1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    Ji Kawa heta Mazlum, Zekiye û Rahşanan navê berxwedan û vejînê: Newroz

    Zayîna pîroz a têkoşîna azadiyê, mîta hezar salan a berxwedanê,  agirê ku wek teyrê Enqayê ji xweliya xwe diafire Newroz.  Serhildan e Newroz, li dijî zilm û zora hezarê salan berxwedan e.  Û her wiha pîroz e Newroz, qutsiyeta jêderka mirovahiyê ye. Agirê li dor bedena Mazlûm e Newroz, agirê azadiyê, agirê serfiraziyê…

    Serhildana Kawayê Hesinkar a li hember zilma Dehaq wekî efsaneyekê di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet e. Ev roja ku wek cejnê 2 hezar û 634 salin tê pîrozkirin, di heman demê de tê wateya “roja nû”. Li gel vê wateyê, îro di serî de li erdnîgara Rojhilata Navîn, li gelek erdnîgariyan weke hatina biharê, hişyarbûna xwezayê û jiyanê tê pêşwazîkirin.

    Wekî me got, ev roja pîroz li gelek deverên cîhanê xwedî wateyeke girîng e. Lê ji bo Kurdistanê û gelê kurd Newroz, ji wateya hatina biharê zêdetir xwedî taybetiyeke cuda ye. Ev yek jî berxwedan e, li hemberî zilmê serhildan e. Em dikarin bêjin ku ji bo kurdan Newroz, roja ku li hemberî zilmê agirê serhildanê hatiye pêxistin e. Govenda ku li derdora wê agirê tê girtin e… Li dijî Dehaqan, rexsa azadiyê ya xwedawenda ye Newroz…

    Ji roja destpêkê heya niha Newroz, ji aliyê gelê kurd ve wek nasnemeyeke daxwaza azadiyê tê pênasekirin. Bi taybetî piştî salên 1900’î ev yek bêhtir bi wate bû. Lê ji bo gelê kurd, taybenmendiya Newrozê di pêvajoya piştî darbeya 1980’yî  û di salên 90’î de derket pêş. Newrozên ku di wan pêvajoyan de hatin pîrozkirin, bandor li Newrozên ku dê li Kurdistan û Tirkiyeyê bên pîrozkirin kir.

    Mazlûm, Zekîye, Rehşan…

    Bi têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya ku di 84’an de destpêkir, ji bo gelê kurd jî pêvajoyeke nû destpêkir. Bi destpêka têkoşîna çekdarî ve Newroz jî êdî weguhest serhildanan. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, li tevahiya Tirkiye û bakurê Kurdsitanê pêşengên PKK’ê jî di nav de gelek kes hatin girtin.

    Yek ji pêşengên dozê Mazlûm Dogan, ji bo pêkanînên li zindana Amedê protesto bike di 21’ê Adara 1982’yan de di hucreya ku dihat girtin de bi sê darikên çixatê agirê Newrozê pêxist û canê xwe feda kir ji bo Newrozê. Ew çirûska ku Mazlûm Dogan bi dirûşmeya “teslîmîyet îxanet e, lê berxwedan serkeftin e” pêxist hucreyên tarî yê zindana Amedê ronî kir û şewqa xwe da tevahiya welêt.

    Piştî vê çalakiya mezin a Mazlûm Dogan, xwendekara beşa bijişkî ya zanîngeha Dîcleyê Zekiye Alkan jî di Newroza Amedê ya 1990’an de laşê xwe da ber agir. Peyama van her du çalakiyan hevpar bû. Ew peyam jî “Ger pêwist be em ê bi canê xwe agirê berxwedanê geş bikin” bû.

    Yek ji sembolên Newrozê jî Rahşan Demîrel e. Keça kurd Rahşan, di Newroza 1992’yan de bi sedan kîlometre ji welatê xwe dûr, li Kadîfeyakaleya Îzmîrê, laşê xwe da ber agir û bi şehadeta xwe Newroz pîroz kir. Rahşan agirê Newrozê yê ku ji Mazlûm û Zekiyeyan wek mîrate girtîbû bi canê xwe geş kir. Bi vê çalakiya wê ya mezin û bi wate ve agirê Neworê ji Kurdistanê belavî bajarên Tirkiyeyê bû. Ev yek dihat vê wateyê; çi dibe bila bibe, qetlîam û êrîş pêk bên jî dê tu caran agirê Newrozê venemire…

    Salên 90’î û Newrozên bi xwînê hatin avdan

    Di pêvajoya salên 90’î ya ku dewleta tirk li dijî gelê kurd polîltîkyên qirkirinê derxistibû asta herî jor, ji ber tirsa coşa Newrozê, dewleta tirk, Newroz wek rojexe xeternak nirxand û dest bi qedexekirina pîrozbahiyan kir. Bi qedexeyên salên 90’î û 91’ê ve dewleta tirk a dagirker, ev roja pîroz a ku wek hatina biharê bi hezar salane dihat pîrozkirin jî bi xwîn bû.

    Li her deveran agirên ku dihatin pêxistin wek nîşaneya dabeşkeriyê dihate dîtin û gelê ku Newroz pîroz dikir rastî êrîşên leşker û polîsan dihatin. Lê, tevî van êrîşan nikaribûn agirê Newrozê vemirînin. Agirê ku dihat vemirandin jî li devereke din bêhtir bi coş dihat pêxistin. Agirê Newrozê li Botanê bilind dibû, Li Serhedê wek tîrêjên rojê şev ronî dikir û li Amedê bi wate dibû.

    Di sala 1992’yan de polîtîkayên dewleta tirk bi taybetî li bakurê Kurdistanê bi îmha û înkarê dewam dikir. Ji bo kurdan jî di wan salan de Newroz êdî wek cejna têkbirina êrîş û înkarê dihat pîrozkirin.

    Sala 92’yan di heman demê de sala guhertinên mezin bû. Serokwezîrê wê serdemê Sûleyman Demîrel, piştî hevdîtinên bi parlementerên SHP û HEP’ê re daxuyand ku “herkes dikare bi awayekê azad li gorî pîvanên hiqûqê Newroza 92’an pîroz bike.” Daxuyaniya Demîrel di heman deme de dihat vê wateyê; “Newroz wek cejneke neteweyî ya gelê kurd e û gel dikare cejna xwe pîroz bike…” PKK jî ji bo newroza 92’an bi coş derbas bibe bang li gelê kurd kir ku biherikin qadan. Gel jî amade bû ku biherike qadan û Newrozê pîroz bike. Li Batmanê nêzî 40 hezar kesî li stadyuma bajêr civîyan û bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin.

    Berxwedana Şirnex, Cizîr, Nisêbîn…

    Lê li gel daxuyaniyên Demîrel, Newroza 92’yan bi xwîn derbas bû. Hêzên dewleta tirk li navendên Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Colemêrgê êrîş bir ser hezaran kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin. Di encama van êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin.

    Yek ji van navendên ku qetlîam pêk hatin Şirnex bû. Roja 21’ê Adarê, bi hezaran Şirnexî ji gund, navçe û taxên xwe ber bi qada newrozê bi rê ketin. Berî ku gel ji bo pîrozkirinê bikeve qada Cumhuriyetê rastî gulebarana hêzên dewleta tirk hatin. Ev êrîş di demek kin de belavê taxên bajêr jî bû. Li kuçe û kolanên bi xwîn, gelek birîndar û laşên kesên ku hatin qetilkirin hebû. Êrîş heya saetên nîvro dewam kir. Piştî nîvroyê li Şirnexê derketina kolanan hate qedexekirin. Ev qedexe di 22’ê adarê de jî dewam kir.

    Di encama êrîşan de ciwanê bi navê Bişeng Anik di 24’ê adarê de dema di bin çavan de bû ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, di Newroza 92’yan a Şirnexê de 38 welatî hatin qetilkirin û 120 kes jî birîndar bûn.

    Di heman salê de yek ji navendên ku Newroz bi xwîn derbas bû jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Di sibeha 21’ê Adarê de welatiyên ku xwestin goristana kesên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin ziyaret bikin, rasti astengî û gulebarana polîsan hatin. Di êrîşên polîsan de 24 welatiyên ku xwestin Newrozê pîroz bikin hatin qetilkirin û ji 60’î zêdetir kes jî birîndar bûn.

    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî heman atmosfer hebû. Li Nisêbînê Newroz di 21’ê Adarê de hatibû pîrozkirin. Lê ji ber qetlîamên li Cizîr û Şirnexê, rojek piştî pîrozkirina newrozê, Nisêbîn jî rabû ser piyan. Bi hezaran Nisêbîniyên ku daketin kolanan dest bi meş û çalakiya rûniştinê kirin. Li ser çalakiya gel, polîs gule li gel reşand. Di van êrîşan de jî li Nisêbînê 16 welatî hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

    Li navçeya Kercewsa Batmanê jî hêzên dewleta tirk li dijî welatiyên ku xwestin Newrozê pîroz bikin êrîş pêk anîn. Di encama êrîşan de du welatiyên bi navê Nûrî Soyvural û Davût Soyvural hatin qetilkirin û 8 kes jî birîndar bûn.

    Li Colemêrgê jî heman rewş hebû. Di pîrozbahiyên Newroza Colemêrgê de 5 kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin.

    Li gel van êrîş, qetlîaman û polîtîkayên îmhayê agirê Newrozê li her deveran geş dibû, ji sînorê Kurdistanê derbas dibû. Kurdên ku li derveyî sînorê Kurdistanê jî, bi çalakiyên pêk anîn Agirê Newrozê û berxwedanên li Kurdistanê silav dikirin.

    Dewletê xwest lê Newroz nebû Nevruz!

    Newroza sala 93’yan a ku PKK’ê agirbest îlan kir, wekî sala pêş bi êrîş û zextan derbas bû. Di êvara 19’ê Adarê de li Cizîrê malên welatiyan ji aliyê cerdevan û endamên MÎT’ê ve hatin gulebaran. Di saetên sibehê de jî ji Edeneyê agahiya qetlîamê hat. Ramazan Çetîn û Nezîr Kurt ên ku xwestin beşdarî Newroza Edeneyê bibin ji aliyê polîsên dewleta tirk ve hatin qetilkirin.

    Heya sala 95’an Newrozên li Kurdistanê li gel qetlîam û qedexeyan dîsa jî bi coş derbas bûn. Bi sala 95’an ve deweleta tirk a ku fêm kir bi êrîşan nikare xwedîderketina gelê kurd a Newrozê tine bike, dest bi planeke nû kir. Hikumeta Tansu Çiller, Newroza ku ji aliyê kurdan ve bi hezar salane tê pîrozkirin wek cejna netewî ya tirkan îlan kir. Bi vê biryarê ve hewldanên dewleta tirk ên bêwatehiştina Newrozê destpêkirin. Rayederên dewleta tirk bi pîrozkirinên xwe yên qels hewl dan, agirê Newrozê ya ku bi hezar salane li dijî dagirkeriyê wek agirê azadiyê tê pêxistin, bê wate bihêlin û wateya Newrozê berovajî bikin û Newroz bikin “Nevruz!” Lê ev planên hikumeta Çîller jî wekî êrîş û qetlîamên wan bi kêr nehatin. Lewre gelê kurd bi xwedîderkatina xwe ya Newrozê mîrateya Kawayê Hesankar, Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşanan bi coş kirin, agirê Newrozê geş kirin. Balkêş bû ku di sala 1998’an de li Amedê pîrozbahiya ku wê bi navê “Nevruz” ji hêla dewletê ve bihata pêkanîn ji ber ku kes tevlî nebû 10 deqîqe ajot. Ev yek bi gotina waliyê Amedê “me 2 hezar broşur belav kir lê 10 kes nehatin” bu sedema pêkeniya û planên dewletê vala hatibû derxistin. Serkeftin dîsa yê Newrozê bû.

    Wê Newrozê “roja reş” ronî bikira

    Newrozên salên 96-97 û 98’an jî wekî Newrozên 95’an li gel qedexeyên dewleta tirk, di serî de li Kurdistanê li bajarên Tirkiye û Ewropayê bi beşdarbûna hezaran hatin pîrozkirin.

    Lê dema rûpelên dîrokê sala 1999’an nîşan didan di meha Adarê de rageşî li her deveran derketibû asta herî jor. Ew sal tevahiya çavên cîhanê li ser Kurdsitan û Tirkiyeyê bûn. Lewre piştî komploya navnetewî ya ji bo radestkirina rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, cara yekem dê Newrozek bihata pîrozkirin. Ji ber vê jî Newroza 99’an Newrozeke qrîtîk bû.

    Ew sal ji bo xwedîderketina Ocalan, li tevahiya cîhanê gelê Kurd bi dirûşmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” li her deveran rabûn ser piyan û bi çalakiyên mezin komploya navnetewî protetosto kirin. Li gelek deveran dildarên Ocalan ji bo rêberên xwe, laşên xwe dan ber agir û şehîd ketin. Ji bo xwedîderketina Ocalan Newroza wê salê jî gelek girîng bû. Lewre bi mîlyonan kes azadiya Ocalan bang dikir. Dê “Roja Reş” jî bi agirê Newrozê bihata perçekirin, û ronîkirin… Wisa jî bû…

    Serhildanên ku di wê salê de ji bo Ocalan pêk hatin, agirê Newrozê jî geş kir. Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê û Stenbol jî di nav de li bajarên Tirkiyeyê û Ewropayê agirê Newrozê ji bo rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hatin pêxistin.

    Li qadên Newrozê dirûşmeyên “hûn nikarin roja me tarî bikin” bilindî asîmanan dibû. Bê guman bersiva dewleta tirk a dagirker jî bi tundî bû. Li bajarên wekî Stenbol, Edene û Mêrsînê gel rastî êrîşên çekdarî yên polîsan hatin. Lê, li gel êrîşan agirê Newrozê li her deveran hat pêxistin. Gel bi serhildanên xwe agir geş kirin.

    Salên 2000’î û Newrozên bi milyonan

    Bi destpêka salên 2000’î ve Kurdistan û gelê Kurd bi pêşengitiya rêberê xwe Ocalan, dest bi pêvajoyeke nû dikirin. Bi perspektîfên Ocalan gelê kurd dest bi pêvajoya serhildanên demokratîk kiribû. Ev yek dê bandor li Newrozê jî bikira.

    Newroza 2000’î ya di nav nîqaşên demokrasiyê de hat pîrozkirin, bi pîrozbahiyên bi heybet derbas bû. Dewleta tirk jî cara yekem destûr dabû pîrozbahiyên Newrozê. Bi mîlyonan kes wê salê herikîn qadên newrozê. Di serîde Amed bajarên wekî Wan, Mêrdîn, Mêrsîn û Îzmîrê bi hezaran kes qadên Newrozê tije kirin.

    Di salên din jî heman rewş hebû. Bi mîlyonan Kurdistanî û gelên li Tirkiyeyê her wiha Ewropa jî di nav de, li qadên Newrozê, li derdora agirê hezar salan daxwaza demokrasî û azadiyê anîn ziman. Bê guman di nav van daxwazan de ya herî derdiket pêş jî; azadiya rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bû. Li gel qedexe û êrîşên dewleta tirk, qadên Newrozê her ku çû tije û bi coş dibûn.

    Newroza 2005’an ji Newrozên din xwedî girîngeyeke taybet bû. Lewre di wê salê de ji aliyê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ve Konfederalîzma Demokratîk hatibû peşkeşkirin. Di vê pêvajoya ku Konfederalîzma Demokratîk dihat nîqaşkirin de gelê Kurd amadekariya Newrozê dikir. Di pîrozbahiyên Newrozê de ya ku herî derket pêş jî modela ku Ocalan peşkeş kir bû. Bi mîlyonan kes li qadên Newrozê xwedî li modela Ocalan derketin û Konfederalîzma Demokratîk daxwaz kirin.

    Bi salên 2000’î ve hejmara beşdarvanên Newrozê her sal zêdetir dibû. Lê dijberî vê êrîş û qedexeyên dewleta tirk jî dewam dikirin. Di vî warî de newroza Wanê ya 2008’an bi êrîşên tund ên dewleta tirk ve di mêjiyê gelê kurd de hat tomarkirin.

    Qedexe rabûn lê ‘W’ êsîr ma!

    Di salên 2000’î de dewleta tirk ji bo pîrozbahiyên Newrozê dest bi destûr dayînê kir. Lê qedexeyên dewleta tirk ên skandal di wan salan de jî dewam kir. Yek ji van qedexeyan jî ya li dijî tîpa ‘W’yê bû. Li gelek bajaran ji ber di peyva Newrozê de ji şûna tîpa V’yê tîpa W cih digirt serlêdanên pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qedexekirin. Dîsa ji ber di nûçeyên di der barê Newrozê de tîpa W bikar anîn, hîn rojname rastî lêpirsînan hatin. Bi vî halî tîpa “W” weke tîpekî qedexekirî kete nava rûpelên dîrokê.

    Çiraya Newrozê: Tekerên wesayîtan

    Dîsa yek ji taybetiyên dîroka Newrozê jî tekerên wesayîtan e. Bi taybetî di salên 90’î de, tekerên ku ji aliyê zarokan ve di kuçe û kolanan de ji bo Newrozê hatin şewitandin êdî weke çireya Newrozê dihat pênasekirin. Ji ber vê yekê tekerên wesayîtan jî gelek caran rastî qedexeyên Newrozê hatin. Lê dîsa jî zarokên rojê, agirê Newrozê bi pêxistina wan tekeren her tim geş kirin. Her wiha tekerên wesayîtan jî cihê di nava qedexeyên Newrozê de girtin.

    Vîna gel barîkatan perçe kir

    Newrozên herî bi deng û hatin nîqaşkirin ên dîroka nêz jî bêguman ên pêvajoya ji 2011’an heya 2013’an bûn.  Ji ber hevdîtinên di navbera PKK û dewleta Tirk ên li Osloyê encam nedan, bi sala 2011’an ve pêvajo dîsa ber bi rageşiyê ve çû. Bê guman ev yek bandor li Newroza ku bihata pîrozkirin jî kir. Li ser bi dawîbûna hevdîtinên Osloyê, dewleta tirk ji nû ve dest bi êrîşên xwe yên siyasî û leşkerî kir. Her wiha pîrozkirinên Newrozan jî hatin qedexekirin. Li ser van pêkanînên dewleta tirk li gelek deverên kurdistanê pevçûn rûdan. Newroza ku herî li dijî wê êrîş pêk hatin jî newroza Amedê bû.

    Newroza 2012’an a ku wê di 20’ê Adarê de bihata pîrozkirin berî çend rojan hatibû qedexekirin. Lê Amedî bi biryar bûn ku Newrozê pîroz bikin. Bi hilatina rojê ve ji gund, navçe û taxên Amedê bi mîlyonan Kurd ber bi qada Newrozê ketin rê. Hêzên dewletê yên ku xwestin pîrozbahiyan asteng bikin, gulle li ser gel reşandin û pevçûn destpêkirin. Li gel tevahî astengî û êrîşên tund ên polîsan, bi mîlyonan Kurd barîkatan yek bi yek şikandin û di şerê li dijî dagirkeran de bi ser ketin û xwe gihandin qada Newrozê. Qada Newrozê êdî yê berxwedêran bû. Bi hatina wan ve agirê serhildanê careke din hat pêxistin. Di wan kêliyan de tevahiya cîhanê şahidiya yek ji berxwedanên herî mezin a Newrozê dikir.

    Nameya Ocalan agirê Newrozê geş kir

    Salek piştî vê berxwedanê, civaka Tirkiye û Kurdistanê di bin rewşeka cuda de ber bi Newroza 2013’an ve diçûn. Di encama hewldanên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê de, di navbera Ocalan û dewleta Tirk de pêvajoya aştiyê destpêkiribû. Nameya Ocalan a di derbarê pêvajoyê de wê di Newroza Amedê de ji civakê re bihata xwendin. Tevahiya çav û guhên gelê Kurd, tirk û cîhanê li Newroza Amedê, li wan demên dîrokî bû. Nameya Ocalan ji aliyê parlementerên HPD’ê Pervîn Buldan û Sirri Süreyya Onder ve bi zimanê kurdî û tirkî hate xwendin. Bi xwendina nameyê ve coşa li qada Newrozê derket asta herî jor. Bi mîlyonan kesên ku ji aliyê çapemeniya cîhanê ve dihatin şopandin, banga azadî û aştiyê dikirin.

    Agirê Newrozê di sala 2015’an de li her çar perçeyên Kurdistanê bi coşa Şoreşa Rojava hat pîrozkirin. Agirê Şoreşê ya ku bi berxwedan Kobanê ve hat pêxistin, li qadên Newrozê bi dirûşmeya “êdî bes e, ji Ocalan re azadî” geş bû. Li qadên Newrozê bi mîlyonan kurd bi yek dengî deng dan sirûda “Çerxa Şoreşê.”

    Di pêvajoya 2016’an a ku rejîma Erdogan û Bahçelî hewl didan ku çok ji Kurdan bidin şkandin de li bakurê Kurdistanê rojên dîrokî dihatin jiyankirin. Gelê kurd, li hember dagirkerî û polîtîkayên îmhayê li bajarên bakurê Kurdistanê xwerêvebirinên cewherî yek bi yek îlan dikir. Di heman demê de rejîma Erdogan jî bi hemû derfetên xwe li dijî navendên xwerêvebirinê êrîş dan destpêkirin. Di wê serdemê de cihan şahidiya berxwedanên dîrokî yên keç, xort, dayîk bi tavahiya gelê kurd dikir. Ev berxwedana dîrokî bandor li Newroza 2016’an jî kir. Li bajrên wekî Wan û Batmanê jî waliyên dewleta Tirk pîrozkirina Newrozan qedexe kir. Lê li gel hemû qedexe û êrîşên tund ên rejîma Erdogan, gelê Kurd bi beşdarbûna Newrozan xwedî li xwerêvebirinên cewherî derket.

    Di bin siya OHAL’ê de diruşmeya “NA!”

    Newroza 2017’an li gel Kurdistanê ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve jî ji nêz ve hat şopandin. Sedema vê jî, deqexeyên OHAL’a ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê û referandûma guhertina makezegonê ya 16’ê Nîsanê bû. Serokomarê tirk Erdogan, ji bo parastina rejîma xwe bi dengên “erê” diket hilbajartinên referandûmê. Li hember rejîmê, dê muxalefet jî bi dengên “naİ beşdarî hilbijartina referandûmê bibû ya. Lê herî zêde çav li ser Kurdan bû. Lewre dengên Kurdan ji bo referandûmê diyarker bûn. Gelo Kurd wê referandum boyqot bikirana an dê bigotina “NA?” Bersiva vê pirsê jî dê li qada Newrozê diyar bibûya. Lewre, ji dîrokê heya îro gelê Kurd her tim daxwazên xwe bi awayekî vekirî li qadên Newrozê anîbûn ziman.

    Wisa jî bû… Bi mîlyonan kesên ku herikîn qadên Newrozê, bi diruşmeyên “NA” bersiva pirsa referandûmê dan. Bersiva gelê Kurd di heman demê îdayên qirêj ên ‘Kurd bi AKP’ê re lihevkirine’ jî vala derxist. Gelê Kurd bi dirûşmeya ‘na’ li qadên Newrozê careke din diyar kirin ku wê tu caran li rex dagirkerî û faşîzmê cih negrin.

    Bêguman peyama herî bi hêz a Newroza 2017’an ‘berxwedan’ bû. Gelê kurd ê ku li jêrzemînan hat şewitandin, li ser cenazeyan îradeya wan hat binpêkirin, bi agirê Newrozê, bi yek dengê peyamek dida. Ew peyam jî; “li hember qetlîam û dagirkeriyê bi berdila mirinê dê berxwedana kurdan bidome” bû. Ev biryardarî jî, ji qadên Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” bilind dibû.

    Wekî ku xûya dike her sal Newroz mohra xwe li dema pêvajoyên qrîtîk daye. Herî dawî Newroza 2021’an de jî ev yek xwe da xûyakirin. Ev Newroz di bin siya şewba koronayê de wê bihata pîrozkirin. Di demekî wisa de ku dewleta dagirker digot tu hêza tevgera gelê kurd nemaye de bi milyonan kurd li qada Newroza Amedê bi yek denî qêriyan û gotin “em li vir in!” Û careke din xweliya mirinê ji ser xwe avêt û agirê berxwedanê pêxist.

    Îmtîhana Kurdan a bi agirê re ye Newroz. Zarokên rojê yên ku agirê zeft kirine di her Newrozê de bi agirê re direqisin. Ji ber vê yekê ye ku her Newroz serhildanek e, her Newroz serefiraziyek e. Di her Newrozê de Kurd hinekî din kîna xwe tûj kirine li hember zaliman. Ji ber wê ye ku gelê kurd her Newrozê bi xweşikiyekî cûda pîroz dike, hêrsa xwe bilind dike û zilma li ser xwe ji bîr nake.

    Gelê qedîm ê ku li erdnîgariya Mezopotamyayê bi berxwedanê li ser piyan e, bi rihê berxwedêr dîrokake bi heybet a Newrozê afirand. Û wê ev berxwedan bi agirê Newrozê her tim bidome…