6 Haziran, Salı - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê nexşeya xwe ya rê bi gelê xwe diyar bikin’

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak got, "Em tevgereke gel in. Rexneyên gel wê pêşiya me vekin. Tevgera gel bi gel dimeşe, bi gel xurt dibe."

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku weke Partiya Çepên Kesk ew hilbijartinên 14’ê Gulanê weke neserketî pênase dikin û anî ziman, dema bê ew ê bi gel re bimeşin û nexşerêya xwe ya nû jî bi gel re diyar bikin.

Cahît Kirkazak ji ANF’ê re axivî û ragihand ku hilbijartin bi tena serê xwe hîmê esasî yê demokrasiyê nîne, ji ber ku ya girîng civakîbûna demokrasiyê ye, nîşandana îradeya gel a li rêveberiyê ye.

Dijminatiya kurdan

Kirkazak anî ziman ku desthilatdariyê di hilbijartinê de bi taybetî polîtîka li ser dijminatiya li Kurdan meşand û got, “Di nava civakên ku sîstema civaka demokratîk lê ava nebûye, rêveberên otorîter an jî dîktator, du argûmanên xwe yên bingehîn hene. Yek jê argûmana ol e, ya din jî neteweperestî ye. AKP’ê ev herdu bi zimanê nefretê bi kar anî.”

Kirkazak di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Eger di hilbijartinekê de serketin li ser dijminatiya li gelekî tê bidestxistin, hingî di nava wê civakê de derb li şert û mercên jiyana bi hev re hatiye xistin, mijarên esasî yên jiyana hevpar zerar dîtine. Bêguman em ê bi dijminatiya li Tirkan an jî dijminatiya li neteweyeke din bersivê nedin vê yekê. Em ê li hemberî dijminatiya li Kurdan bi wêrekî xwedî li nirxên Kurdîtiyê derkevin, bi parastina rastiya Kurdan, mafê Ermenan, Çerkes û Rûman tevbigerin. Divê muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê, her wiha civak bi xwe vê desthilatdariyê metirsîdar bibîne û baldar bin.”

Têkoşîna civakî divê bibe yek

Kirkazak diyar kir ku weke Partiya Çepên Kesk ew encamên hilbijartinê neserketî dibînin û anî ziman ku ev neserketin di avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê de nîne, ji ber kêmaniya bicihneanîna vê tifaqê ye. Kirkazak got, “Dema ku Tifaqa Ked û Azadiyê hate avakirin, tifaqeke têkoşînê hate damezrandin. Yanî ji bo civakên bindest, jiyana hevpar a civakî û jiyana ekolojîk yekîtiyeke têkoşînê hate avakirin. Niha jî aqilekî dewletê yê mêr, tekperest û otorîter heye, ev aqilê dewletê êrîşî her qada jiyanê û cihêrengiya li nava civakê dike. Li dijî vê êrîşkariyê divê em di têkoşîna civakî de bibin yek.

Li gorî rexneyên gel wê nexşeyarêya dema nû were amadekirin

Kirkazak destnîşan kir ku weke Partiya Çepên Kesk di vê pêvajoyê de ew ê kêmasiyên dema hilbijartinê û rexneyên gel bibînin, li gorî vê yekê em ê nexşerêya xwe diyar bikin û got: “Bêguman têkoşînên civakî nabe ku tenê bi hilbijartinê bên pênasekirin. Hilbijartin û parlament qadeke têkoşînê diafirîne. Haya me ji vê heye. Ji xwe rexneyên ku niha li me tê kirin ew e ku divê em têkoşîna civakî hîn xurt bikin. Em tevgereke gel in û li her qadên têkoşînê em xwe ji gel xwedî dikin. Pêşengê me gel e. Rexneyên gel wê pêşiya me veke. Bila kes nebêje, ’em rexneyan dikin lê belê kes dengê me nabihîze, kes me li ber çavan nagire’. Ji îro û pê ve me dest bi civînên xwe yên ji bo diyarkirina nexşerêya dema bê, kirine. Lewma weke tevgereke gel em ji xwe bawer dikin. Em tevgereke bijarteyan, elîtan an jî tevgereke hilbijartinê nînin. Em ê di çarçoveya rêya ku gelê me datîne ber me de, têkoşîna xwe bimeşînin.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram