25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Dîroka Kurdistanê – Xanedaniya Zend

    Xanedaniya Zend di navbera salên 1750 û 1794’an de weke dewlet li Rojhilatê Kurdistanê hikum kiriye. Xanedan ji Loristanê, ji aliyê Şah Afşar ve sirgunî Rojhilatê Îranê tê kirin, lê piştî mirina Şah Afşar dîsa vedigerin warên xwe. Dewleta Zend ji hêla kurdên Lorî ve hatiye avakirin. Sazûmankarê dewletê Kerîm Xanê Zendî ye. Lê Kerîm Xan tu carî xwe weke hikumdar pênase nekiriye, xwe wekî wekîlê gel bi nav kiriye. Paytextê dewletê Şîraz e. Di Newroza 1750’yan de hatiye îlankirin. Kerem Xanê Zendî dewleta Safevî ji holê radike û dewleta Zend a Kurd ava dike. Di karên xwe yên derve de, di enacama polîtîkayên xwe yên li dijî Azad Xan û dewleta osmaniyan de Azerbêcan û Besrayê dike bin rêveberiya xwe. Ala Zendan li ser zemînê spî sêgoşeyek bi xêzên kesk heye. Di hundirê sêgoşeyê de jî sûretê şêr û li pişt şêr jî şiklê rojê cih digire. Di demek kin de Îran, Azerbêcan, Ermenîstan, Gurcîstan û piraniya welatê kurdan digire bin hikumdariya xwe. Mîna Medan dewleta Zend jî artêşek ji jinan ava kiriye. Bi dewleta Qaçaran re şerên mezin kirine û ew têkbirine. Dema ku Osmaniyan xwestiye Mîrektiya Baban a kurdan ji holê rakin, dewleta Zend alîkariya Baban kiriye. Ji ber vê navbera Zendan û Osmaniyan xira bûye. Bi artêşa Osmaniyan re jî li Besrayê şerek mezin kirine. Artêşa Osmaniyan têkbiriye û gelek leşkerên Osmanî dîl girtine. Bexda û piraniya Iraqê ji Osmaniyan standiye. Taybetiya herî mezîn a Kerîm Xanê Zendî ew e ku xwestiye dewletek nûjen ava bike. Ji bo vê gelek girîngî daye aborî, zanist, wêje û çandê. Gelek kanî, hemam, xan, mizgeft û qesrên bêhempa çêkirine û yên heyîn jî nûjen kirine. Her wiha atolyeyên çêkirina şûşe û çînî dane avakirin. Di dema Zendan de Şîraz bûye navendek girîng a zanist, wêje, çand, huner û aboriyê. Gelek wêjevan û zanyar di vê demê de gihiştine. Kerîm Xan di dema xwe de gelek berhem daye çêkirin. Li Şîrazê Keleha Vekîl, Pazara Velîk, gelek mizgeft û baxçe daye çêkirin. Her wiha Qesra li Tehranê ku piştre Tehran dibe paytexta qaçaran jî ji aliye Kerîm Xan ve hatiye çêkirin. Hikimdarên dewleta Zendan wihan e: Kerem Xanê zendî, Mihemed Alî Xanê Zendî, Ebûl Feth Xanê Zendî, Zekî Xanê Zendî, Sadiq Xanê Zendî, Elî Mûrad Xanê Zendî, Cafer Xanê Zendî, Seyîd Mûrad Xanê Zendî û Lutfî Elî Xanê Zendî ne. Kerîm Xan di sala 1779’an de jiyana xwe ji dest dide. Pişti mirina wî li welatê wan tevlihevî û valahiyek mezin çêdibe. Ev dibe sedem ku li ser welatê wan êriş pêş bikevin. Piştî mirina Kerîm Xan kurê wî Ebû el Fetîh tê ser text. Ebû el Fetîh di rêvebirinê de pir qels dimîne û ji aliyê apê xwe Zekî Xan ve tê arestekirin. Hikumdarên din ên mîna Elî Mûrad û Cafer Xan jî wekî Kerîm Xan nikaribûnê welat bi rê ve bibin. Dijminê herî mezin ê Xanedana Zend Qaçar bûn. Serokê Qaçaran Mihemed Xan ji bo ku kraltiya Zend hilweşîne di nav hewldanên pir mezin de bûye. Di sala 1779’an de Elî Xanê xwarziyê Kerîm Xan xwe wekî kralê nû îlan dike. Elî Xan heta sala 1794’an li ser rêveberiyê dimîne. Beşek pir mezin a hikumdariya wî, bi şerê Qaçaran re derbas dibe. Di encama şerekî bi Qaçaran re dîl dikeve dest û li keleha Bamê tê kuştin. Dewleta Zend di sala 1794’an de ji hêla împaratoriya Qaçaran ve ji holê hatiye rakirin. Dewleta Zendî dewleta herî mezin a dawiyê ya ku kurdan avakiriye ye.