozkirin. Jinên kurd îro çawa ku li dijî hişmendiya baviksalar di gelek biyavan de li ber xwe didin rojên wek 8’ê Adarê jî wek rojên li dijî zilma dewlet-mêr-desthilatdariyê di asta herî jor de pîroz dikin. Ji Şengal heta Mexmûrê, ji Hesekê, Kobanê, Qamişlo, Minbic, Şehba, Helebê heta Amed, Wan, Êlih, Silopya, Dêrsim heta hin bajarên Tirkiyeyê yên wek Stenbol, îzmîr û hwd. jinên kurd pêşengtiya 8’Adarê kirin. Ji her qadên 8’ê Adarê jinan bi yek dengî bal kişandin ser tecrîd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Hefteyeke berê jin derktetin qadan

Li çar parçeyên Kurdistanê bi rojan amadekariyên 8’ê Adarê destpê kiribûn. Li Rojava hefteyek berê jin derketibûn qadan û her roj şahî li dar dixistin û li kolanan bûn. Li Başûr gelek saziyên jinan semîner û şahî li darxistin, belavok belav kirin. Li Bakur jî di 25’ê sibatê de starta 8’ê Adarê li Kerboranê destpê kir û heta roja 8’ê Adarê jî berxwedana jinan gihişt lûtkeyê.

Jinên li qada Îstasyonê

8’ê Adarê li hemû bajarên Kurdistanê û li Amedê jî li qada îstasyonê bi kelecanê destpê kir. Beriya mîtîng destpê bike jinan hêdî hêdî berê xwe dan qada îstasyonê. Saet her ku ber bi nîvrokî ve diçû jin qefle bi qefle ber bi qadê ve hatin. Jinên ber bi qada İstasyonê ve diçûn bi gelemperî jî bi cil û bergên gelerî bûn. Em dikarin bêjin ku li gor sala 2021’ê di 8’ê Adara îsal de tişta herî zêde berbiçav ew bû ku li gel hemû êrîş û tunehesibandina dewlet-mêr-desthilatdariyê jin bi cil û bergên kurdî û xemla kurdewarî li Amed, Wan, Silopya, Êlih û hwd. li qadan bûn. Ev yek bêguman ji bo jinên li qada îstasyonê bûn jî derbasdar e. Ligel hemû êrîş, binçavkirin, tacîz, tecawiz û qetilkirinê, jinan bi sekn û coşa xwe bersiva herî di cî de bi slogan, pankart, dovîz, û bi israra xwe ya li hember barîkatan bersiv dan. Dirûşmeya ‘Dem Dema Azadiya jinan e’ li kolanên Amedê bi rengê jinan tacîdar bû.

Korteja jinan dan sekinandin

Korteja jinan bi saetan ji aliyê polîsan ve li ber derî hat sekinandin. Her çiqas polîsan carnan bi êrîşan, carnan bi gotinên zayendperestî yên  wek ‘keçino yan jî jinno’! bi israr nehiştin jin derbasî qadê bibin û bi vî awayî xwestin îradeya jinan bidin şikandin lê ya dilên wan nehate milên wan. Jinên herikîbûn qadê bi tu awayî ji ya xwe nehatin xwarê, heta ku bi bi hev re derbasî nav şahiyê bûn.

Her jinek bi çîroka xwe li qadê bû

Di 8’ê Adara îsal de li gel sazî û rêxistinên jinan, jinên ku dergûşa xwe dayî ber singa xwe an jî bi destê zaroka xwe girtî berê xwe dabûn qadê. Ev yek jî wisa xuya dikir ku bersiva jinan a ji bo wê hişmendiya ku bi her awayî dixwaze xwe li ser jinan ferz bike û wan bê biryar bihêle, bû. Her jinekê pala xwe dabû çîroka xwe û berê xwe dabû qadê.

‘Îmrali mifteya çareseriyê ye’

Di her çalakî û mÎtîngên ji bo 8’ê Adarê yên ku bi roja ne li Başûr, Rojava û li Bakûr pêk dihatin de jinan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û tevahiya girtiyên di zîndanên li Bakur, Başûr, Rojhilat de. Li Amedê hem di gotin û dirûşmên jinan de hem jî siyasetmedar û kesên li ser dikên axivî bi gelemperî jinan bal kişand ser tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîda li ser tevahiya civakê. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe ya li ser dikê de ‘Ev wêneyên ku ji vê qadê derketin, wêneyên tecrîdê ne. Tecrîd li ser pêşeroja me ye, li ser hêviya jiyaneke wekhev û azad tecrîdeke giran heye. Îro em ên li Qada Îstasyonê ne li ser me tevan tecrîd hat ferzkirin û tê ferzkirin. Îro daxwaz dikin ku dengê me tecrîd bikin. Tecrîd li Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye rêbazeke rêveberiyê, tecrîd li zindanan bûye rêbazeke îşkenceyê. Bi hezaran hevalên me li zindanan di bin pêlên tecrîda giran de ne, desthilatdar dixwazin wan bênefes bihêlin. Em dibêjin li vê axê pirsgirêk heye, çareseriya vê pirsgirêkê jî rêbaza çareseriyê jî diyar e. Mifteya çareseriyê deriyê Îmraliyê ye. Em wekî jinên azadîxwaz, aştîxwaz, jinên têkoşer, heta ku ev tecrîda li ser jiyana me bişikê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê hêza me tecrîdê bişkîne û dê deriyê Îmraliyê vebike.”

Nobedên ji bo Edaletê

Bi kurtasî li Qada İstasyonê tecrîd û rewşa girtiyan wek mijarên sereke derketin holê. Bi bîrxistina jinên siyasetmedar ên girtî yên wek Aysel Tûglûk, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û hemû jinên girtî jî yek ji peyaman jinan a sereke derkete holê. Dayikên girtiyên nexweş ên bi mehan e li baroya Amedê Nobeda xwe ya Edaletê didomînin jî derketin ser dikê û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

Wêneyên Poyraz û Gezerê

Di nav wê atmosfera berxwedan û çalakiyên jinan ên li qadê, di destê gelek jinên ciwan û dayikan de wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezerê hebûn. Vê yekê mixabin hem mirov xemgîn dikir hem jî ji bo xeta wan a berxwedêr dilşad dikir. Xemgîn dikir ji ber ku di 8’ê Adara salek berê de Denîz Poyraz din av şahiyên 8’ê Adarê de cih girtibû û her wiha Garîbe Gezer jî li girtîgehê li hember şert û mercên giran ên hucreyê li ber xwe dabû. Helbet wêneyên wan ên di destên jinên ciwan û dayikan de têra xwe bi wate bûn.

Qeyrana aborî

Qeyrana aborî ya li tevahiya Tirkiyeyê li qada Îstasyonê yek ji mijara sereke ku di rojeva jinan de bû. Jinan di dirûşm, pankart û dovîzên xwe de bal kişandin ser qeyrana aborî ku civak aniye asta birçîbûnê. Jinên ji sazî, rêxistin û sendîqayan tev li mîtîngêbûyî li hember polîtîkayên hikûmetê yên di warê aboriyê de sekinîn.

Stranên Sezen Aksuyê

Ligel gelek stranên bi kurdî û yên jinan dengê stranên Sezen Aksu û Tarkan jî li qadê bilind bûn. Ev yek jî em dikarin bêjin ku berteka jinên kurd a li dijî hişmendiya mêr-dewletê bû ku dixwaze her biyavên jiyanê li civakê teng bike bû.

Bi kurt kurmancî; li çar aliyên Kurdistanê û li tevahiya bajarên wê, çalakiyên jinan, bi biryarbûyîn, berxwedan, sernetewandin û meşa jinan nîşan dide ku dê Newroz 2022’yan jî bi sekn û rengê jinan diyarker be.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram