30 Mart, Perşembe - 2023

Îsraîlê êrîşî derdora Şamê kir

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, Îsraîlê li dijî Şamê êrîşa bi fûzeyan pêk aniye, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku saet derdora 01:30`an piştî nîvê şevê, Îsraîlê ji Colanê bi fûzeyan êrîş kiriye ser hin noqteyên li derdora Şamê, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne. Heman ajansê diyar kir ku pergala wan a parastina asîmanî bersiva êrîşê daye û hin moşek xistine xwarê.

Bi salan e ku li dijî navend û deverên ku wekî cihên komên girêdayî Îranê pênase dike, êrîşan pêk tîne. Ji salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê ve hêzên alîgirên Îranê û Hizbullah a Lubnanê, ji bo piştgiriya hêzên hikumeta Şamê, li gelek herêmên Sûriyeyê bi cih bûne.

Hefteya borî jî Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kiribû, ji ber êrîşê balafirgeh 2 rojan ji xizmetê derketibû.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram