25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Hêvî xeta 3’yemîn e

    Li seransarên cihanê krîzên siyasî, civakî, çandî û aborî her diçe zêdetir dibin. Pergala kapîtalîst êdî nema dikare ji van krîzan re bibe çare. Di nava van 200 salên dawî de her dema ku krîz û kaosek derdiket, pergalê bi şêweyekî ji van krîzan re çareyên demkî didît. Bi restorasyon an jî bi reforman ji van krîzan re li gorî xwe alternatîf ava dikir. Lê ji sala 1970’yan ve krîza heyî ji krîzên rêzê derketin û bûn krîzên binyadî. Ji bona wê jî di sedsala 21’emîn de bi rê û rêbazên kevin ne gengaz e ku krîzên heyî bên çareserkirin. Ji Srî Lankayê heta Ukraynayê û ji Amerîkaya Latîn heta Afrîkayê gel, li dijî krîz û kaosa ku pergala kapîtalîst bûye sedem ji bo ku alternatîfên demokratîk ava bikin têdikoşin.

    Li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî heman krîz û kaos tên jiyîn. Rewşa li vir tê jiyîn ji aliyên cihanê yên din cudatir in. Lewre navenda şerê şaristaniyan Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Di şexsê netew-dewletên mîna Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê de krîz û kaosa herêmê hê kûrtir dibe. Li Iraqê bi salane şer û pevçûn didomin. Gel li dijî krîzên aborî, siyasî û civakî derdikevin qadan û li çareseriyekê digerin. Modela sedsala 20’emîn a netew-dewletan ji gel re êdî nabin bersiv. Berevajiya wê krîzên heyî bi zihniyeta xwe ya xerab zêdetir dikin. Ji bona wê jî bi pergala netew-dewletan ne li cihanê ne jî li Rojhilata Navîn ne pêkane ku çareseriyeke mayînde pêk were. Lewre bingeha hemû şer, pevçûn, krîz û kaosan ev pergal bi xwe ye.

    Li çar aliyên cihanê şerê 3’yemîn ê cihanê tê jiyîn. Navenda vî şerî careke din Kurdistan e. Heta niha bi fikrên netew-dewlet û desthilatdariyê ji bo pirsgirêk û krîzan tu çareserî çênebûne. Lewre pergala ku ew bixwe xwe ji krîz û pirsgirêkan xwedî dike, ne pêkane bikaribe bibe bersiv. Li dijî krîz û kaosan HDP, bi paradîgmaya xeta 3’yemîn çareserî û konsensusên nû diafirîne. Li dijî reform û restorasyonên pergala kapîtalîst HDP, modela demokrasiya radîkal bi pêş dixe. Li aliyekî xeta ku HDP bi pêş dixe û li aliyê din jî xeta netew-dewletan di şerê 3’yemîn ê cihanê de di nava pevçûnê de ne. Bi pêşengtiya HDP’ê êdî dem hatiye ku demokrasiya radîkal li dijî hemû bîrdoziyên paşverû serbikeve.

    Demokrasiya radîkal bîrdoziya fikra xeta 3’yemîn e. Lewre tu bendewariyên wê ji pergala dewlet û desthilat nîne. Bi hêza xwe tevdigere. Modela ku bi pêş dixe; zêdetir civak û azadî, kêmtir dewlet û desthilatî ye. Di nava dûbendiyên pergalê de alternatîfên nû dide avakirin. Li dijî serdestiya dewlet û desthilatê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire. Hemû beşên civakî di nava xwe de dihewîne. Gelên bindest, nûnerên demokrasiyê, jinan, ciwanan, ekolojîstan û hemû beşên ku ji derveyî dubendiyên pergalê dimînin di nava vê xeta 3’yemîn de cih digirin.

    Tevî hemû astengî û êrîşan HDP pêşengiya vê xetê dike û di vê xetê de bi israr e. Ji gelek aliyan ve rastî êrîşan tê. Lewre ji bo ku xeta 3’yemîn ji hemû krîzan re çareseriyên mayînde ava dike HDP bi ewqas êrîşan re rû bi rû dimîne. HDP ji meseleya kurd, jinan, baweriyan, kedkaran, ekolojiyê û demokratîkbûnê re xeta ekolojîk, şoreşger û demokratîk ava dike. Ji ber ku ji hemû meseleyên civakî re alternatîfên nû bi pêş dixe, dozên girtinê lê vedikin û qada siyasî û civakî lê teng dikin.

    Piştî kongreya di 3’yê tîrmehê de pêk hatî jî hat dîtin ku HDP ji pirsgirêkan re dê bibe bersiv û li gorî wê amadekariyên rêveberiya Tirkiyeyê dike. Êrîşên ku li dijî wan tên kirin pûç û vala derdixîne. Tifaqên cûmhûr û mîllet ji tu pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê re nabin bersiv. Bi pêşengiya HDP’ê xeta 3’yemîn anku tifaqa demokrasiyê di van şert û mercên ku krîz û kaos zêde bûne de mifteya çareseriyê di destê xwe de digire.

    Di 6 û 7’ê tebaxê de bi mîtîngên Amed û Stenbolê jî ev peyam hatin dayîn. Bi şîara “Çareserî Em in” mîtîngên ku hatine lidarxistin bûn bersiv ji bona ewqas êrîşan. Peyamên avakirina xeta 3’yemîn û şikandina tecrîda Îmraliyê bi berfirtehî hatin dayîn. Lewre avakirina xeta 3’yemîn bi şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji bona wê jî HDP’ê hem di van mîtîngan de hem jî di pêşerojê de bernameyên ku wê pêk bîne de dê van peyaman di rojevê de bigire.

    Di van şert û mercên ku HDP bi doza girtinê û ya Kobanê ve mijûl dibe de, bernameyên bi vî rengî girîng in. Di qadên mîtîngan de careke din hat dîtin ku gel xwedî li partiya xwe derdikeve û peyamên “em nahêlin HDP bê girtin” dan. Heke di demê xwe de bê kirin ji hilbijartina 2023’yan re salek hindiktir maye. HDP’ê bernameyên ku dane pêşiya xwe gav bi gav pêk tîne. Mijara herî sereke avakirina tifaqa demokrasiyê anku xeta 3’yemîn e. Lewre ji bona wê jî HDP amadekariyên gavên şênber dike. Divê baş bê zanîn ku fikr û paradîgmaya xeta 3’yemîn di nava civakê de cihê xwe girtiye. Êdî pêşiya HDP’ê vekiriye û ji bona hilbijartinan jî wê di asta herî baş de xebatên xwe bi pêş bixîne û bi serbikeve.