31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pê re bikin sêrî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarıca, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 19 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

    Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Abdullah Ocalan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî bersivandina vê serlêdanê parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeyê hatiye dayîn.

     19 meh in agahî nayê sitandin

    Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vêcarê jî di 29’ê nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîvî de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Abdullah Ocalan jî herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

    Bê agahî cezayê dîsîplînê dane

    Di heman demê de Serokatiya Lijneya Dîsiplînê di 3’yê sibata 2022’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan dabû Abdullah Ocalan û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûbû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Abdullah Ocalan di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye redkirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.