29 Mijdar, Sêşem - 2022
No menu items!
More

    Polisan daxuyaniya ji bo rojnameger Îsam Ebdullah asteng kir

    Li Amedê, polisan daxuyaniya ku wê ji aliyê DFG-MKGP’ê ve ji bo nûçegîhanê ANHA’yê Îsam Ebdullah û nûçegîhanê Stêrk TV’yê Hemûdé Ceradê bihatina dayîn, asteng kir.

    Tirkiyeyê di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê êrîşeke mezin a hewayî pêk anî. Di êrîşa artêşa tirk a li Dêrikê de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jiyana xwe ji dest da û li Kobanê jî nûçegîhanê Stêrk TV’yê Hemûdé Ceradê birîndar bû.

    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), xwestin der barê mijarê de li ber avahiya DFG’ê daxuyanî bidin û kuştin û birîndarkirina rojnamegeran a bi destê dewleta tirk şermezar bikin. Lê polisên tirk bi hinceta biryara qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Amedê destûr nedan ku rojnameger daxuyanî bidin û gefa binçavkirinê li wan xwarin.

    Polisan li rojnamegeran ferz kir ku daxuyaniya xwe li hundirê avahiya komeleyê bidin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, li dijî vê daxwaza polisan derket û ev tişt gotin: “Di van şertan de em ê ne li hundir û ne jî li derva daxuyunî bidin. Çapemeniya Azad şert û merc çibin jî dê bêdeng nemîne. Faaliyetên rojnamegeriyê û ragihandinê yên em dikin dê bi tu awayî neyên astengkirin. Ji ber ve em ê daxuyaniya xwe ne li derva û ne jî li hundir bidin.”

    Piştî rojnamegerên ku xwestin daxuyanî bidin û daxuyaniya wan hat astengkirin derbasî avahiya DFG’ê bûn û piştre ji hev belav bûn. AMED