14 Haziran, Çarşamba - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê bombe li hêzên Sûriyeyê barand

Îsraîl êrîşî nuqteyên hêzên Sûriyeyê yên nêzî Şamê kir. Di encama êrîşê de leşkerekî Sûriyeyê bi giranî birîndar bû.

Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de îro di saetên serê sibehê de Îsraîl careke din êrîşî hêzên Sûriyeyê yên li Şamê kir. Li gorî çapameniya Sûriyeyê, Îsraîl ji aliyê herêma Colan a dagirkirî ve êrîşê pêk aniye. Hate ragihandin ku di êrîşê de leşkerek Sûriyeyê bi giranî birîndar bûye û xesarên madî li herêmê ketine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî piştrast kir ku Îsraîlê êrîş kiriye. SOHR’ê, diyar kir ku êrîş li derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ya li herêma Keswê ya li başûr rojavayê Şamê pêk hatiye û depoyên komên alîgirên Îranê hatine bombekirin.

SOHR’ê, ragihand ku ji komên alîgirê Îranê jî kuştî hene.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram